‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin'

  • rojane
  • 09:19 19 Cotmeh 2018
  • |
img

STENBOL - Endamê Înîsyatîfa Piştevaniyê ya Ji Bo Girtiyan Emrah Topaloglû, destnîşan kir ku tevî hemû çewisandinan jî girtî li girtîgehan jiyanê ava dikin û got: "Li derve deng çi qas bilind bibe dê binpêkirinên mafan jî ew qasî kêm bibin." 

Li girtîgehan her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Piştî nûçeyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeya Balikesîrê gef li jinên girtî tên xwarin, vê carê jî li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê derket holê ku dest û piyên girtiyên siyasî tên kelemçekirin û bi vî awayî tên îşkencekirin. Endamê Înîsyatîfa Piştevaniyê ya Ji Bo Girtiyan Emrah Topaloglû, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand. 
 
Topaloglû, bilêv kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan û îşkence derketina asta herî jor. Topaloglû, anî ziman ku li girtîgehan girtiyên siyasî li hemberî binpêkirinên mafan derdikevin û îktîdar jî ji bo vê hêza rêxistinbûyî bin pê bike bi zext û zoriyan bi ser wan de diçe. 
 
‘REWŞA AWARTE BI DAWÎ BÛ, LÊ ÎŞKENCE DEWAM DIKE' 
 
Topaloglû, diyar kir ku di demên dawî de îşkence zêde bûye û sedama vê jî ew e ku tê xwestin Rewşa Awarte bi vî awayî mayînde bibe. Topaloglû got: "Bi îlankirina Rewşa Awarte re erkên bêsînor xistin destê raayedaran û ji bo tawîz ji van erkan neyê dayîn zext tên zêdekirin. Mînak, jimariya li ser piyan bi Rewşa Awarte re dest pê kir, lê belê her çend dawî li Rewşa Awarte hatibe jî ev yek hîn jî didome. Girtiyên ku vê yekê qebûl nakin jî tên îşkencekirin." 
 
Topaloglû, diyar kir ku li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li derve derdoreke hestiyar heye, lê belê ev derdor jî belawela û nerêxistinkirî ye û got: "Ev çend sal in bijîşk, parêzer, parlementer, karmend, karker, xwendekar yanî ji her derdorê mirov tên girtin. Lê belê dema mirov vê yekê tenê wekî ji ber saziyên tê de cih girtina û hatine girtin bibîne, dê ev yek rê li ber dijderketinê bigire. Divê sazî bi awayekî giştî li meseleya girtîgehê binerin û rê li ber dengderxistineke perçeperçeyî bigirin. Di vî warî de platformeke berfireh 'Platforma Têkoşîna Li Hemberî Yektîpiyê' heye. Ev platform ji her derdorî kesên muxalif bi rêxistin kir û bi ser ket." 
 
‘DIVÊ PIŞTEVANÎ ZÊDE BIBE' 
 
Topaloglû, destnîşan kir ku divê li hemberî binpêkirinên mafan û îşkenceyan bbi awayekî giştî liv û tevgerek hebe. Topaloglû, bilêv kir ku li derve deng çi qas bilind bibe, dê li hundir jî binpêkirinên mafan ew qasî kêm bibin. Topaloglû, anî ziman ku li girtîgehan girtî tevî hemû zext û zoriyan jî jiyanê ava ddikin û got: "Ji girtîgehan bi dexan xebatn nivîsandinê derketin. Wêneyên li girtîgehan hatin çêkirin bi saya "Ekîba Gorulmuştur' li tevahiya welat û cîhanê hatin pêşandan. Girtî li hemberî şert û emrcên girtîgehê li ber xwe didin. A dikeve ser milê me jî ew e ku em vê piştevaniyê zêde bikin û xurtir bikin. Em dikarin li gor derfetên xwe destekê bidin girtiyan." 
 
‘JI BO GIRTIYAN TU DIKARÎ ÇI BIKÎ?' 
 
