‘Qeyûman li Amedê 43 saziyên jinan girtin' 2018-10-17 09:12:46 AMED – Endama Komîsyonên Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê Halîme Bayram, diyar kir ku li Amedê 3 kreşên ku perwerdehiya wan bi zimanê dayik bû qeyûman veguherand saziyên asîmlasiyonê û her wiha li bajêr 43 saziyên jinan hatin girtin an jî navên wan hatin guherandin.  Piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, qeyûman gelek saziyên di bin banê şaredariyê de girtin. Endama Komîsyonên Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê û Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Halîme Bayram ev pêvajo nirxand.    ‘MÊR KIRIN SEROKÊ DAÎREYAN'    Bayram, bi bîr xist ku qeyûm tayînî 94 şaredariyên DBP'ê hatin kirin û bi vê re gelek hevşaredar hatin girtin. Bayram, diyar kir ku tayînkirina qeyûman hem pêkanîneke antî demokratîk e hem jî xespkirina pergala hevserokatî û vîna gel e. Bayram got: "Li 3 şaredariyên me yên mezin (Amed, Wan û Mêrdîn) Serokatiyên Daîreyên Polîtîkayên jinan hene. Li navçeyan jî girêdayî evana midûriyetên jinan hebûn. Lê çawa ku qeyûm hat tayînkirin, mêr danîn kirin Serokên Daîreyên polîtîkayên jinan. Her wiha qeyûman piraniya jinên di van daîreyan de dixebitîn jî îxrackirin."    43 SAZIYÊN JINAN GIRTIN   Bayram, destnîşan kir ku wan li navendên bajê û navçeyan 43 saziyên jin û zarokan ava kiribû û dema wan ev sazî ava kirin, ew li taxan derî bi derî geriyane û ji jinan re gotine. Bayram, bilêv kir ku lê belê qeyûmên hatin tayînkirin ev sazî yeko yeko girtin û pasîf kirin. Bayram diyar kir ku niha li Amedê qeyûman navê 43 saziyên jinan guherandiye û girtiye û piraniya wan veguherandine kursên Qur'anê.    PERWERDEHIYA YEKZIMANΠ   Bayram, destnîşan kir ku qeyûm perwerdehiya bi zimanê dayikê tehemul nakin û got: "Li Amedê Zarokîstan a girêdayî Şaredariay Mezin a Amedê û Xalxaloka girêdayî Şaredariay Peysaê girtin û li van kreşan perwerdehî tenê bi tirkî ye. Mesela ya li Wanê veguherandin Kursa Qur'anê. Lê em dizanin armanca wan a sereke asîmlasiyon e û lig or vê wan bi rê ve dibin."    ASÎMLASIYON -   Bayram, anî ziman ku piraniya saziyên jinan ên girêdayî aşredariyan bi ŞONÎM ( Navendaên Astengkirin û Şopandina Şidetê) ve hatine girêdan û hatine pasîfkirin. Bayram got: "Malên hêwirandinê yên jinan bi ŞONÎM'ê ve hatin girêdan. Şin bi şidetê re rûberû dimîne divê bê parastin, lê ji ber bi tirkî nizane wê naxin mala hêwirandinê. Ev yek jî nîşan dide ku ev pergal bi her awayî jinê û civakê asîmle dike. Di serdema me de tiştekî wisa qethiyen tune bû. Reng, ziman û nasnameya jinê çi dibû bila bibûna, deriyê me ji bo jinê vekirîbû."    ‘DÎKASÛM KIRIN LOKAL'    Bayram, bilêv kir ku Navenda Lêkolînkirina Pirsgirêkên Jina ya Şaredariya Mezin a Amedê (DÎKASÛM) ji bo astengkirina û kêmkirina şideta li hemberî jin tev digeriya, lê belê niha navê wê hatiye guherandin û veguherandine lokalê. Bayram got: "Ev Lokal li Sumerparkê ye. Li vê lokalê rojên jinan tên lidarxistin û paste tên çêkirin. Tiştên wek 'zarok çawa tên mezinkirin, karên malê çawa tên kirin, kulîlk û xişir çawa tên çêkirin' hînî kesên tev li van rojan dibin dikin. Polîtîkayên jina ên 17 salên îktîdara AKP'ê di van lokalan de bi awayekî aşkere derdikeve holê."    Bayram bi bîr xist ku, amûrên saziya jina ya li Payîzavaya Wanê dewrî Komeleya Jin û Demokrasiyê ku alîgirê serokê wê Sumeyye Erdogan e, hatiye kirin.    Bayram, bilêv kir ku civakeke azad an cax bi feraseta jinê pêkan e û serwextbûna jinê di heman demê de tê wateya serwextbûna civakê jî. Bayram got: "Em bi vê baweriyê ketin rê ku dê demokrasî bi rêveberiyên herêmî û moela ekolojîk, azadîxwaz û jinê pêş bikeve."      MA / Esra Solin Dal