‘Qeyûman li Amedê 43 saziyên jinan girtin'

  • rojane
  • 09:12 17 Cotmeh 2018
  • |
img

AMED – Endama Komîsyonên Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê Halîme Bayram, diyar kir ku li Amedê 3 kreşên ku perwerdehiya wan bi zimanê dayik bû qeyûman veguherand saziyên asîmlasiyonê û her wiha li bajêr 43 saziyên jinan hatin girtin an jî navên wan hatin guherandin. 

Piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, qeyûman gelek saziyên di bin banê şaredariyê de girtin. Endama Komîsyonên Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê û Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Halîme Bayram ev pêvajo nirxand. 
 
‘MÊR KIRIN SEROKÊ DAÎREYAN' 
 
Bayram, bi bîr xist ku qeyûm tayînî 94 şaredariyên DBP'ê hatin kirin û bi vê re gelek hevşaredar hatin girtin. Bayram, diyar kir ku tayînkirina qeyûman hem pêkanîneke antî demokratîk e hem jî xespkirina pergala hevserokatî û vîna gel e. Bayram got: "Li 3 şaredariyên me yên mezin (Amed, Wan û Mêrdîn) Serokatiyên Daîreyên Polîtîkayên jinan hene. Li navçeyan jî girêdayî evana midûriyetên jinan hebûn. Lê çawa ku qeyûm hat tayînkirin, mêr danîn kirin Serokên Daîreyên polîtîkayên jinan. Her wiha qeyûman piraniya jinên di van daîreyan de dixebitîn jî îxrackirin." 
 
43 SAZIYÊN JINAN GIRTIN
 
Bayram, destnîşan kir ku wan li navendên bajê û navçeyan 43 saziyên jin û zarokan ava kiribû û dema wan ev sazî ava kirin, ew li taxan derî bi derî geriyane û ji jinan re gotine. Bayram, bilêv kir ku lê belê qeyûmên hatin tayînkirin ev sazî yeko yeko girtin û pasîf kirin. Bayram diyar kir ku niha li Amedê qeyûman navê 43 saziyên jinan guherandiye û girtiye û piraniya wan veguherandine kursên Qur'anê. 
 
PERWERDEHIYA YEKZIMANΠ
 
Bayram, destnîşan kir ku qeyûm perwerdehiya bi zimanê dayikê tehemul nakin û got: "Li Amedê Zarokîstan a girêdayî Şaredariay Mezin a Amedê û Xalxaloka girêdayî Şaredariay Peysaê girtin û li van kreşan perwerdehî tenê bi tirkî ye. Mesela ya li Wanê veguherandin Kursa Qur'anê. Lê em dizanin armanca wan a sereke asîmlasiyon e û lig or vê wan bi rê ve dibin." 
 
ASÎMLASIYON -
 
Bayram, anî ziman ku piraniya saziyên jinan ên girêdayî aşredariyan bi ŞONÎM ( Navendaên Astengkirin û Şopandina Şidetê) ve hatine girêdan û hatine pasîfkirin. Bayram got: "Malên hêwirandinê yên jinan bi ŞONÎM'ê ve hatin girêdan. Şin bi şidetê re rûberû dimîne divê bê parastin, lê ji ber bi tirkî nizane wê naxin mala hêwirandinê. Ev yek jî nîşan dide ku ev pergal bi her awayî jinê û civakê asîmle dike. Di serdema me de tiştekî wisa qethiyen tune bû. Reng, ziman û nasnameya jinê çi dibû bila bibûna, deriyê me ji bo jinê vekirîbû." 
 
‘DÎKASÛM KIRIN LOKAL' 
 
Bayram, bilêv kir ku Navenda Lêkolînkirina Pirsgirêkên Jina ya Şaredariya Mezin a Amedê (DÎKASÛM) ji bo astengkirina û kêmkirina şideta li hemberî jin tev digeriya, lê belê niha navê wê hatiye guherandin û veguherandine lokalê. Bayram got: "Ev Lokal li Sumerparkê ye. Li vê lokalê rojên jinan tên lidarxistin û paste tên çêkirin. Tiştên wek 'zarok çawa tên mezinkirin, karên malê çawa tên kirin, kulîlk û xişir çawa tên çêkirin' hînî kesên tev li van rojan dibin dikin. Polîtîkayên jina ên 17 salên îktîdara AKP'ê di van lokalan de bi awayekî aşkere derdikeve holê." 
 
