Şanohezan Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê eciband

  • rojane
  • 09:15 23 Cotmeh 2018
  • |
img

WAN – Şanohezan diyar kir ku Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê ji bo wan bû cihê kêfxweşiyê û xwestin çalakiyên bi vî rengî bidomin. 

Şanoya Mencelê bi dirûşmeya "Xeyalek, lîstikek û azadî" di navbera 13-21'ê Cotmehê de Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê li dar xist. Mîhrîcan tevî hemû bêderfetiyan jî hat lidarxistin û bala şanohezan kişand. Şanohezan, diyar kir ku mîhrîcana şanoyê ji bo wan bû cihê kêfxweşiyê. 
 
'JI BO WANÊ BAŞ BÛ' 
 
Naîm Ozden, diyar kir ku mîhrîcan ji bo ziman, çand û hunerê pir girîng bû û got: "Ev mîhrîcan ji bo Wanê baş bû. Em dixwazin mîhrîcanên bi vî rengî dewam bikin. Em naxwazin tenê bi şanoyê bê sînordarkirin. Em dixwazin mîhrîcanên muzîk, pirtûk û wêneyan jî bên lidarxistin. Wê mîhrîcanên cuda bala waniyan bikişîne. Em malavayiya Şanoya Mencelê û xebatkarên wê dikin. Di vê rewşa zor û zehmet de mîhrîcaneke xweşik li dar xistin. Helbet ev ji bo wan jî zehmet bû. Jixwe em vê yekê ji organîzekirina wê fêm dikin. Hêvîdar im mîhrîcanên bi vî rengî bidomin." 
 
'BÊHNA ME DERKET' 
 
Xwendekarê Zanîngeha Wanê Mûrat Kizilkaya jî, diyar kir ku ew ji ber mîhrîcanê kêfxweş bûne. Kizilkaya got: "Bi mîhrîcanê bêhna me derket. Lîstikên hatin lîstin pir xweş bûn. Lîstikvan jî pir baş bûn. Hemû lîstik watedar bûn. Ji ber vê pir kêfxweş im. Malavayiya wan dikim." 
 
'DIVÊ HER SAL BÊ LIDARXISTIN' 
 
Şahîn Tanrikûlû jî, diyar kir ku divê mîhrîcanên bi vî rengî her sal bên lidarxistin û got: "Çi dibe bila bibe, dema mirova cara ewil tiştekî li dar bixe, helbet kêmasî çêdibin. Lîstik li AVM'eyekê li eywaneke şanoyê hatin pêşandin. Her çend eywan biçûk bû jî, lê dema lîstik dest pê dikir her tişt dihat jibîrkirin û em li ser lîstikê hûr dibûn. Biçûkbûyîna eywanê nedihat bîra me." 
 
Tanrikûlû, bilêv kir ku mîhrîcana ku bi zor û zehmetiyan hat lidarxistin pir xweş bûye û got: "Ji gelek deveran lîstikvan hatin. Ya diket ser milê me jî ew bû ku em tev li van çalakiyan bibin. Em dixwazin her sal bê lidarxistin." 
 
‘MÎHRÎCANEKE WATEDAR BÛ' 
 
Berîvan Darbeyoglû jî got: Lîstik pir xweş bûn. Lîstikvan jî pir hêja û dilnizm bûn. Pêdiviya gelê Wanê bi lîstikên bi vî rengî heye. Bi vê mîhrîcanê hindik me jî ev pêdivî pêk hat. Ji ber cara ewil hat lidarxistin helbet kêmsiyên wê hebûn, lê me keda hatiye dayîn dît û loma kêmasî li ber çavan nedixuyan. Ji ber tev li mîhrîcaneke wisa bûm kêfxweş im." 

