Keyayên ji peywirê hatin girtin: Wê gel di sindoqê de hesab bipirse

  • rojane
  • 09:19 18 Cotmeh 2018
  • |
img

WAN - Li Wanê keyayên ku Wezareta Karên Navxweyî ew ji peywirê girtin, diyar kirin ku bêyî der barê wan de lêpirsînek hebe ji peywirê hatine girtin û ev yek dûrî demokrasiyê ye û dê gel hesabê vê yekê di sindoqan de bipirse. 

 
Wezareta Karên Navxweyî, keyayên 103 gund û 156 taxan ji peywirê girt. Ji van keyayan 16 jê ên taxên 4 navçeyên navendî yên Wanê ne. Keyayê Taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtê Çetîn Bîlîr, Keyayê Taxa Suphanê Ayhan Komî û Keyayê Taxa Esentepeyê Ahmet Nanto, biryara hatiye girtin nirxandin. 
 
'EM VAN TAWANBARIYAN QEBÛL NAKIN' 
 
Çetîn Bîlîr anî ziman ku 10 sal in ew keyayê Taxa Şabaniyê ye. Bîlîr, diyar kir ku keya bi demokrasiyê tên hilbijartin û bi vî awayî dûrxistina wan a ji peywirê nayê qebûlkirin. Bîlîr got: "Gel bi hilbijartineke demokratîk em hilbijartin û li ser asasên 24 saetan me xizmeta gel dikir. 10 salan min keyatî kir, lê belê der barê min de lêpirsînek jî tune ye, lê ji peywirê hatim girtin. Tekane peywira me ew bû ku di navbera saziyên xizmetê û gel de me xizmeta gel dikir. Bêyî lêpirsînek hebe, nivîsek ji me re şandin û em ji peywirê girtin. Tiştên bi vî rengî demokrasiya welat texrîb dikin. Kî tê hilbijartin bila bê hilbijartin, lê dûrxistina wî/ê ya ji peywirê nayê qebûlkirin. Hêvîdar im rojek berî rojekê dev ji van polîtîkayên xwe yên çewt berdin û demokrasî bê welat. Tiştên em pê tên tawanbarkirin qebûl nakin. Ev tawanbarî derî hiqûqê ne." 
 
'DÊ GEL QEBÛL NEKE' 
 
Keyayê Taxa Esentepeyê Ahmet nanto jî, anî ziman ku 4 sal û nîv in ew keya ye û der barê wî de jî lêpirsînek tune ye. Nanto, destnîşan kir ku tu kes dûrxistina ji peywirê ya kesekî hatiye hilbijartin qebûl nake. Nanto got: "Berê bi hezaran kes ji şaredariyan dûr xistin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Helbet dê li vî welatî demokrasî bi ser bikeve. Wekî din tu rê tune ye. Dê teqez rojekê edalet pêk bê û dê ev çewtî neyên dubarekirin. Gelê me van tiştan qebûl nake. Kesên xwedî wijdan van pêkanînan qebûl nakin." 
 
'DÊ GEL DI SINDOQÊ DE BERTEKA XWE NÎŞAN BIDE' 
 
Keyayê Taxa Suphanê Ayhan Komî jî destnîşan kir ku divê rojek berî rojekê dev ji vê çewtiyê bê berdan. Komî, bi bîr xist ew bi dengên gel hatine hilbijartin û got: "Dema em bûn namzet me soz da ku çi ji destê me bê em ê bikin. Me soza xwe jî bi cih anî. Em baş dizanin keyatî û hilbijartin keyatiyê ji bo rêveberiya xwecihî pir girîng e. Tu keya li ser navê partiyekê nakeve hilbijartinê, li ser navê xwe dikevê. Em kesên bi dengên gel hatine hilbijartin bi neheqiyên mezin re rûberû ne. Beriya me bi hezaran kes ji şaredariyan hatin avêtin. Qeyûm hatin tayînkirin. Divê demidlest dawî li van pêkanînên antî demokratîk bê. Ji roja ku em ji peywirê hatine girtin şêniyên taxê li me digerin û dibêjin ew vê biryarê qebûl nakin. Heta gelek kes dibêjin 'jixwe 5 meh man, em ê dîsa te hilbijêrin.' Gel vê yekê qebûl nake û dê di hilbijartinê de di sindoqê de berteka xwe nîşan bide." 
 
