MÊRSÎN - Endamê Meclisa HDP'ê Faruk Saglam ku dadgehê cezayê wî erê kir, piştî hat binçavkirin hat girtin.
Endamê Meclisa HDP'ê Faruk Saglam, duh li ber avahiya HDP'ê ya Mêrsînê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Saglam piştî lêpirsîna wî ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî edliyê kikirin. Heyeta Dadgehê jî bi sedama 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Saglam de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" 10 meh ceza lê biriye û ceza erê kiriye, cezayê wî li ruyê wî xwend û ew şandin girtîgehê. Dadgehê piştî biryar xwend Saglam şandin Girtîgeha Tipa E ya Mêrsînê.