‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin' 2018-10-19 09:19:40 STENBOL - Endamê Înîsyatîfa Piştevaniyê ya Ji Bo Girtiyan Emrah Topaloglû, destnîşan kir ku tevî hemû çewisandinan jî girtî li girtîgehan jiyanê ava dikin û got: "Li derve deng çi qas bilind bibe dê binpêkirinên mafan jî ew qasî kêm bibin."  Li girtîgehan her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Piştî nûçeyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeya Balikesîrê gef li jinên girtî tên xwarin, vê carê jî li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê derket holê ku dest û piyên girtiyên siyasî tên kelemçekirin û bi vî awayî tên îşkencekirin. Endamê Înîsyatîfa Piştevaniyê ya Ji Bo Girtiyan Emrah Topaloglû, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand.    Topaloglû, bilêv kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan û îşkence derketina asta herî jor. Topaloglû, anî ziman ku li girtîgehan girtiyên siyasî li hemberî binpêkirinên mafan derdikevin û îktîdar jî ji bo vê hêza rêxistinbûyî bin pê bike bi zext û zoriyan bi ser wan de diçe.    ‘REWŞA AWARTE BI DAWÎ BÛ, LÊ ÎŞKENCE DEWAM DIKE'    Topaloglû, diyar kir ku di demên dawî de îşkence zêde bûye û sedama vê jî ew e ku tê xwestin Rewşa Awarte bi vî awayî mayînde bibe. Topaloglû got: "Bi îlankirina Rewşa Awarte re erkên bêsînor xistin destê raayedaran û ji bo tawîz ji van erkan neyê dayîn zext tên zêdekirin. Mînak, jimariya li ser piyan bi Rewşa Awarte re dest pê kir, lê belê her çend dawî li Rewşa Awarte hatibe jî ev yek hîn jî didome. Girtiyên ku vê yekê qebûl nakin jî tên îşkencekirin."    Topaloglû, diyar kir ku li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li derve derdoreke hestiyar heye, lê belê ev derdor jî belawela û nerêxistinkirî ye û got: "Ev çend sal in bijîşk, parêzer, parlementer, karmend, karker, xwendekar yanî ji her derdorê mirov tên girtin. Lê belê dema mirov vê yekê tenê wekî ji ber saziyên tê de cih girtina û hatine girtin bibîne, dê ev yek rê li ber dijderketinê bigire. Divê sazî bi awayekî giştî li meseleya girtîgehê binerin û rê li ber dengderxistineke perçeperçeyî bigirin. Di vî warî de platformeke berfireh 'Platforma Têkoşîna Li Hemberî Yektîpiyê' heye. Ev platform ji her derdorî kesên muxalif bi rêxistin kir û bi ser ket."    ‘DIVÊ PIŞTEVANÎ ZÊDE BIBE'    Topaloglû, destnîşan kir ku divê li hemberî binpêkirinên mafan û îşkenceyan bbi awayekî giştî liv û tevgerek hebe. Topaloglû, bilêv kir ku li derve deng çi qas bilind bibe, dê li hundir jî binpêkirinên mafan ew qasî kêm bibin. Topaloglû, anî ziman ku li girtîgehan girtî tevî hemû zext û zoriyan jî jiyanê ava ddikin û got: "Ji girtîgehan bi dexan xebatn nivîsandinê derketin. Wêneyên li girtîgehan hatin çêkirin bi saya "Ekîba Gorulmuştur' li tevahiya welat û cîhanê hatin pêşandan. Girtî li hemberî şert û emrcên girtîgehê li ber xwe didin. A dikeve ser milê me jî ew e ku em vê piştevaniyê zêde bikin û xurtir bikin. Em dikarin li gor derfetên xwe destekê bidin girtiyan."    ‘JI BO GIRTIYAN TU DIKARÎ ÇI BIKÎ?'    Topaloglû, kampanyaya "Ji bo girtiyan dikarî çi bikî?" ku di meha Tîrmehê de dan destpêkirin jî bi bîr xist û got: "Em ji bo girtîgehan bang li kesên hestiyar dikin û dipirsin hûn dikarin çi bikin. Mînak, em arşîva xwe ya notayan bi girtiyên li girtîgehê bi muzîkê re eleqedar dibin re dişînin. Em ji girtiyên ku çîrokan dinivîsînin nameyan dişînin. Em dikarin bi hevdu re vê torê berfireh bikin. Ji bîr nekin, kartek, merhebayek an jî pirtûkeke ji bo girtiyan dibe cihê kêfxweşiyeke mezin."    MA / Melike Ceyhan