ENQERE - Li Enqereyê cenazeyê zarokekî 15 salî yê Sûriyeyî hat dîtin.
Li taxa Dogantepe ya Navçeya Altindagê ya Enqereyê cenazeyê zaorkekî 15 salî yê Sûriyeyî hat dîtin. Di saetên serê sibê de li taxa Dogantepe li qada daristanî cenazeyê zarekî hat dîtin. Welatiyên cenaze dîtin, agahî dan yekîneyên tenduristiyê û polîsan. Yekineyen hatin cihê bûyeyê, diyar kirin ku zarok jiyana xwe ji dest daye. Li ser cenazeyê zarokê nasnameya Cumalî Elselim yê 15 salî hat dîtin. Pişti bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.