EDENE - Nûnerê ÎHD'ê Dora Şeker, bi Sîsê Bîngol (85) re li girtîgehê hevdîtin çêkir. Dora, diyar kir ku ji ber temenê wê û nexweşîna wê rewşa Bîngolê xirab e û divê bê berdan.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 402 jê giran, hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Yek ji van jî Sîsê Bîngol a 85 salî ye ku di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de ye. Nexweşîna made, şekir, astim, tansiyon û saîrê li Bîngolê peyda bûne û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike.
Her çend Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" da Bîngolê, lê belê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê diyar kir ku "di akre di girtîgehê de bimîne."
Nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Çûkûrovayê Dora Şeker, di nav vê mehê de bi Sîsê Bîngol re hevdîtin çêkir. Şeker, bi bîr xist ku Bîngol 2 sal in girtiye û ji ber êdî nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne divê bê berdan.
NAVÊ ZAROKÊN WÊ NAYÊN BÎRA WÊ
Şeker got: "Di nasnameya Sîsê Bîngol de dîroka rojbûna wê 1942 dinivîsîne, lê belê pir extiyar e. Di dema hevdîtinê de me dît ku navê keç û kurên wê nayên bîra wê. Wexta me navê keça wê jê pirsî, navê gundê xwe got. Guhên wê pir nabihîsin, tim behsa bûyera li gund hatiye serê wê dikir û dema diaxivî bêhna wê diçiya. Ji bo bêhna wê derkeve wexta me av dayê, giriya."
Şeker, destnîşan kir ku divê Bîngol bê berdan û girtina wê derî wijdanê ye. Şeker, anî ziman ku ji ber Bîngol girtiya siyasî ye nayê berdan.
MA / Hamdullah Kesen