Topaloglû, kampanyaya "Ji bo girtiyan dikarî çi bikî?" ku di meha Tîrmehê de dan destpêkirin jî bi bîr xist û got: "Em ji bo girtîgehan bang li kesên hestiyar dikin û dipirsin hûn dikarin çi bikin. Mînak, em arşîva xwe ya notayan bi girtiyên li girtîgehê bi muzîkê re eleqedar dibin re dişînin. Em ji girtiyên ku çîrokan dinivîsînin nameyan dişînin. Em dikarin bi hevdu re vê torê berfireh bikin. Ji bîr nekin, kartek, merhebayek an jî pirtûkeke ji bo girtiyan dibe cihê kêfxweşiyeke mezin." 
 
MA / Melike Ceyhan 

Sernavên din

20/10/2018
09:15 Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû
09:15 Colemêrgî dixwazin Leyla Guven li kuçe û kolanên bajêr be
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2018'AN
19/10/2018
19:00 Koç: Di salek dawî de çend eskeran întîhar kiriye?
18:10 Serlêdana wasiyê Ocalan a ji bo hevdîtinê hat redkirin
16:58 Gulser Yildirim a HDP'î nehat berdan
16:28 Dozger îtîrazî berdana kesên li Amedê hatin berdan kir
15:59 Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî tê danîn
15:23 Li zeviya vala 6 saetan îşkence lê kirin
14:39 Oluç ji Erdogan re got: Xwezî te li Tirkiyeyê jî xweserî biparasta
14:26 Rapora ÎHD'ê: Girtî ji ber fikrên polîtik rastî binpêkirina mafan tên
13:58 Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir
13:52 Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
13:35 Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin
13:33 Bi ziyareta gora Tahîr Elçî dest bi xebatên xwe kirin
13:21 Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir
12:58 Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat
12:16 HDP dê li Amedê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike
12:13 Di doza Nisêbînê de kes nehat berdan: Şahidekî di rojekê de 343 kes teşhîs kir!
12:12 Serokê SGP’ê Qeftan: Sûriye ne ya Baasê ye ya gelan e
11:50 Gergerlîoglu: Tê plankirin ku 255 girtîgehên nû çêkin
11:31 Ewil derp kirin dûre ceza kirin
11:20 Li Bêrecûkê keyayek hat girtin
10:46 Eywana Heskîfê jî bar kirin
10:40 100 rojin li cenazeyê kurê xwe digerin
10:25 Polîsan endama Meclîsa Dayika Aştiyê Medine Kaymaz binçav kirin
10:12 Qeyûmên Silopiyayê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî difiroşin rêveberên AKP'î
09:54 ‘Mesrefên xizantiyê jinan naparêze’
09:21 Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand
09:20 Cotkar ji mecbûrî dê traktora xwe bifiroşe
09:19 ‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin'
09:18 Esnafên Ataşehîrê: Hindik maye em top bavêjin
09:18 Waniyan bersiv da Erdogan: Em ê li ser sindoqan hev bibînin
09:17 Piştî arvan û nan biha bû, gel berê xwe dide aş
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2018'AN
18/10/2018
19:15 Li Bekir Kaya 8 sal û 3 meh ceza birîn
16:56 3 rêwiyên Avûstûralya li balafirgehê hatin binçavkirin
16:13 HDP'î Erbaş û Oba serbest berdan
16:12 ‘Hedef nîşandana KESK’ê nayê qebûl kirin’
15:56 Temellî: Hiqûq tune êrîşa tolê ya îktidarê heye
15:40 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:56 Doza Nisêbînê di roja çaran de ye: Emniyet û daraz delîlan reş dikin
14:24 Serokên Şaxên Halkevlerî hatin berdan
14:13 Hekîmê Cezayê Asliyê rawestandina darizandina wekîlan red kir
14:02 Doza Hatun Tugluk hat taloqkirin: Bersûcan li danişînê selfîe kişandin
