STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" vê hefteyê jî rastî astengiya polîsan hat. Polîsan destûr neda ku çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Endamê Komîsyonê Mehmet Acetîn xwest Kemal Ozelmali yê nexweş bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca girtiyên nexweş serbest bên berdan xwest di hefteya 344'an de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê berdewam bike. Lê polisan destûr nadan ku xizmên girtiyên nexweş û ÎHD li qadê daxuyaniyê bidin. Komîsyonê û xizmên girtiyan li ber avahiya îHD'ê daxuyanî dan û pankarta bi îngîlîzî û tirkî ya "Girtiyên nexweş serbest berdin" û "Girtiyê nexweş Kemal Ozelmali" bi şibakeya ÎHD'ê ve daliqandin. Li ser navê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acetin daşuyanî da. Di vê hefteyê de ÎHD'ê xwest girtiyê nexweşê Wernicke Korsakofê Kemal Ozelmali yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtî bê berdan.
Mehmet Azetîn diyar kir ku Kemal Ozelmali nêzî 30 salin girtî ye û niha bi nexweşiya Wernickê ye û nikare bi serê xwe pêdiviyên xwe bibîne. Acetîn, da zanin ku gelek nexweşiyên din jî bi Ozelmali re hene û ji bo ku serbest bê berdan serlêdana wî ya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bê encam maye û wiha got: "Ji ber ku Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê rapora "Ozelmali dikare li girtîgehê bimîne" nade, Ozelmali nayê berdan. Bêyî hevdîtin bikin û kontrol bikin raporê didin. Li holê hiqûqa dijminantiyê heye.
GER KU GIRTÎ BIMÎNE DÊ BÊTIR ZERARÊ BIDE
Acetîn da zanîn ku Ozelmali girtî bimîne dê bêtir zerarê bide xwe û derdora xwe û wiha bi dawî kir: "Parêzera Komeleya ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Zelal Demîray di navbera 23'ê Îlon û 23'ê Cotmehê de hevdîtina telefonê kir. Nexweşiyên Kemal piştî nexweşiya Wernice korsakoff bêtir giran bûne. Kîloyan winda dike. Nikare tev bigere. Nikare bi serê xwe nefesê bistîne. Kemal Ozelmali ji bo parastina mafê xwe û li dijî bê hiqûqiyê ketiye grevê. Nêzî 30 salin girtî ye û ev daxwaza wî li ber çavan nayê girtin. Nexweşê Wernicke Korsakof ger k neyê berdan dê bêtir zerarê bide bedan xwe. Em dixwazin demildest Ozelmali bê berdan."