NÎGDE - Li Nîgdeyê karkerê 50 salî Selîm Surgît ê ji qada 9'an ket xwar, jiyana xwe ji dest da. Karkera çandiniyê ya 56 salî Nazli Unal jî dema li nava zeviyê îsot kom dikirin, kamyonet lê qelibî û di bin kayonê de ma û jiyana xwe ji dest da.
Karkerê 50 salî Selim Surgit ê li Navçeya Bor'ê ya Nîgdeyê ji qada 9'an ket jiyana xwe ji dest da. Sirgît, dema eniya derve mante dikir ket xwar û jiyana xwe ji dest da. Li Ozguzelî ya Dîlokê jî karkera çandiniyê ya 56 salî Nazli Unal ku dayika 8 zarokan bû, dema li nava zeviya îsotan, îsot kom dikirin kamyonet lê qelibî û di bin kamyonetê de can da. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), li ser hesabê twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku karkerê înşaetê yê 50 salî Selîm Surgît li Nîgdeyê û Nazli Unal ji li Dîlokê jiyana xwe ji dest dan.