Keyayên ji peywirê hatin girtin: Wê gel di sindoqê de hesab bipirse 2018-10-18 09:19:37 WAN - Li Wanê keyayên ku Wezareta Karên Navxweyî ew ji peywirê girtin, diyar kirin ku bêyî der barê wan de lêpirsînek hebe ji peywirê hatine girtin û ev yek dûrî demokrasiyê ye û dê gel hesabê vê yekê di sindoqan de bipirse.    Wezareta Karên Navxweyî, keyayên 103 gund û 156 taxan ji peywirê girt. Ji van keyayan 16 jê ên taxên 4 navçeyên navendî yên Wanê ne. Keyayê Taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtê Çetîn Bîlîr, Keyayê Taxa Suphanê Ayhan Komî û Keyayê Taxa Esentepeyê Ahmet Nanto, biryara hatiye girtin nirxandin.    'EM VAN TAWANBARIYAN QEBÛL NAKIN'    Çetîn Bîlîr anî ziman ku 10 sal in ew keyayê Taxa Şabaniyê ye. Bîlîr, diyar kir ku keya bi demokrasiyê tên hilbijartin û bi vî awayî dûrxistina wan a ji peywirê nayê qebûlkirin. Bîlîr got: "Gel bi hilbijartineke demokratîk em hilbijartin û li ser asasên 24 saetan me xizmeta gel dikir. 10 salan min keyatî kir, lê belê der barê min de lêpirsînek jî tune ye, lê ji peywirê hatim girtin. Tekane peywira me ew bû ku di navbera saziyên xizmetê û gel de me xizmeta gel dikir. Bêyî lêpirsînek hebe, nivîsek ji me re şandin û em ji peywirê girtin. Tiştên bi vî rengî demokrasiya welat texrîb dikin. Kî tê hilbijartin bila bê hilbijartin, lê dûrxistina wî/ê ya ji peywirê nayê qebûlkirin. Hêvîdar im rojek berî rojekê dev ji van polîtîkayên xwe yên çewt berdin û demokrasî bê welat. Tiştên em pê tên tawanbarkirin qebûl nakin. Ev tawanbarî derî hiqûqê ne."    'DÊ GEL QEBÛL NEKE'    Keyayê Taxa Esentepeyê Ahmet nanto jî, anî ziman ku 4 sal û nîv in ew keya ye û der barê wî de jî lêpirsînek tune ye. Nanto, destnîşan kir ku tu kes dûrxistina ji peywirê ya kesekî hatiye hilbijartin qebûl nake. Nanto got: "Berê bi hezaran kes ji şaredariyan dûr xistin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Helbet dê li vî welatî demokrasî bi ser bikeve. Wekî din tu rê tune ye. Dê teqez rojekê edalet pêk bê û dê ev çewtî neyên dubarekirin. Gelê me van tiştan qebûl nake. Kesên xwedî wijdan van pêkanînan qebûl nakin."    'DÊ GEL DI SINDOQÊ DE BERTEKA XWE NÎŞAN BIDE'    Keyayê Taxa Suphanê Ayhan Komî jî destnîşan kir ku divê rojek berî rojekê dev ji vê çewtiyê bê berdan. Komî, bi bîr xist ew bi dengên gel hatine hilbijartin û got: "Dema em bûn namzet me soz da ku çi ji destê me bê em ê bikin. Me soza xwe jî bi cih anî. Em baş dizanin keyatî û hilbijartin keyatiyê ji bo rêveberiya xwecihî pir girîng e. Tu keya li ser navê partiyekê nakeve hilbijartinê, li ser navê xwe dikevê. Em kesên bi dengên gel hatine hilbijartin bi neheqiyên mezin re rûberû ne. Beriya me bi hezaran kes ji şaredariyan hatin avêtin. Qeyûm hatin tayînkirin. Divê demidlest dawî li van pêkanînên antî demokratîk bê. Ji roja ku em ji peywirê hatine girtin şêniyên taxê li me digerin û dibêjin ew vê biryarê qebûl nakin. Heta gelek kes dibêjin 'jixwe 5 meh man, em ê dîsa te hilbijêrin.' Gel vê yekê qebûl nake û dê di hilbijartinê de di sindoqê de berteka xwe nîşan bide."    Her wiha li taxên ku keyayên wan ji peywirê hatin girtin, di hilbijartina dawî de HDP'ê li Taxa Suphanê 7 hezar û AKP'ê jî hezar û 500 deng, li Taxa Şabaniyeyê AKP'ê 3 hezar û 200 deng, HDP'ê jî 6 hezar û 100 deng û li Taxa Hacibekirê AKP hezar û HDP'ê jî 7 hezar û 500 û li Taxa Esentepeyê jî AKP'ê hezar û 300 û HDP'ê jî hezar û 500 deng wergirtibûn.    MA / Adnan Bilen