Şanohezan Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê eciband 2018-10-23 09:15:52 WAN – Şanohezan diyar kir ku Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê ji bo wan bû cihê kêfxweşiyê û xwestin çalakiyên bi vî rengî bidomin.  Şanoya Mencelê bi dirûşmeya "Xeyalek, lîstikek û azadî" di navbera 13-21'ê Cotmehê de Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê li dar xist. Mîhrîcan tevî hemû bêderfetiyan jî hat lidarxistin û bala şanohezan kişand. Şanohezan, diyar kir ku mîhrîcana şanoyê ji bo wan bû cihê kêfxweşiyê.    'JI BO WANÊ BAŞ BÛ'    Naîm Ozden, diyar kir ku mîhrîcan ji bo ziman, çand û hunerê pir girîng bû û got: "Ev mîhrîcan ji bo Wanê baş bû. Em dixwazin mîhrîcanên bi vî rengî dewam bikin. Em naxwazin tenê bi şanoyê bê sînordarkirin. Em dixwazin mîhrîcanên muzîk, pirtûk û wêneyan jî bên lidarxistin. Wê mîhrîcanên cuda bala waniyan bikişîne. Em malavayiya Şanoya Mencelê û xebatkarên wê dikin. Di vê rewşa zor û zehmet de mîhrîcaneke xweşik li dar xistin. Helbet ev ji bo wan jî zehmet bû. Jixwe em vê yekê ji organîzekirina wê fêm dikin. Hêvîdar im mîhrîcanên bi vî rengî bidomin."    'BÊHNA ME DERKET'    Xwendekarê Zanîngeha Wanê Mûrat Kizilkaya jî, diyar kir ku ew ji ber mîhrîcanê kêfxweş bûne. Kizilkaya got: "Bi mîhrîcanê bêhna me derket. Lîstikên hatin lîstin pir xweş bûn. Lîstikvan jî pir baş bûn. Hemû lîstik watedar bûn. Ji ber vê pir kêfxweş im. Malavayiya wan dikim."    'DIVÊ HER SAL BÊ LIDARXISTIN'    Şahîn Tanrikûlû jî, diyar kir ku divê mîhrîcanên bi vî rengî her sal bên lidarxistin û got: "Çi dibe bila bibe, dema mirova cara ewil tiştekî li dar bixe, helbet kêmasî çêdibin. Lîstik li AVM'eyekê li eywaneke şanoyê hatin pêşandin. Her çend eywan biçûk bû jî, lê dema lîstik dest pê dikir her tişt dihat jibîrkirin û em li ser lîstikê hûr dibûn. Biçûkbûyîna eywanê nedihat bîra me."    Tanrikûlû, bilêv kir ku mîhrîcana ku bi zor û zehmetiyan hat lidarxistin pir xweş bûye û got: "Ji gelek deveran lîstikvan hatin. Ya diket ser milê me jî ew bû ku em tev li van çalakiyan bibin. Em dixwazin her sal bê lidarxistin."    ‘MÎHRÎCANEKE WATEDAR BÛ'    Berîvan Darbeyoglû jî got: Lîstik pir xweş bûn. Lîstikvan jî pir hêja û dilnizm bûn. Pêdiviya gelê Wanê bi lîstikên bi vî rengî heye. Bi vê mîhrîcanê hindik me jî ev pêdivî pêk hat. Ji ber cara ewil hat lidarxistin helbet kêmsiyên wê hebûn, lê me keda hatiye dayîn dît û loma kêmasî li ber çavan nedixuyan. Ji ber tev li mîhrîcaneke wisa bûm kêfxweş im."