13:55 ‘Edalet birehetî nayê qezenc kirin’
13:21 'Jinan mahkûmî tundî û hevneberdanê dikin'
12:41 Gur ket nav pez û 50 mî kuşt
12:29 Ji karkerên Balafirgehê 6 kes hatin berdan
12:25 Di doza ‘îşkencê’ ya Nisêbîn de dimenên nezaretxaneyê jêbirin!
12:05 Xwestin xebatkarê Navenda Giştî ya HDP'ê birevînin
12:04 Parêzeran cara 756’emîn serî li Serdozgeriyê da
11:53 Aborînas Onder: Gel di nava Sernameydar û polîtîkavan de di pelçiqe
11:51 Jina di qezaya kamyonê de bi birîndarî rizgar bû: Hevjîn û 2 zarokên min windane
11:51 ‘Li Reqayê dengê hêviyê olan dide’
11:42 Prz. Ozdogan: Şahidê Nepen li gorî rewş û pêvajoyê dikin amûr
11:10 Mizrakli: Tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe
10:51 Rojnameger Evren a hat girtin: Ewil dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin
10:34 Di şûna Leyla Guven de li Colemêrgê ne
10:09 Pêşnûmeya butçe pêşkêşî Meclîsê hat kirin
10:02 Keyayên Mêrdînê yên hatin dûrkirin: Em ne bi tayînkirinê bi hilbijartinê hatin
09:23 ‘Dê gel di hilbijartinê de hesab ji qeyûman bipirse'
09:22 Nivîskarên nikarin pirtûkên xwe bibînin
09:21 707 cenaze li goristanên bêkesan û morgên nexweşxaneyan e
09:20 Polîsan gef li namzetê HDP'ê xwar!
09:20 Gundiyan behsa qedexeya ku 8 rojan dewam kir kirin
09:19 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Wê gel di sindoqê de hesab bipirse
09:18 Colemêrgî: Gotina 'em ê qeyûm tayîn bikin' şantajeke siyasî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2018'AN
07:46 Raportora PE'yê Pîrî, Ahmet Turk ziyaret kir
17/10/2018
16:56 ÎHD: Penaber parçeyek jiyana wekhev a mirovahiyê ne
16:41 Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê Gokhan dest bi greva birçîbûnê kir
16:30 15 muxtar li Lîcê ji peywirê hatin girtin
16:13 Jina rastî tundiyê hat ji kar hat avêtin
16:01 Karkerê li pêş CHP'ê çalakî pêk anî rastî êrîşa ‘Tu HDP’î ye' hat
15:48 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
15:27 Sibê dê mutala Doza Nisêbînê bê xwestin
15:00 Temellî dê beşdarî danişîna doza Bekîr Kaya bibe
14:59 'Rêveberiyên Halkevlerî berdin'
14:47 ‘Temaya kedê di wêjeya kurdî de tune ye’
14:33 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan : Suvarîogullari berdin
14:25 Pênûs û lênûstê nadin rojnameger Akgul
14:22 Temellî: Em dê bi namzetên gel qeyûman paqij bikin
13:56 Îdianameya der barê rojnameger Kobulan de hat qebûlkirin
13:45 Li Qamişlo jinekê 5 zarok anîn dinê
12:46 Katî Pîri malbata Demirtaş ziyaret kir
12:17 Eskerê Rihayî li Enqereyê li nobetê kuştî hat dîtin
12:02 Aktîvîsta TJA Çerçel hat berdan
11:45 Mele û muftî peyvirdarê çi ne?
11:41 Muxtarek li Riha hat binçavkirin
11:29 Mamosteyê nehat tayînkirin întîhar kir
11:28 Danişîna kesên êrîşî cenazeyê Hatûn Tûglûk kirin sibe tê dîtin
11:14 Yîgît: Komên çekdar her kêlî dibe li Idbilê dest bi şer bikin
11:09 Temellî: Dosyeya Leyla Guven ezmûna rûmeta Meclîsê ye
10:18 Qeyûm pereyê şaredariyê li Rêyên Bejayî xerç dike
10:03 Hevî Mustefa: Têkoşina kurdan dê li Sûriye aramiyê pêş bixe
09:36 Prz. Dogan: Biryara der barê Brûnson de pêkenok e
09:15 Zêrê spî îsal rûyê mirovan keyfxweş nekir
09:14 Gelê Xelfetiyê: Roja qeyûm hat xizmet qediya
09:13 Rojnamevanên jin: Em ê karê xwe bidomîn in