Bayram bi bîr xist ku, amûrên saziya jina ya li Payîzavaya Wanê dewrî Komeleya Jin û Demokrasiyê ku alîgirê serokê wê Sumeyye Erdogan e, hatiye kirin. 
 
Bayram, bilêv kir ku civakeke azad an cax bi feraseta jinê pêkan e û serwextbûna jinê di heman demê de tê wateya serwextbûna civakê jî. Bayram got: "Em bi vê baweriyê ketin rê ku dê demokrasî bi rêveberiyên herêmî û moela ekolojîk, azadîxwaz û jinê pêş bikeve." 
 
 
MA / Esra Solin Dal

Sernavên din

20/10/2018
09:15 Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû
09:15 Colemêrgî dixwazin Leyla Guven li kuçe û kolanên bajêr be
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2018'AN
19/10/2018
19:00 Koç: Di salek dawî de çend eskeran întîhar kiriye?
18:10 Serlêdana wasiyê Ocalan a ji bo hevdîtinê hat redkirin
16:58 Gulser Yildirim a HDP'î nehat berdan
16:28 Dozger îtîrazî berdana kesên li Amedê hatin berdan kir
15:59 Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî tê danîn
15:23 Li zeviya vala 6 saetan îşkence lê kirin
14:39 Oluç ji Erdogan re got: Xwezî te li Tirkiyeyê jî xweserî biparasta
14:26 Rapora ÎHD'ê: Girtî ji ber fikrên polîtik rastî binpêkirina mafan tên
13:58 Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir
13:52 Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
13:35 Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin
13:33 Bi ziyareta gora Tahîr Elçî dest bi xebatên xwe kirin
13:21 Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir
12:58 Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat
12:16 HDP dê li Amedê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike
12:13 Di doza Nisêbînê de kes nehat berdan: Şahidekî di rojekê de 343 kes teşhîs kir!
12:12 Serokê SGP’ê Qeftan: Sûriye ne ya Baasê ye ya gelan e
11:50 Gergerlîoglu: Tê plankirin ku 255 girtîgehên nû çêkin
11:31 Ewil derp kirin dûre ceza kirin
11:20 Li Bêrecûkê keyayek hat girtin
10:46 Eywana Heskîfê jî bar kirin
10:40 100 rojin li cenazeyê kurê xwe digerin
10:25 Polîsan endama Meclîsa Dayika Aştiyê Medine Kaymaz binçav kirin
10:12 Qeyûmên Silopiyayê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî difiroşin rêveberên AKP'î
09:54 ‘Mesrefên xizantiyê jinan naparêze’
09:21 Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand
09:20 Cotkar ji mecbûrî dê traktora xwe bifiroşe
09:19 ‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin'
09:18 Esnafên Ataşehîrê: Hindik maye em top bavêjin
09:18 Waniyan bersiv da Erdogan: Em ê li ser sindoqan hev bibînin
09:17 Piştî arvan û nan biha bû, gel berê xwe dide aş
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2018'AN
18/10/2018
19:15 Li Bekir Kaya 8 sal û 3 meh ceza birîn
16:56 3 rêwiyên Avûstûralya li balafirgehê hatin binçavkirin
16:13 HDP'î Erbaş û Oba serbest berdan
16:12 ‘Hedef nîşandana KESK’ê nayê qebûl kirin’
15:56 Temellî: Hiqûq tune êrîşa tolê ya îktidarê heye
15:40 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:56 Doza Nisêbînê di roja çaran de ye: Emniyet û daraz delîlan reş dikin
14:24 Serokên Şaxên Halkevlerî hatin berdan
14:13 Hekîmê Cezayê Asliyê rawestandina darizandina wekîlan red kir
14:02 Doza Hatun Tugluk hat taloqkirin: Bersûcan li danişînê selfîe kişandin
