STENBOL – Prof. Dr. Taner Tîmur diyar kir ku zanîngeh ji demên xwe yên herî trajîk dijî û got: “Dixwazin zanîngehan bikin fikirindina yek tîpî.”
Piştî îxrackirina bi sedan akademîsyenan qalîteya perwerdehiyê ya li zanîngehan her ku diçe dikeve. Her wiha ev yek li ser cihê “Ramanên azad” ku tê binavkirin, xwendekar û akademîsyenan bandorek neyînî dike. Dîrokzan Prof. Dr. Taner Tîmur têkildarî rewşa zanîngehan nirxandinan kir. Tîmur destnîşan kir ku zanîngeh demên xwe yên herî trajîk dijîn û got: “Tenê yên ji zanîngehan hatine avêtin na, yên mane jî ji azadiya xwe mehrûm bûne. Çimkî dibe ku her kes her kêlî bê îxrackirin. Îro tenê îxrackirina bi KHK’ê tenê nîne. Rêyên vê yên din jî hene. Çimkî di taliye de em di serdemek desthilatdariyek ji her tiştî re serdest e dijîn. Dixwazin zanîngehan bikin yek celeb û tîpek yek fikikirandinê. Ev yek jî li dijî fikra zanîngehan û rêgezên bingehîn ên zanîngehan e.”
‘BÊ QALÎTE, BÊKAR Û BÊRAMANÊN AZAD’
Tîmur bal kişand ser zêdekirina zanîngehan û got: “Mezûnên zanîngehan ên bêqalîte û bêkar diafirînin. Li gorî baweriya min, li cihek ku ramanên azad tune bin zanîngeh jî tune ne.”
MA / Sadiye Eser