Kirkaya: Çapemeniya kurd di hedefa hemû îktîdaran de ye lê dîsa jî rêwîtiya heqîqetê nayê sekinandin

  • rojane
  • 09:09 14 Cotmeh 2018
  • |
img
ENQERE – Rojnamevan Kenan Kirkaya, binçavkirina rojnamevanan û girtina hin rojnamevanan nirxand û got: "Li Tirkiyeyê çapemeniya kurd tim rûberûyê êrîşên îktîaran tê. Rojnamevan tên revandin, tên îşkencekirin lê dîsa jî rêwîtiya ji bo heqîqetê nehat sekinandin." 
 
Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di 9'ê Cotmehê de polîsan avêt ser nêzîkî 200 malên rojnmavena û siyasetmedaran û di avêtina ser malan de 141 kes hatin binçavkirin û ji kesên hatin binçavkirin 25 jê hatin girtin. Ji kesên hatin girtin yek jê rojnamevan Kîbriye Evren bû û rojnamevanên din jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan. 
 
Rojnamevan Kenan Kirkaya ku di çarçoveya "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" de hat girtin û demekê di girtîgehê de ma û niha jî ji ber vê dozê bi awayekî engirtî tê darizandin, operasyonên hatin kirin nirxandin. 
 
‘LÊGERÎNA JI BO HEQÎQETÊ YA ÇAPEMENIYA KURD NEHAT SEKINANDIN' 
 
Kirkaya, bilêv kir ku di dîroka Tirkiyeyê de nêzî 70 rojnamevanên kurd hatine kuştin, avahiyên rojnameyan hatine bombekirin û herî dawî di 20'ê Kanûna 2011'an de ew jî di nav de di bin navê "Çapemeniya KCK'ê de" li hemberî gelek rojnamevanan operasyonek hat lidarxistin û got: "Rojnamevan hatin revandin, hatin îşkencekirin lê dîsa jî rêwîtiya ji bo heqîqetê nehat sekinandin. Çapemeniya kurd di hemû şert û şirûtên zehmet de li heqîqetê geriyaye û lêgerîna wê ji bo rastiyê ragihîne civakê. Ji ber ku ev hemû ne li gor heqîqetê ne, êrîş pêk tên. Di sala 2011'an de li hemberî çapemeniya kurd konsepteke berfireh pêk hat û di şevekê de 44 rojnamevan hatin binçavkirin û ji vana 36 jê hatin girtin. Di dîroka cîhanê û Tirkiyeyê de li hemberî rojnamevanan di şevekê de operasyoneke wisa hat kirin û ez mexdûrê wê serdemê me û em baş dizanin îdianame çawa hatine amadekirin." 
 
‘GER DUH LI HEMBER BIHATANA DERKETIN DÊ ÎRO ÇAPEMENÎ NE DI VÎ HALÎ DE BÛNA' 
 
Kirkaya, destnîşan kir ku hewldanên bêdengkirina çapemeniya kurd, di heman demê de ji bo çavtirsandina çapemeniya Tirkiyeyê ye jî û got: "Ji bo çi ev yek di ser me re pêk tê? Ji ber ku bi rihetî dikarin terorîze bikin û şidetê bi çapemeniya kurd ve bikin. Çimkî pirsgirêka kurd tê bilêvkirin. Îro halê çapemeniyê halekî perîşan e. A rast ev bi 'operasyonên KCK'ê' li hemberî çapemeniyê kurd hat destpêkirin. Îro ne mimkun e ku mirov dengekî muxalif bibihîse. Gelek rojnamevan betal in, gelek rojnamevanên muxalif ji kar hatin avêtin. Ger wê demê civaka muxalif li hemberî operasyona çapemeniyê ya KCK'ê dengê xwe bilind bikirana, dê îro ev tişt pêk nehatan û dê çapemenî neketana vî halî." 
 
‘KIRYAR HEMAN KES IN, LÊ TENÊ DÎMEN DIGUHERE' 
 
Kirkaya, destnîşan kir ku êrîşên ji salên 1990'î ve li hemberî siyasetda kurd û çapemeniya kurd pêk tên kiryarên wan heman kes in, lê belê tenê dîmen diguhere. Kirkaya, diyar kir ku di salên 90'Î de Çîller, di salên 2009-2011'an de AKP-Cemaet û niha jî AK-MHP van operasyonan dikin û got: "Çimkî feraset û nêzîkatî heman tişt e. Ger nêzîkatiya ji bo pirsgirêka kurd neguhere û Tirkiye wekî dewlet kodên xwe neguherîne, sibê dusibe ger CHP jî bibe îktîdar dê heman tişt pêk bên." 
 