Her wiha li taxên ku keyayên wan ji peywirê hatin girtin, di hilbijartina dawî de HDP'ê li Taxa Suphanê 7 hezar û AKP'ê jî hezar û 500 deng, li Taxa Şabaniyeyê AKP'ê 3 hezar û 200 deng, HDP'ê jî 6 hezar û 100 deng û li Taxa Hacibekirê AKP hezar û HDP'ê jî 7 hezar û 500 û li Taxa Esentepeyê jî AKP'ê hezar û 300 û HDP'ê jî hezar û 500 deng wergirtibûn. 
 
MA / Adnan Bilen

Sernavên din

20/10/2018
09:15 Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû
09:15 Colemêrgî dixwazin Leyla Guven li kuçe û kolanên bajêr be
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2018'AN
19/10/2018
19:00 Koç: Di salek dawî de çend eskeran întîhar kiriye?
18:10 Serlêdana wasiyê Ocalan a ji bo hevdîtinê hat redkirin
16:58 Gulser Yildirim a HDP'î nehat berdan
16:28 Dozger îtîrazî berdana kesên li Amedê hatin berdan kir
15:59 Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî tê danîn
15:23 Li zeviya vala 6 saetan îşkence lê kirin
14:39 Oluç ji Erdogan re got: Xwezî te li Tirkiyeyê jî xweserî biparasta
14:26 Rapora ÎHD'ê: Girtî ji ber fikrên polîtik rastî binpêkirina mafan tên
13:58 Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir
13:52 Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
13:35 Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin
13:33 Bi ziyareta gora Tahîr Elçî dest bi xebatên xwe kirin
13:21 Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir
12:58 Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat
12:16 HDP dê li Amedê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike
12:13 Di doza Nisêbînê de kes nehat berdan: Şahidekî di rojekê de 343 kes teşhîs kir!
12:12 Serokê SGP’ê Qeftan: Sûriye ne ya Baasê ye ya gelan e
11:50 Gergerlîoglu: Tê plankirin ku 255 girtîgehên nû çêkin
11:31 Ewil derp kirin dûre ceza kirin
11:20 Li Bêrecûkê keyayek hat girtin
10:46 Eywana Heskîfê jî bar kirin
10:40 100 rojin li cenazeyê kurê xwe digerin
10:25 Polîsan endama Meclîsa Dayika Aştiyê Medine Kaymaz binçav kirin
10:12 Qeyûmên Silopiyayê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî difiroşin rêveberên AKP'î
09:54 ‘Mesrefên xizantiyê jinan naparêze’
09:21 Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand
09:20 Cotkar ji mecbûrî dê traktora xwe bifiroşe
09:19 ‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin'
09:18 Esnafên Ataşehîrê: Hindik maye em top bavêjin
09:18 Waniyan bersiv da Erdogan: Em ê li ser sindoqan hev bibînin
09:17 Piştî arvan û nan biha bû, gel berê xwe dide aş
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2018'AN
18/10/2018
19:15 Li Bekir Kaya 8 sal û 3 meh ceza birîn
16:56 3 rêwiyên Avûstûralya li balafirgehê hatin binçavkirin
16:13 HDP'î Erbaş û Oba serbest berdan
16:12 ‘Hedef nîşandana KESK’ê nayê qebûl kirin’
15:56 Temellî: Hiqûq tune êrîşa tolê ya îktidarê heye
15:40 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:56 Doza Nisêbînê di roja çaran de ye: Emniyet û daraz delîlan reş dikin
14:24 Serokên Şaxên Halkevlerî hatin berdan
14:13 Hekîmê Cezayê Asliyê rawestandina darizandina wekîlan red kir
14:02 Doza Hatun Tugluk hat taloqkirin: Bersûcan li danişînê selfîe kişandin
13:55 ‘Edalet birehetî nayê qezenc kirin’
