RIHA - Li Kîlîsê esker Omer Farûk Demîrkal ê li Fermandariya Cendirmeyan a Kîlîsê eskerî dikir bi awayekî guman hat kuştin.
Esker Omer Faruk Demîrkol ê li Fermandariya Cendirmeyan a Kilisê eskerî dikir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku intîhar kiriye. Fermandariyê daxuyanî da û îdîa kir ku Omer Faruk Demirkol dema nobet digirt întîhar kiriye. 7 meh şûnde dê Demirkol eskeriya xwe qenandibûya. Cenazeyê Demîrkol rakirin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Malbatê piştî otopsiyê cenaze ji ATK'ê wergirtin û li Goristana Deriyê Harranê ya Rihayê defin kirin.