ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, di çalakiya hefteya 454’emîn de, aqûbat Fehmî Tosûn ê di sala 1995’an dibin çavan de hat windakirin û çarek din agahî jê nehat girtin, pirsî.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, di çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” a hefteya 454’emîn de, li ber Avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê kom bûn. Endama Parlamentoya Kuba û Hîndekar Lazara Borraya Tolon, endamên rêxistina HDP’a Îzmîrê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan çalakiyê. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Alî Aydin di daxuyaniya da de, aqûbeta Fehmî Tosûn ê di 27’ê Cotmeha 1995’an de li ber mala xwe ya navçeya Avcilara Stenbolê ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin û çarek din agahî jê nehat girtin, pirsî.
HÎNA JÎ AGAHÎ JI TOSÛN NAYÊ GIRTIN
Aydin, diyar kir ku polîsên kincên sivîl li xwe kiribûn, di destên wan de çek û telsîz hebûn, di saetên şeva 19’ê Cotmeha 1995’an de, Fehmî Tosûn ê li wesayîta Torosa Spî ya plakeya 34 UD 597 siwar kiribûn anîn ber deriyê mala wî. Aydin tiştên wê rojê hatibûn jiyîn wiha vegot: “Hevjin û zarokên Tosûn wî dibînin. Tosûn bi dengê bilind ji wan re dibêje ‘Dê min bikujin.’ Dûre bi darê zorê Fehmî li wesayîtê siwar dikin û carek din agahî jê nayê girtin.”
‘EMÊ TU CARÎ PAŞVE GAV NE AVÊJIN’
Aydin, da zanîn ku li Tirkiyeyê bi sedan mirovan ji mafên wan hatin mehrûmkirin û wiha bilêv kir: “Bi sedan mirov hatin kuştin û winda kirin. Rayedarên dewletê naxwaze van bûyeran bibînin. Lê tiştên hatin jiyîn tu caran nayên ji bîr kirin. Heya ku dewlet aqûbeta kesên dibin çavan de hatin windakirin eşkere neke û faîlan ceza neke, emê dev ji têkoşîna xwe bernedin û tenê gavekê jî paşve neçin.”