ENQERE - Prof. Dr. Nilay Etiler Lordoglu, di kombata Meclîsa Jinan a SES'ê de diyar kir ku di jiyana jinan de bi KHK'yan hilweşînek mezin çêbû û wiha got: “Her dim xwestin me jinan bikesixînin-birûçikînin. Lê em de rê û formulê nû bibînin û jiyanê geş bikin."
Komxebata "KHK, Keda Jinê û Bêewlehiyê" ku Meclîsa Jinê ya SES'ê ya girêdayî KESK'ê li Otela Akarê pêk anî, bi niqaşa mijarên cuda didome. Di komxebatê de Doç. Dr. Melda Yaman mijara “Di qada xizmeta civakî û tenduristiyê de keda jinê" pêşkêş kir. Yaman, diyar kir ku keda jinê ji serdema ducaniyê de dest pê dike û wiha got: “Di serdema ducaniyê de mirov di dîrokê de yekem car wekî zindiyekê pêdivî bi alikariya yek din dibîne. Pîrik û xwişk şêwirmendiya yekem e. Yekem piştevaniya kedê ye. Em dibînn ku şîfa û hekîmtî ewil li vir bi dest û şêwirmendiya jinê dest pê dike. Piştî zanistiya Tipê pêş ket, em dibinin ku mêr ev qad jî desteser kiriye.
Piştî ku jin ji bo xwe wekî gef dîtin vê carê jin wekî pîrepok dîtin û dest bi seyda wan kirin." Yaman ji Filozofê navdar Sokrates minak dan û wiha got: “Di serdema navîn de karbeşiya bingehîn a kapitalizmê jin di malê de hepis kirin. Mêr jî bi heq dest bi kar kir. Jinan wê demê li gel karê hekîmtî û şifatiyê dest bi hunerên din jî kirin û xwe bi rêxistin kirin. Jina bi şîfa dest bi pîriktiya bi heq kir. Vê yekê hêza zayendi da jinê. Mêr ev yek ji bo xwe weki gef dît. û dest bi neçîra pîrepokan kirin."
'PERGALA MÊR KEDA JINÊ DESTESER KIR'
Yaman, da zanîn ku dema li Parisê Dibistana Tipê nû vebû, jin nedixistin perwerdehiyê û wiha got: "Wê demê jinên ku wekî hekîmên şîfakar dihatin zanîn, xizmeta gelê xizan dikirin. Hekîmên mêr jî xizmeta çîna dewlenend dikir. Di qada tenduristiyê de ji wê demê de pergalek hiyerarşî hat avakirin. Em dibînin ku pergala mêr di her qadê de keda jinê desteser dike. Ji bo civak hebûna xwe berdewam bike divê mirov zuriyeta xwe zêde bike. Jin zarokan çê dikin û hebûna civakê berdewam dikin. Hem zuriyetê zêde dike û hem jî hêza hêzê zêde dike. Zayîn pêvajoyek kedê ye. Her hilberinek ji nûve bi hilberîna jinê pêş dikeve. Ger ku hûn dixwazin venêrtina civakekê bikin divê berî her tiştî hûn venêrtina bedena jinê bikin. Ger ku hûn dixwazin mirov kontrol bikin divê hûn jinê kontrol bikin. Mêrê serdest ewil li ser bedena jinê serdestî pêş xistiye. Bi serdestiya jinê li ser civakê jî serdestî ava kiriye."
TÊKOŞÎN DIVÊ
Yaman, xwest qîmetê destkeftî û azadiyên hatine bi destxistin baş bên zanîn û wiha got: "Ev destkeftî dibe ku hêdî hêdî ji destê me biçin. Her ku keda jinê bê ewle tê hiştin, jin bêtir bi mêr ve tên girêdan. Ji ber vê yekê teqez divê jin tekoşîna xwe bi hêz bike û xwe bêtir bi rêxistin bikin."
Di komxebatê de Prof. Dr. Nilay Etiler Lordoglu, jî mijara “KHK û bêewlehî û bandora wê ya li ser qada xizmeta Tenduristî û Civakî de" pêşkêş kir. Lordoglu, diyar kir ku ji ber li Zanîngeha Kocaelî danezana aştiyê îmze kir ji kar hat îxrackirin û wiha got: "Polîtîkayên neo-liberal ên li ser tenduristiyê xizmetakapitalizmê dike. Piştî koçberiya bajaran nexweşiyên şewbê jî zêde bûn. Ji ber vê yekê bêtir bi xizmeta tenduristiyê jî heye. Di serdema Kapitalizmê de pergala ku xizmeta tenduristiya xizanan dike tune ye. Di serdema AKP'ê de xismeta civakê xistin destê kesan û kirin tekakesî. Piştî xizmeta tenduristiyê kirin tekakesî, ket xizmeta pere û bazirganiyê. Piştî AKP di 2002'an de hat îktîdarê ev polîtîkayên neo-liberal ketin meriyetê. AKP'ê di bin navê "Di tenturistiyê de reform” xismeta tenduristiyê xist destê taşeronan. Xizmeta Tendristiyê arizî kirin. mirin malê bazirganiyê. Bi polîtikayên Neoliberal re sektora taybet pêş xistin. AKP'ê OHAL xist xizmeta xwe. Xizmetkarên tenduristiyê bêtir bê qîmet kirin. Dewletê li ser patronan, patronan jî li ser karkeran, karkeran jî li ser jinê serdestî pêş xist. Pergala mêrê serdest bi vî rengî hebûna xwe xurt kir. Di serdema krîzê de jin bêtir xwedî dezavantaj in. Jin di vê pêvajoyê de rastî gelek pirsgirêkan hatin. Her dim xwestin me jinan bikesixînin-birûçikînin. Lê em de rê û formulê nû bibînin û jiyanê geş bikin. Jin dê bi têkoşîna rêwistinî van astengiyan derbas bike."