MÊRDÎN - Di doza Qeyûm û Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk ê di encama êrîşa bombayî de hat kuştin, ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Parêzerê Mesûtoglû, got muwekîlê wî di rojiya mirinê deye.
Qeymeqamê navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safiturk ê ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin di 10’ê Mijdara 2016’an d, di êrîşek bombeyî de hat kuştin. Der barê bûyerê de doz hatibû vekirin. Heta niha 11 danişîna dozê hatin dîtin. Ji dozê 6 jê girtî 15 kes jê dihatin darizandin. Darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, di 22’yê Cotmehê de bi dawî bû. Di danişîna hat dîtin de ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Mesûtoglû yê li Girtîgeha Sergirtî ya Sîwerega Rihayê tê girtin, bi armanca şermezarkirina biryarê di 23’yê Cotmehê de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kir.
Parêzerê Mesûtoglû, Talîp Bartû, îro ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bike çû girtîgehê. Rayedarên girtîgehê ji Bartû re gotin, Mesûtoglû naxwaze bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Parêzer Bartû, derbarê rewşa muwekîlê xwe de axivî û wiha got: “Mesûtoglû daxwazname daye rayedarên girtîgehê û di daxwaznema dayî de nexwestiye derbikeve hevdîtinê. Muwekîlê min li dijî biryara hat dayîn, serî li rêyek wiha daye û bi armanca şermezarkirina biryarê dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye.”
Prz Bartû, anî ziman ku ewê şopdarê mijarê bin.