Li Kîlîsê eskerek bi guman hat kuştin 2018-10-15 14:35:45   RIHA - Li Kîlîsê esker Omer Farûk Demîrkal  ê li Fermandariya Cendirmeyan a Kîlîsê eskerî dikir bi awayekî guman hat kuştin.    Esker Omer Faruk Demîrkol ê li Fermandariya Cendirmeyan a Kilisê eskerî dikir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku intîhar kiriye. Fermandariyê daxuyanî da û îdîa kir ku Omer Faruk Demirkol dema nobet digirt întîhar kiriye. 7  meh şûnde dê Demirkol eskeriya xwe qenandibûya. Cenazeyê Demîrkol rakirin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Malbatê piştî otopsiyê cenaze ji ATK'ê wergirtin û li Goristana  Deriyê Harranê ya Rihayê defin kirin.