STENBOL - Çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê heftê jî, rastî astengiya polîsan hat. Ligel dorpêça polîsan jî, aqûbeta Huseyîn Toraman ê berî 27 salan hat windakirin, hat pirsîn. Dayik Toraman, diyar kir ku ev 27 salin bêdeng nemaye û got: “Dixwazin bi êrîşan me bêdeng bikin, lê ezê qet bêdeng nebim.”
Daykên Şemiyê û parêzvanê mafê mirovan ji bo di hefteya 709’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane pêk bînin, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn. Ligel dorpêça polîsan jî, Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Toranman ê berî 27 salan hatibû windakirin pirsîn. Dayikên Şemiyê bêyî ku guh bidin polîsan wêneyên windakiriyên xwe û qûrnefîl hilgirtin û daxuyanî dan çepemeniyê. Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen û lîstikvan Nûr Surer piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiya vê heftê de, aqûbet Huseyîn Toraman ê di 27’ê Cotmeha 1991’an de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û dûre agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
BERTEK NÎŞANÎ POLÎSAN DAN: HÛN ŞERMA XWE DIKIŞÎN IN
Dayika Mûrat Yildiz ê winda Hanîfe Yildiz bertek nîşanî polîsên dîmen dikêşandin dan û got: “Hûn şerma xwe dikişînin. Di dawiya dawî de emê biçin wê qadê.”
Dûre xwişka Hayrettîn Eren ê di 21’ê Mijdar 1980’iyan dibin çavan de hat windakirin Îkbal Eren, axivî. Eren, diyar kir ku ewê aqûbeta Huseyên Toraman ê berî 27 salan hat windarkirin bipirsin û ji bo wî edaletê bi xwazin.”
'SÛC DIKIN’
Eren, anî ziman ku li Tirkiyeyê bi sedan mirov dibin çavan de hatin windakirin û wiha got: “Bi tu awayî lêpirsînek xurt derbarê bûyer û faîlan de bi rêve nebirin. Îro peywirdarên çemawerî karên xwe xirab dikin û bi vî awayî sûc dikin. Bi sûcariya belavokên 1’ê Gulanê amadekirin, derbarê Huseyîn Toraman ê 24 salî de biryarar lêgerînê derxistin. Kesên kincên sivîl li xwe kiribûn, di destên wan de çek û telsîz hebûn, di 27’ê Cotmeha 1991’an de li ber deriyê mala Huseyên Toraman a li Kocamustafapaşa rawestiyan, bi darê zorê Toraman li wesayîta Torosa Spî ya plakeya 34 ATZ 56 siwar kirin û revandin. Bûyer li ber çavên welatiyên taxê, dikandar û hevjîna Huseyîn pêk hat. Lê gel vê yekê jî 27 salin agahî ji Toraman nayê girtin. Dayika Huseyên Hatîce Toraman ji bo kurê xwe bibîne bi serokwezîrê demê Suleyman Demîrel re hevdîtin dike. Demîrel jê re dibêje ‘Ma kurê te di berîka min deye, derbixin û bidim te?’ Hemû lêpirsînên derbarê bûyerê de hatin vekirin bê encama man. Heya ku daxwazên me yên edalet û heqîqetê neyên cih, em ê dest ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin û hewl dibin li Qada Galatasarayê kom bibin.”
DAYÎKA TORAMAN: 27 SALIN RONDIK JI ÇAVÊN MIN DIBARIN
Dayika Huseyîn Toraman Hatîce Toraman piştî axaftina Eren, axivî û wiha got: “Gelo çima Mehmet Agar ji min re derew kir? Rojnamegeran jî nûçea kurê min çênekirin. Ma dewlet mirovên xwe serwinda dike? Heya ku neyê serê mirov, mirov nizane. Bi êrîş û zextan dixwazin me bêdeng bikin. Ev 27 salin bêdeng nebûm û ezê tu carî bêdeng nebim. 27 salin rondik ji çavên min dibarin. Ji dayîkên şemiyê jî ditirsin. Qad li me girtin. Hemû derdên me zarokên me ne. Em libenda agahiya zarokên xwe ne. Agahiya zarokên me bidin me, bila qesrên we, kursiyên we û wesayîtên we ji were bin. Divê hûn zarokên me bidin me.”
Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.