13:21 'Jinan mahkûmî tundî û hevneberdanê dikin'
12:41 Gur ket nav pez û 50 mî kuşt
12:29 Ji karkerên Balafirgehê 6 kes hatin berdan
12:25 Di doza ‘îşkencê’ ya Nisêbîn de dimenên nezaretxaneyê jêbirin!
12:05 Xwestin xebatkarê Navenda Giştî ya HDP'ê birevînin
12:04 Parêzeran cara 756’emîn serî li Serdozgeriyê da
11:53 Aborînas Onder: Gel di nava Sernameydar û polîtîkavan de di pelçiqe
11:51 Jina di qezaya kamyonê de bi birîndarî rizgar bû: Hevjîn û 2 zarokên min windane
11:51 ‘Li Reqayê dengê hêviyê olan dide’
11:42 Prz. Ozdogan: Şahidê Nepen li gorî rewş û pêvajoyê dikin amûr
11:10 Mizrakli: Tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe
10:51 Rojnameger Evren a hat girtin: Ewil dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin
10:34 Di şûna Leyla Guven de li Colemêrgê ne
10:09 Pêşnûmeya butçe pêşkêşî Meclîsê hat kirin
10:02 Keyayên Mêrdînê yên hatin dûrkirin: Em ne bi tayînkirinê bi hilbijartinê hatin
09:23 ‘Dê gel di hilbijartinê de hesab ji qeyûman bipirse'
09:22 Nivîskarên nikarin pirtûkên xwe bibînin
09:21 707 cenaze li goristanên bêkesan û morgên nexweşxaneyan e
09:20 Polîsan gef li namzetê HDP'ê xwar!
09:20 Gundiyan behsa qedexeya ku 8 rojan dewam kir kirin
09:19 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Wê gel di sindoqê de hesab bipirse
09:18 Colemêrgî: Gotina 'em ê qeyûm tayîn bikin' şantajeke siyasî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2018'AN
07:46 Raportora PE'yê Pîrî, Ahmet Turk ziyaret kir
17/10/2018
16:56 ÎHD: Penaber parçeyek jiyana wekhev a mirovahiyê ne
16:41 Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê Gokhan dest bi greva birçîbûnê kir
16:30 15 muxtar li Lîcê ji peywirê hatin girtin
16:13 Jina rastî tundiyê hat ji kar hat avêtin
16:01 Karkerê li pêş CHP'ê çalakî pêk anî rastî êrîşa ‘Tu HDP’î ye' hat
15:48 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
15:27 Sibê dê mutala Doza Nisêbînê bê xwestin
15:00 Temellî dê beşdarî danişîna doza Bekîr Kaya bibe
14:59 'Rêveberiyên Halkevlerî berdin'
14:47 ‘Temaya kedê di wêjeya kurdî de tune ye’
14:33 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan : Suvarîogullari berdin
14:25 Pênûs û lênûstê nadin rojnameger Akgul
14:22 Temellî: Em dê bi namzetên gel qeyûman paqij bikin
13:56 Îdianameya der barê rojnameger Kobulan de hat qebûlkirin
13:45 Li Qamişlo jinekê 5 zarok anîn dinê
12:46 Katî Pîri malbata Demirtaş ziyaret kir
12:17 Eskerê Rihayî li Enqereyê li nobetê kuştî hat dîtin
12:02 Aktîvîsta TJA Çerçel hat berdan
11:45 Mele û muftî peyvirdarê çi ne?
11:41 Muxtarek li Riha hat binçavkirin
11:29 Mamosteyê nehat tayînkirin întîhar kir
11:28 Danişîna kesên êrîşî cenazeyê Hatûn Tûglûk kirin sibe tê dîtin
11:14 Yîgît: Komên çekdar her kêlî dibe li Idbilê dest bi şer bikin
11:09 Temellî: Dosyeya Leyla Guven ezmûna rûmeta Meclîsê ye
10:18 Qeyûm pereyê şaredariyê li Rêyên Bejayî xerç dike
10:03 Hevî Mustefa: Têkoşina kurdan dê li Sûriye aramiyê pêş bixe
09:36 Prz. Dogan: Biryara der barê Brûnson de pêkenok e
09:15 Zêrê spî îsal rûyê mirovan keyfxweş nekir
09:14 Gelê Xelfetiyê: Roja qeyûm hat xizmet qediya
09:13 Rojnamevanên jin: Em ê karê xwe bidomîn in