Sernavên din

23/10/2018
15:15 Temellî: Werin li ser maseyê rûn in
14:07 Li Êlihê pevçûn derket: kesek mir û 3 kes birîndar bûn
13:59 HDK: Ne erdhej, pergala rantê dikuje
13:15 Pevçûn li çoltera Kerboranê derket: 2 leşker birîndar bûn
12:39 Daxuyaniya Bahçelî ya ‘tifaq bi dawî bû’ dolar bilind kir
12:03 Serlêdana parêzeran a 757’an hat redkirin
11:16 7 salê erdheja Wanê derbas bû: Hêj êşa erdhejê didome
10:15 Dayika 10 meh in çaverê ye: Hestiyên kurê xwe dixwazim
10:15 Gundî dixwazin stasyona bazê bê rakirin
09:57 ‘Me malê tu kesî xesp nekiriye’
09:20 Jinên SES'î dê komcivîna 'KHK, Keda Jinê û Bêtemînatî'yê li dar bixin
09:19 HDP hewl dide li herêmê îtifaqa kurd, li rojavayê jî Eniya Demokrasiyê çêbike
09:19 Li Îzmîrê di mehekê de sîxurtî li 10 kesan hat ferzkirin
09:18 'Divê jin ji xwe re qadên îstihdamê biafirînin'
09:17 3 sal in Gever di nav toz û heriyê de ye!
09:16 Qeyûm otoparka pirqatî ya Wanê vediguherîne AVM'ê
09:15 Şanohezan Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê eciband
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2018'AN
22/10/2018
21:07 Li Amedê der barê 7 kesan de biryara girtinê
17:03 Di doza Safîturk de biryar hat dayîn
15:43 Di doza Qeymeqam Safîturk de, ji bo biryarê navber hat dayîn
15:31 Heyeta doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dîsa guherî
15:18 ÎHD: Divê Sonda Xwendekaran paşve neyê anîn
14:53 Bûyerek din a revandinê: Li HDP’ê çi dibêjin ji me re bêje, dê kes têlilî te nebe!
14:22 Bîlgen: Bûyera Kaçikçi bê niximandin Tirkiye jî şirîk e
14:04 Dema karkeran xwest daxuyanî bidin, maeşê wan hat dayîn
13:45 Di kontrola rêya Nisêbînê de bi metreyan wesayet hatin rawestandin
13:19 Karkerên Balafirgehê vê carê ji bo mûçeyên xwe dest ji kar berdan
12:37 Pîrebokên Kampûsê ji bo berdana endama xwe dest bi kampanyeya îmzeyan kir
12:22 Îfade dana der barê bûyera Kaşikçi de didome
11:47 Li Idlîbê lîstûk ji nû ve tê lîstîn: Çav vegeriyan ser civîna Stenbolê
11:39 Doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dest pê kir
10:47 Leşkerekê li Dîlokê firar kir xebatkarên mexazayekê rehîn girtin
10:19 Jinek hat qetilkirin
10:19 Penaber noqî avê bûn: 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
09:46 Bihuştek veşartî: Salordek
09:26 Helbestvan Bereh: Wêje û ziman ruhê neteweyekê ye
09:16 DÎSK-AR: Krîz encam polîtîkayên 16 salan e
09:16 Di Herêma Serbest de karker çewisandin serbest e!
09:15 'Jin ji bo fatûreya kêm bidin divê bêtir xwe bi rêxistin bikin'
09:14 ‘Pêşnûmeya efûyê bê qebûlkirin dê tehdîta li dijî jinan zêde bibe’
09:13 Kaçmaz: Pereyê gel didizin û şaredariyan deyndar dikin
09:13 Di doza Safîturk de li benda biryarê ye: Bi darizandina adîl dê tev beraet bikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2018'AN
21/10/2018
19:33 Serokên baroyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê diyar bûn
17:34 Şaredariya Sîlopî nûçe piştrast kir û parastina 'Mexdûriyetê' kir
17:13 Osman: Pêwiste Kongreya Neteweya Kurdistan pêk bê
16:41 Oluç: Hilbijartin di heman demê de referanduma hiqûq û demokrasiyê ye
16:03 Partiya Pêşerojê ya Sûriye: Em Sûriyeke demokratîk dixwazin
14:44 Rojnameger Kartal hat girtin
