BÛRSA - Parêzer û wasiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan; Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Serrdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Dozgeriyê daxwaza hevdîtinê red kir.
Parêzer û wasiyê Rêberê PKK'ê Adbullah Ocalan Mazlûm Dînç ji bo biçe Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Dozgeriyê daxwaza hevdîtinê red kir. Serlêdana 19’ê Cotmehê hatibû kirin, bi hinceta “Li gorî Qanûna Darbarê Înfazê ya Tedbîr a Ceza û Ewlekariya Hejmara 5275’an, mafê hikûmxaran hatiye sînordarkirin” hatibû redkirin.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an, Heyeta Îmraliyê ji 5'ê Nîsana 2015'an û Malbata Ocalan jî j 11'e Îlona 2016'an ve nikarin biçin bi Oclana re hevditin bikin.