EDENE – Parêzer Tugay Bek têkildarî cînayeta rojnameger Kadrî Bagdu dîmen û nivîsên endamê DAIŞ’ê Servet Koç du sal erê radestî dozger kiribû. Bek anî ziman ku ev du sal e tu pêşketin di dosyeyê de çênebûye û got: “Delîl pirr in lê bersûc tune ne.”
Kuştina belavkarê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Kadrî Bagdu yê di 14’ê cotmeha 2014’an de li semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhana Edeneyê tevî hemû li xwe mikûr hatinan jî nayê ronîkirin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand belgeyên dîmen û nivîsên endamê DAIŞ’ê Servet Koç ên aîdî 23 û 24’ê Tîrmeha 2016’an parêzerê malbata Bagdu Tugay Bek jî van belgeyan radestî Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê kir. Bi ser re du sal derbas bû lê wek serê derziyê jî tu pêşketin di dosyeyê de çênebûye.
Serdozgeriyê bûyerê wek “Bûyerek terorî nîne bûyerek edlî ye” nirxandibû. Dosyeya lêpirsînê bi biryara “lêgerîna daîmî” ji kiryar ne diyariyê re hat berdan. Di dosyeya xwedî dîmen û nivîs de cînayet ji aliyê kî û çawa pêk hatiye tê vegotin. Servet Koç li ser facebookê sê dîmenên xwe yên bi deng ji kurê Bagdu Ferhat Bagdu re şandibû û wiha li xwe mikûr tê: “Vê bûyerê pêk bînin. Berpirsê mezin yê yekemîn Murat Bulanik e, yê didoyan Bariş Tekçe ye. Pişt re jî ez, Taner, Coşkun Yalçin e.” Koç li gel kuştina Bagdu behsa kuştina Yusuf Gulderen û Ahmet Albay yên li Edeneyê hatibûn kuştin dike. Koç dibêje lîsteya înfazê “Murat Bulanik amade kir.” Di vê lîsteyê de kurê Kadrî Bagdu, Ferhat Bagdu, keça wî Mizgîn Bagdu û xizmê Bagdu Temel Bagdu yê xwediyê qaweyê têde heye.
‘DIVÊ HER SÊ CÎNAYET JÎ BI HEV RE BÊN RONÎKIRIN’
Parêzerê malbatê Tugay Bek got Murat Koç ê DAIŞ’î ji ber wî Murat Bulanik li ser tiştên maddî li hev nekirine û ji ber vê yekê li xwe mikûr tê. Bek diyar kir ku kuştina Bagdu, Yusuf Gulderen û Ahemt Albay ji aliyê vê koma DAIŞ’ê ve pêk hatiye û divê her sê cînayet jî bi hev re bê lêkolînkirin û bê ronîkirin. Bek got ji bo vê yekê bi dehan car serlêdan kirin e lê heta tu encam bi dest nexistine.
‘LI GEL LI XWE MIKÛR HATINÊ JÎ GAV NAVÊJIN’
Bek anî ziman ku tevî ev du sal e li xwe mikûr hatine heye lê emniyet gav ne avêtiye û wiha got: “Tevî ku nivîs û belge hene jî lê hemû kujer nehatin girtin û îfadeyên wan nestiendin e. Li xwe mikûr hatina Koç her tiştî piştrast dike. Dozger di vê mijarê de lêpirsînê kûrtir nake. Em di warê dîtin û girtina kiryaran de jî tu israrê nabînin. Bi serê xwe ne cînayetek tenê ye. Delîl gelek hene û bersûc tune ne. Hem delîl û hem jî li xwe mikûr hatina Servet Koç hene. Li gel vê yekê jî dozger û emniyet çavê xwe jî naniqîne. Gavek jî navêjin. Divê ev bûyer bê ronîkirin.”
MA / Hamdullah Kesen