AMED – Duh Rûsya, Fransa, Almanya û Turkiye li Stenbolê zîrveya çar alî pêk anîn. Mijara sereke “Rewşa Sûriye û komên çekdar bûn' Nivîskar û siyasetmedar Hamide Yigit, anî ziman ku armanca Tirkiye ya vê zîrveyê komên çekdar ên li Sûriye dîsa li welatên xwe vegerin e û wiha got: "Ev rewş Ewropayê matmayî dihêle." Yîgît, bal kişand ser rewşa Sûriye jî û anî ziman ku Hêza Emperyalîst lie Sûriye îflas kiriye.
Duh li Stenbolê zîrveya çar alî ku Tirkiye Rusya, Almanya û Fransa beşdar bûn pêk hat. Mijara sereke rewşa Sûriye bû. Di civînê de Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Seroka Almanya Angela Merkel û wezîrên wan amade bûn. Di civînê de li ser encama mutabakata Soçî, rewşa Idlibê, penaberên li Tirkiye û platformên Astana û Cenevre niqaş kirin.
Piştî zîrveyê Serokên dewletan peyama vegera penaberên ji axa xwe koç kirine bûn. Lê Erdogan dîsa gefên operasyona li Rojhilatê Firatê dubare kir. Dîsa xwest ku komên çekdar ên li Idlibê li welatên xwe vegerin.
Nîvîskara ku li ser geşedanên li Rojhilata Navîn lêkolîn dike û nivîse Hamide Yîgît, têkildarî armanc û encama zîrveya çaralî ya ku duh li Stenbolê pêk hat, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Yigît, li ser rewşa dawî ya Sûriye axivî û wiha got: "Di asta ku em hatinê de ya ku li Sûriye bi ser dikeve berxwedan e. Li vir, ji şerê ku artêşên dewletên fermî dimeşînin wêdetir, têkoşîn û berxwedana gel a li Kolan û taxan, Komîteyên gel, Hêzên Parastina Gel en rastîn ên wekî YPG-YPJ'ê bêtir balê dikişînin. Hêzên parastina gel bêtir derdikevin pêş û bêtir girîng in. Heta niha li Sûriye şerê wekaletê hat meşandin. Ji ber krîza serdestiyê ya Hêzên Emperyalist pêk dihat.
'PROJEYA EMPERYALÎST LI SÛRIYE ÎFLAS KIR'
Şerê welaketê ku li vir dihat meşandin, li ser şervanên El Kaide yên ku ji çar aliyên cîhanê kom kirine hat meşandin. Li şûna şerekî simetrik, şerê asimetrik hat meşandin. Şerekî ne li hevhatî, bê pîvan û bê qural, şerê ne li hev û ne wekhev hat meşandin. Hemû militan ji bo cîhatê şandin Sûriyeyê. Lê ev cîhat ne ji bo xwedê, ji bo hêza emperyalist hat meşandin. Ev mîlîtanên ku ji bo Sûriye şandin êdî vegera wan mijara niqaşê ye. Ji ber ku rastî berxwedanek mezin hatin. Ji ber ku Bloka emperyalist têk çû. Ji ber vê yekê emperyalista du alî derket pêş. Ev di rewşa Rusya û rastiya herêmê de xwe nîşan dide. Di encamê de li Sûriye berxwedan bi ser ket. Ji hêza artêşên dewletan bêtir ez girîngiyê didim Hêza YPG-YPJ'ê. Di encamê de projeya emperyalist li Sûriyeyê îflas kir. Li Libya bi ser ket, lê li Sûriye îflas kir. "
TIRKIYE BI MÎLÎTAN Û KOÇBERAN GEFAN LI EWROPA DIXWE
Yîgît bal kişand ser şervanên El-Kaîde û wiha got: "Tirkiye dixwaze şervanên li Sûriye dîsa vegerin war û malên xwe. Ya ku ewropa matmayî dihêle û wan dixe nava fikaran vegera komên çekdar ên cihadê ne. Mijara din jî rewşa penaberan e. Şer li ser havzayên Xaza Xwezayî tê meşandin. Dixwasin serdestiyaxwe li ser van qadan ava bikin. Ev xuya ye dê demekê bidome. Hêsên kurevî heta ku hêza wan hebe dê têbikoşin. Lê çi dibe bila bibe li Sûriye êdî şer gihiştiye encamekê. Mîlîtanên ku li eniyê şer dikirin tev hatin li Idlibê kom bûn. Pozisyonên hêzên kurevî yên Cîhanê li ser Idlibê, Posîsyona DYA jî li ser Rojhilatê Firatê dimeşe. ABD dixwaze vê rewşa xwe mayinde bike. Sûriye jî dixwaze bi siyasetê çareser bike. Muzakereyan pêş dixin. Lê di van muzakereyan de Sûriye tune ye. Ya krîtîk jî ev e. Lê di encamê de yê encamê diyar bike Suriye û hêzên niştecîhî yên Sûriye ne. Yên agir berdan Sûriye îro agir gihiştiye mala wan. Mîlitanên cîhadî êdî vedigerin malên xwe. Ev yek Ewropayê matmayî dike. DAIŞ têk çû. Lê belav nebû. DAIŞ şandin herêmên din. Şandin Bangladeş, Yemen, Libyayê. Komên navendî û biryarê şandin cihên din. Hêj li hin heremên din ên Sûriye jî hene. Ewil DAIŞ pir mezin kirin. Ev yek bi piştgiriya medya pêş ket. Ji ber vê yekê herî zêde ji derve tev li wan bûn. Li Sûriye koma piyaniyan “Ecnebiyyun” heye. Di nava vê komê de koma Turkistanî komek cuda ya Partiya Îslama Turkistanê ava kirin. Yên ji Libya hatin komek cuda ava kirin. Ji ber vê yekê fikarên welaten ewropa wekî Fransa, Almanya, Îngiltere gelek zêde ye. Tirkiye jî vê yekê her dem li dijî Ewropa wekî çekê bikar tîne. Her dem bi gefa 'Em dê deriyan vekin' diçe ser welatên Ewropa. Dibêjin em dê penaberan berdin û di nava wan de dê mîlîtan jî derbas bibin."
HERÎ ZÊDE FRANSA Û ALMANYA BI FIKAR IN
Yîgit, bal kişan ser civîna zîrveya çar alî ya Putin, Merkel, Macron û Erdogan ku duh li Stenbolê pêk anî û wiha berdewam kir: "Rusya aktora ku li herêmê bi bandor e. Dixwaze bi yên fikarên wan heye re li hev bikin. Ev nîşan dike ku di aliyê penaberan de herî zêde Fansa û Almanya bi fikar in. Navenda şer Idlib e. Şerê mezin dê li Idlibê pêş bikeve. Tirkiye dê biryara xwe bide. An dê deriyan veke û mîlîtanan bigire nava xwe. An jî dê çekê wan ji destê wan bigire û wan teslîm bike. Tirkiye dixwaze li pişt perdê karê xwe bike. Ji ber ku dizane DYA zû bi zû dest jê bernade. Dizane ji NATO jî dernakeve. Tirkiye welatê herî zêde krîza Sûriyie pêş dixe ye. Ji ber ku li ser 800 km sînor rê li pêş derbasbûna mîlîtanên komên çekdar vedike. DYA got 'êdî bes e' Ji ber ku gihiştin dawiya şer. Her kes vê yekê dizane." Rûsya jî dixwaze her tiştî bi serê Tirkiye de hilweşîne. Navenda Şer Idlib e. Tirkiye dê di vî şerî de biryara xwe bide.
MA / Omer Çelik – Mehmet Şah Oruç