WAN – Keyayên li Qelqeliyê ji peywîrê hatin girtin bi bîr xistin ku ew hatine hilbijartin û bi sedemên siyasî ji peywîrê hatine girtin. Keya Omer Ayaz got: “Li gundên qeyûm tayînî wan hatin kirin di astek bilind de deng ji HDP’ê re derdikevin.”
Ji 259 keyayên ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji peywîrê hatin girtin 4 ji van keyayan ên gundên navçeya Qelqeliya Wanê ne. Heta niha nayê zanîn ku keyayên gundê Yarimkaya û Mehmetalanê ji ber kîjan hincetê ji peywîrê hatine girtin û tê fikirîn ku biryara ji peywîrê girtin siyasî ye.
Her dawî di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li gundê Yarimkaya HDP’ê 375 deng û AKP 5 deng bi dest xistine. Li gundê Mehmetalanê û Tepedamê sindoqên wan di nav hev de HDP’ê 1077 deng û AKP’ê jî 92 deng bi dest xistiye.
‘EZ BI VÎNA GEL HATIM HILBIJARTIN’
Keyayê gundê Yarimkayayê Hamît Ornek ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin diyar kirku Miduriyeta Karê Nivîsan a Navçeyê lê geriyaye û ji peywîr girtinê teblîxî wî kiriye. Ornek da zanîn ku ew di hilbijartinê de bi îradeya gel hatine bijartin û got: “Divê em ji peywîrê neyên girtin. Em sedemê ji peywîr girtinê hêj nizanin. Dema qeymeqam li me digeriya jî em diçûn. Ez ji xwe bawerim ku min peywîra xwe birêk û pêk dikir. Wîjdanê min rehet e. Gelê me li dijî vê biryarê ye û nerazîbûna xwe nîşan dide.”
‘BIRYAR SIYASÎ YE’
Keyayê gundê Mehmetalanê Omer Ayaz ê ji kar hat girtin jî got ew bi teblîxek jê re hatiye şandin ji kar hatiye girtin. Ayaz destnîşan kir ku di belgeya ji wan re hatiye şandin de nayê gotin ku ji ber çi hincetê ji har hatine girtin û wiha got: “Biryar siyasî ye. Li van gundan di astek bilind de deng ji HDP’ê re derdikevin. Biryara ji bo me hatiye dayîn siyasî ye. HDP li van gundan nakeve binê ji sedî 80’yî. Beriya hilbijartina 24’ê hezîranê jî zext li ser me hebûn. Tayînkirina qeyûman siyasî ye.”
MA / Mujdat Can