AMED – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di çarçoveyê xebatên yekitiya neteweya Kurde, li Amedê çû serdana PSK’ê. Buldan, bal kişand ser girîngiya piştevaniya partiyên Kurd.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û şandeya dinav de parlamenter jî heyîn, çûn serdana Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ê ya Amedê. Buldan û şandeya pêre ji aliyê Serokê Giştî yê PSK’ê Mesûd Tek ve hatin pêşwazîkirin û hevdîtina dinavbera wan de ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Di serdanê de Buldan axivî û êrîşa li ser Şaxa PSK’ê ya Manîsa şermezar kir. Buldan bal kişand ser xebatên yekitiya neteweye Kurd ên birêve birin û got: “Piştevaniya partiyên Kurd a bi hevre girînge.”
Buldan û şandeya pê re, duh jî bi Partiya Sosyalîst û Azad (OSP), Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Mirov, Partiya Demokratîk a Kurdistan-Tirkiyeyê (KDP-T) û Partiya Demokratîk a Kurdistina Bakur re hatibûn gel hev û hevdîtin pêk anîbûn.