ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu, bertek nîşanî binçavkirinên li Enqerê da û got: “AKP’ê bi binçavkirinan starta hilbijartina herêmî da. Dest ji van helwestên xwe berdin. Hûn mehkumin û hûnê winda bikin.”
Li Enqerê, binçavkirina Parlamenterê HDP’ê yê Riha yê berê Îbrahîm Bînîcî, Endamê Desteya Rêveberiya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û nexweşê pençeşêrê Alî Riza Yurtsever û 7 kesên din hatin şermezar kirin.
Daxuyanî li ber Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê hat li darxistin û gelek nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl (STO) beşdar bûn. Hevseroka HDP’ê ya Enqerê Nur Aytemûr di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Desthilatdar mehkûmê binkeftinê ye û ji bo polîtîkayên xwe yên hilweşandinê veşê re êrîşî HDP’ê û beşên mûxalîf dike. Ji bo teslîmgirtin HDP’ê operasyonên wiha li dar dixin. Desthilatdariya AKP û Erdogan berpirsê krîza 16 salene.”
'EMÊ TESLÎM NEBÎN'
Aytemûr di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Her ku hilbijartina herêmî nêz dibe, desthilatedariya AKP’ê baş fêm dike ku dê qayûm winda bike. Ji ber vê serî li rêbazên wiha yên binçavkirin û girtinê dide. HDP dê tu carî li hemberî qirkirinên siyasî teslîm nebe û tim dê bibe hêviyên gelan.”
'SERBEST BERDIN’
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqerê Fatîn Kanat dûre axivî û xwest hevalên wan dimildest bên berdan.
'AKP’Ê STARA HILBIJARTINÊ DA'
Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu, derbarê operasyonên binçavkirinê de ev tişt gotin: “Bi binçavkirinan hewl didin xwe ji bo hilbijartina herêmî amade bikin. Ji ber vê yekê AKP’ê li hemû bajarên Kurdan dest bi operasyonên binçavkirinê kiriye. Bi zanebûn van operasyonan li dar dixin.”
'MEHKÛMÊ BINKEFTINÊ NE'
Kenanoglu, da zanîn ku dê bi van operasyonan tu carî teslîm nebin û wiha bilêv kir: “Em ê bi têkoşîna xwe birûmet, ji bo pêşeroja zarokên xwe û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê berdewam bikin. Hûn mehkûmin û hûnê winda bikin. Zilamkarên weke we tim winda kirine. Yên weke me jî bi têkoşîna xwe bi qezenc kirine.
Dûre daxuyanî bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeya “Êrîş û binçavkirin dê me têk nebin” bi dawî bû.