13:55 ‘Edalet birehetî nayê qezenc kirin’
13:21 'Jinan mahkûmî tundî û hevneberdanê dikin'
12:41 Gur ket nav pez û 50 mî kuşt
12:29 Ji karkerên Balafirgehê 6 kes hatin berdan
12:25 Di doza ‘îşkencê’ ya Nisêbîn de dimenên nezaretxaneyê jêbirin!
12:05 Xwestin xebatkarê Navenda Giştî ya HDP'ê birevînin
12:04 Parêzeran cara 756’emîn serî li Serdozgeriyê da
11:53 Aborînas Onder: Gel di nava Sernameydar û polîtîkavan de di pelçiqe
11:51 Jina di qezaya kamyonê de bi birîndarî rizgar bû: Hevjîn û 2 zarokên min windane
11:51 ‘Li Reqayê dengê hêviyê olan dide’
11:42 Prz. Ozdogan: Şahidê Nepen li gorî rewş û pêvajoyê dikin amûr
11:10 Mizrakli: Tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe
10:51 Rojnameger Evren a hat girtin: Ewil dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin
10:34 Di şûna Leyla Guven de li Colemêrgê ne
10:09 Pêşnûmeya butçe pêşkêşî Meclîsê hat kirin
10:02 Keyayên Mêrdînê yên hatin dûrkirin: Em ne bi tayînkirinê bi hilbijartinê hatin
09:23 ‘Dê gel di hilbijartinê de hesab ji qeyûman bipirse'
09:22 Nivîskarên nikarin pirtûkên xwe bibînin
09:21 707 cenaze li goristanên bêkesan û morgên nexweşxaneyan e
09:20 Polîsan gef li namzetê HDP'ê xwar!
09:20 Gundiyan behsa qedexeya ku 8 rojan dewam kir kirin
09:19 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Wê gel di sindoqê de hesab bipirse
09:18 Colemêrgî: Gotina 'em ê qeyûm tayîn bikin' şantajeke siyasî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2018'AN
07:46 Raportora PE'yê Pîrî, Ahmet Turk ziyaret kir
17/10/2018
16:56 ÎHD: Penaber parçeyek jiyana wekhev a mirovahiyê ne
16:41 Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê Gokhan dest bi greva birçîbûnê kir
16:30 15 muxtar li Lîcê ji peywirê hatin girtin
16:13 Jina rastî tundiyê hat ji kar hat avêtin
16:01 Karkerê li pêş CHP'ê çalakî pêk anî rastî êrîşa ‘Tu HDP’î ye' hat
15:48 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
15:27 Sibê dê mutala Doza Nisêbînê bê xwestin
15:00 Temellî dê beşdarî danişîna doza Bekîr Kaya bibe
14:59 'Rêveberiyên Halkevlerî berdin'
14:47 ‘Temaya kedê di wêjeya kurdî de tune ye’
14:33 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan : Suvarîogullari berdin
14:25 Pênûs û lênûstê nadin rojnameger Akgul
14:22 Temellî: Em dê bi namzetên gel qeyûman paqij bikin
13:56 Îdianameya der barê rojnameger Kobulan de hat qebûlkirin
13:45 Li Qamişlo jinekê 5 zarok anîn dinê
12:46 Katî Pîri malbata Demirtaş ziyaret kir
12:17 Eskerê Rihayî li Enqereyê li nobetê kuştî hat dîtin
12:02 Aktîvîsta TJA Çerçel hat berdan
11:45 Mele û muftî peyvirdarê çi ne?
11:41 Muxtarek li Riha hat binçavkirin
11:29 Mamosteyê nehat tayînkirin întîhar kir
11:28 Danişîna kesên êrîşî cenazeyê Hatûn Tûglûk kirin sibe tê dîtin
11:14 Yîgît: Komên çekdar her kêlî dibe li Idbilê dest bi şer bikin
11:09 Temellî: Dosyeya Leyla Guven ezmûna rûmeta Meclîsê ye
10:18 Qeyûm pereyê şaredariyê li Rêyên Bejayî xerç dike
10:03 Hevî Mustefa: Têkoşina kurdan dê li Sûriye aramiyê pêş bixe
09:36 Prz. Dogan: Biryara der barê Brûnson de pêkenok e
09:15 Zêrê spî îsal rûyê mirovan keyfxweş nekir
09:14 Gelê Xelfetiyê: Roja qeyûm hat xizmet qediya
09:13 Rojnamevanên jin: Em ê karê xwe bidomîn in