ENQERE - Meclîsa Jinê ya SES'ê, komxebata "KHK, Keda Jinê û Bêewlehiyê" li Otela Akarê pêk anî. Di komxebatê de Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku di hemû krizên dîrokê de her dem ewil jin ji kar hatine derxistin û be ewle hatine hiştin û wiha got: "Tenê reyek serketin û derketina ji nava kaosê heye. Ew jî têkoşîna bi rêxistin e."
Komxebata "KHK, Keda Jinê û Bêewlehiyê" ku Meclîsa Jinê ya SES'ê ya girêdayî KESK'ê li Otela Akarê pêk anî dest pê kir. Di komxebatê de Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden û gelek endam û rêveberên şaxên SES'ê yên bajarên cuda amade bûn. Li salona komxebatê pankartên “Jin, Jiyan Azadi”, “KHK dê biçin, em dê bimînin" û “Em dê bi keda jinê azad bibin" vekirin.
‘JI JINAN DITIRSIN'
Di komxebatê de ewil Hevseroka Gişti ya SES'ê Gonul Erden axivî. Erden, diyar kir ku di serdemek pir dijwar re derbas dibin û wiha got: "Di her serdemên zor de jinan rêya çareseriyê ditiye û jin dê niha jî dîsa li ber xwe bidin û gotina xwe bêjin. Em dê bi hevre dengê xwe bilind bikin. Em dê bi hevre li çareseriyê bigerin û bi biryar têbikoşin. Mayîna bi jinan re her dem pir cuda ye û her dem hestek pir xweş e. AKP ku her tiştê kar ji bo xwe pîroz dibîne, herî jêde ji jinê ditirse. Ji jina bi rêxistin û zane pir ditirse. Ji ber vê yekê jî ewil êrîşî jinê û keda jinê dike. Ewil dixwaze hêz û rêxistina jinê belav bike. Em jî diyar dikin ku hêza herî mezin biryara têkoşîna hevpar e. Têkoşîna bi rêxistinî ye. Di demên dijwar de berî her tişti êrîşî jinan dikin. Di serdema OHAL'ê de jinan bi înat gotina xwe gotin. Îktîdar ji bo xwe ewle bibîne ewil berî jinê û ewlehiya jinê dike. Jinan ji kar dûr dixe û bê ewle dihêle. Dixwaze jinê di malê de heps bike û bêdeng bike. Mêtîngeriya li ser jinê bêtir kûr dike. Rêya derketina ji kaosê têkoşîna bi rêxistin e. Bi deh hezaran jin bêyî pirsan ji wan bike û hincetê nîşanî wan bide dawî li karê wan anîn. Em dê hemû bi hevre pirsa "Ewlekarî çiye? bipirsin. Em dê bi biryara têkoşînê nîşan bidin ku rêxistinbûna jinê hêza herî mezin a li dijî jiyanê ye."
EV NE KRÎZA ABORÎ YE, EV KRÎZA KAPÎTALÎZMÊ YE
Sekretera Giştî ya SES'ê Selma Atabey jî ewil kesên di 10'ê Cotmehê li GAR'a Enqereyê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: “Berî her tiştî divê baş bê zanîn êdî reklamên neo-libereal û kapitalizmê yên aramî, bitirî û bolviriyê yên bi destê îktîdara AKP'ê ketine meriyetê êdî bi dawî bûn. Em dizanin ku xwezaya kapitalizmê xwezayek bi krîz e. Kapitalizm, ji bo pereyan belav bike divê her dem krîzê ava bike. Ez nabêjim krîza aborî. Navê vê yekê krîza kapitalizmê ye. Polîtikayên şer sedema krîzê ye. AKP êrîşî hemû jinên sendîkayî û ne sendîkayî dike. Avêtina karkerên Flormarê yek ji vê mînakê ye. Ev krîz ne krîza îro ye. Sedema ku heta îro hat şerê li tirkiye berdewam dike ye. Rola şerê li Tirkiye bandorek mezin li ser krîzê dike."
MALIYETA OPERASYONA EFRÎNÊ ZÊDEYÎ 1 MILYON DOLAR E
Atamay, da zanîn ku tenê maliyeta operasyona Efrinê zêdeyî 1 milyon dolar e û wiha bi dawî kir: "Her ku Tirkiye li dijî herêma Iraqê balafirek şer a F- 16 difirîne, saetek maliyeta wê ya bombekirinê 25 hezar dolar e. sala par li Iraqê 399 operasyonên hewayî pêk anîn. Maliyeta ve yekê ya personelan ji heye. Bi qasî butçeya şer ji butçeya tenduristi û mafê tewawîtan re naqetîne Tirkiye zerar dike. Feraseta yekperest hebûna xwe li ser ked, nasname û bedena jinê dide avakirin. Ji bo xizmeta sermaye û şer bike dixwaze jin zarokan çêkin. Zimanê îktîdarê yê nijadperest, zayendîperest, olperest û siyasî di heman demê de zimanekê zayendîperestiyê ye. Ev ziman bêtir re li pêş kuştina jinan vedike. Em dê KHK, bêewlebûn, newekheviya zayenda civakî, cudakarî, polîtîkayên rejîma otoriter û tundiyê li ser xizmeta civakî û tenduristiyê bi hevre niqaş bikin. Em dê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna bi rêxistinî pêş bixin. çareserî di rêya têkoşina bi rêxistin de ye."
Sekretera Jinan a KESK'ê Gulistan Atasoy jî anî ziman ku ew di nava pergala mêrê mêtinger û serdest de têkoşîna hebûn û nasnameyê didin û wiha got: "Ji bo AKP di rejima nû de krîzê derbas bike dixwaze sûdê ji dewletê û pergala kapitalizmê bigire û xwe bi hêz bike. Divê em destûrê nedin vê yekê. Soza me ya em têkoşînê bi rêxistin bikin heye."
Komxebat bi mijara “Di qada xizmetên tenduristî û civakî de keda jinê" berdewam bike.