13:13 Karkerên 27 rojin kar berdane: Em bi piştgiriyê bêtir xurt dibin
13:09 HDP’ê bi partiyên kurd re civîn li dar xist
12:54 Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê: Di koordînatên girtekan de hestiyên winayan hat dîtin
12:44 Temellî bersiv da Erdogan: Em ê di hilbijartinê de mîna Amedsporê bi ser bikevin
10:26 Bi 'Henekî' gule berda serî û kuşt
10:15 Çelebî ku 22 salin girtî ye 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwestin
09:56 Encama fermî ya hilbijartina Herêma Federe ya Kurdistanê aşkere bû
09:14 Li odeyeke 3 metreyî li aqûbeta xizmên xwe digerin
09:13 Saleke Serfermandariyê bersiv nedaye
09:11 Parêzerê hat berdan: Parastin bi êrîşan re rûbirû ye
09:09 Berdevkê Komîteya Krîzê: Rewşa Tirkiyeyê ji ya Arjantînê jî xirabtir e
09:08 Akademîsyenên îxrac bûn, ji bo zarokan şahiyê li dar dixin
09:04 Nexweşîna Arîna 15 mehî girantir dibe
09:03 'Helwesta Bekir Kaya wê muxalefeta civakî xurtir bike'
09:01 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2018'AN
08:06 Karkerê ji qadê 10 ket jiyana xwe ji dest da
20/10/2018
20:27 Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
20:19 Li Desteya Giştî ya Enqereyê bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê
19:55 Tedawiya girtiyê nexweş Salîh Gun bi derengî tê xistin
18:38 Rojên Wêjeya Berawirdiyê bi çalakiyên cur bi cur didome
17:29 Erdogan bêyî behsa HDP’ê bike deng ji Amediyan xwest
17:28 Parlamenterê HDP’ê û aborînas Katircioglu: Em dikevin krîzek kûr
16:51 Parêzara Ocalan: Divê li dijî tecrîtê em xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin
16:44 Namzeta ODAV'ê Keskîn: Em ne esker em hiqûqnas in
15:38 ‘Girtiya nexweş Sîsê Bîngol berdin'
15:37 ÎHD: Girtiyê nexweş Aksû serbest berdin
14:52 Turkdogan: Hewl didin mirovan winda bikin
14:43 Ji girtiyê nexweş Atli re azadî xwestin
14:37 Pervîn Bûldan: Demokrasî bêyî jinê pêş nakeve
14:11 Diwarê atolyeya tekstîlê hilweşiya: 2 karker mirin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosun û Aydemîr pirsîn
12:59 Lijneya Giştî ya Baroya Stenbol bi çalakiyê dest pê kir
12:26 Doz li rêveberên Amedsporê vekirin
11:58 Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal e
Turk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin
11:50 Wênegir Ara Guler tê oxirkirin
11:31 Şêniyên Amedê: Heke gel ji qeyûman kêfxweş be lê ev tirs çi ye?
11:01 Îfadeya şahidê doza Safiturk: Erê, Na!
10:38 Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome
10:30 Li Wanê di ‘Roja Muxtaran’ de 16 muxtar ji kar hatin avêtin
10:11 Karkerên jin ên rastî dijwariya krîzê tên: Ev ne edalet e
10:00 Ji bo Erdogan ketina Sûrê qedexe kirin
09:51 Miduriyeta Perwerdehiyê ji bo hatina Erdogan seferber bû
09:39 Girtiyê nexweşiya Wernicke Korsakoffê nayê berdan
09:20 Li Hezoyê 9 keya ji peywîrê hatin girtin
09:19 ‘Divê hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê'
09:18 Girtiya hat sewqkirin: Di rê de em hatin derbkirin
09:18 Gelê Wanê: Em ê şopdarê doza Bekir Kaya û hevalên wî bin
09:17 Ergîn Xelikan: Muzîk deryayek bêbinî ye
09:16 Êdî kes nikare di dawetan de jî xwarinê bide
09:15 Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû