STENBOL – Hevserokê SYKP’ê Cavît Ugur têkildarî hilbijartina herêmî got: “Ji bo qewirandina rejîma otorîter hilbijartina herêmî kozikek girîng e.”
Saziya Hilbijartinê ya Bildin (YSK) ragihandibû ku dê hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an pêk were. Bi vê daxuyaniya YSK’ê re partiyên siyasî lez dan xebatên hilbijartinê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi partiyên çepgir û muxalîf re dest bi hevdîtinên hilbijartinê kir. Yek ji van partiyan jî Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) bû.
Hevserokê SYKP’ê Cavît Ugur têkildarî hilbijartina herêmî axivî û da zanîn ku dê di rojên pêş de plansaziya wan zelal bibe û li gorî vê yekê dê xebatên xwe birêve bibin.
'DIXWAZIN GEL JI SINDOQAN DÛR BIXIN’
Ugur destnîşan kir ku hilbijartina di 31’ê Adara 2019’an de ji bo rêvebirina otorîter a Tirkiyeyê veguherînin siyaseta demokratîk û ji bo dîsa asayîbûn pêk were pêvajoyek girîng e. Ugur da zanîn ku girîngiya hilbijartinên herêmî ji şaredariyên bi vîna gel hatin hilbijartin û niha qeyûm birêve dibin tê û got: “Erdogan beriya hilbijartinê dest bi tehdîdan kir. Ev tehdîda dixwazin gel ji sindoqan dûr bixin. Wê xwedî li vîn gel û sindoqan bê derketin. Ez bi bawerim dê vîna gel ji sindoqan derkeve.”
'JI BO REJÎMA OTORÎTER BÊ QEWIRANDIN HILBIJARTIN GIRÎNG E’
Ugur anî ziman ku armanca wan wek sosyalîst û demokratan ew e şaredariyên niha hatine desteserkirin carek din bi dest bixin û wiha dewam kir: “Ji bo em li rojavayê Tirkiyeyê jî îtîfaqa AKP û MHP’ê xera bikin peywîra me ya sereke ye. Çi HDP û CHP û çi jî hêzên demokrasiyê de divê rojeva wan bingehîn û sereke li cem gel cih bigirin û bidestxistina şaredariyên nû derxin holê. Ji bo qewirandina rejîma otorîter hilbijartina herêmî divê em wek kozikek girîng bibînin.”
‘DIVÊ EM ÎTÎFAQÊN XWE AVA BIKIN’
Ugur diyar kir ku divê ew wek partiyên sosyalîst û muxalîf li dijî îtîfaqên nijadperest îtîfaqên xwe ava bikin û bi taybetî jî li bajarên kurdan pêdivî bi birêxistinkirinê û xeta têkoşînê heye. Ugur got ji bo rawestandina talankirina xwezayê û ji bin tahakûma sermayeya bajaran derkevin erkek mezin dikeve ser milê hemû hêzên demokratîk û divê gel carek din xwedî li bajarên xwe derkeve.
'ME PLANSAZIYA XWE ÇÊKIR’
Ugur da zanîn ku wan bi HDP’ê re plansaziya xwe ya hilbijartinê çêkirine û ji bo xebatek bi şev û roj dê ji niha şûn ve dest bi xebatan bikin.
MA / Necla Demîr