‘POLÎTÎKAYÊN LI KURDAN TÊN FERZKIRIN LI TIRKIYEYÊ BERBELAV DIBIN' 
 
Kirkaya, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê îktîdar hemû li ser dijbertiya krudan pêk tên û got: "Bingeha îtifaqa ku Çîllerê bi gladyorê re kir, îtifaqa ku cemaet û AKP'ê û îtifaqa ku îro AKP û MHP dikin ev e. Ev siyaseta neçareserkirinê ye. Neçareseriya li siyaseta kurd û li kurdan tê ferzkirin di asasê xwe xirabiyê tenê bi kurdan nake. Xirabiyê li tevahiya Tirkiyeyê dike. Ev polîtîka, polîtîkaya dîlgirtina Tirkiyeyê ye. Îtifaqa ku AKP'ê di sala 2009-2012'an de bi cemaetê re li ser dijbertiya bi kurdan re çêkir, rê li ber darbeyê û Rewşa Awarte vekir. Ev yek tenê tesîr li kuran nekir, tesîr li herkesî kir. Niha 130 hezar kes bi KHK'yan hatine îexrackirin. Ma qey ev hemû kurd in, na. Di nav evana de kesên çepik ji bo îtifaqa dijberî kurdan lê dixistin jî hene, lê niha ew bi xwe jî mexdûr in. Yanî heta ev yek ji binî ve neguhere û heta ji pêkanînên li hemberî kurdan re nebêjin êdî bes e, dê ev polîtîka berfirehtir bibin û li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bibin." 
 
Kirkaya, ji bo operasyona ku herî dawî li Amedê û bajarên din hat kirin û gelek rojnamevan û siyasetmedar hatin binçavkirin jî nirxand û got, ev yek amadekariyên AKP'ê yên ji bo hilbijartinên herêmî ne. Kirkaya, destnîşan kir ku çend salên dawî AKP xwe tenê ji bo serketina di hilbijartinan de amade kirie û vê yekê jî bi polîtîkayên şidetê dike. Kirkaya, bilêv kir ku hilbijartina 2019'an a herêmî ji bo îktîdara AKP'ê hilbijartineke girîng e û got: "Çimkî dixwazin rejîma serokoamrtiyê ya di hilbijartina 24'ê Hezîranê de anîn, bi vê hilbijartinê mayînde bikin. Muxalefet jî ji bo li herêmê demokrasiyê bilind bike, vê hilbijartinê girîng dibîne. AKP, naxwaze karê xwe ber bi siûdê ev berde. Beriya wê tevdîran digire û loma hemû kesên dê di hilbijartinan de bixebitin hedef digire." 
 
‘QEYÛM TAYÎNÎ DARAZÊ HATIYE KIRIN' 
 
Kirkaya ji bo berdana keşeyê Amerîkî Brunson jî got: "Li Tirkiyeyê pergala darazê bi awayekî cidî tê berhêlîkirin. Daraz bi polîtîkaya dîlgirtinê ya AKP'ê polîtîkaya xwe ji zûvde diyar kiriye. Digotin 'mudaxileyî aboriya me tê kirin. Daraza me serbixwe ye. Kes nikare Brunson ji me bistîne.' Lê çi bû? Erdogan, bi Desteya Giştî ya NY'yê hin hevdîtin çêkirin û got 'tu eleqeya aboriya me bi Brunson re tune ye' û wî berdan. Çima we îro ew berda, ka daraza we serbixwe bû? Ji bo Brunson gelek maşneşt dihatin nivîsandin. Îktîdara ku Brunson berda di heman demê de li hemberî siyastemedarên kurd, rojnamevan û parêzeran operasyonan dike. Dema mirov li van tiştan hemûyan dinere, tê dîtin ku em bi îktidareke nehevgirtî, sosret û xwe ber bi krîzê ve dibe re rûberû ne. Wekî kuq eyûm tayînî darazê hatibe kirin." 
 
MA / Berivan Altan
 

Sernavên din

17/10/2018
09:12 ‘Qeyûman li Amedê 43 saziyên jinan girtin'
09:12 Zêdetirî hezar şîrket konkordato îlan kirin, lê ê mexdûr dîsa karker in
09:10 'Li Kampusa Tarsûsê midûrên girtîgehan li gor xwe tev digerin'
09:09 ‘Penaberên ber bi mirinê ve tên şandin'
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2018'AN
16/10/2018
17:14 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 755’emîn hat redkirin
17:12 Daxwaza berdana Guven hat redkirin
17:08 Îdîaya rastî daneyên kuştina rojnameger Kaşikçi hatin
16:45 Doza rojnameger Meşale Tolu hat dîtin
16:21 Raportora PE Katî Pîrî HDP’ê ziyarfet kir
16:00 Li Hênê operasyon: Rêyên gundan girtin
15:30 Girtiyên doza Nisêbinê tecrîd şermezar kir parastin nekirin
15:25 Cenazeyê Dûrgûn hat definkirin
15:16 KA.DER dest bi ‘Akademiya Rêveberiyên Herêmî’ dike
14:31 Karkerên Şaredariya Aydinê 100 rojin têdikoşin
14:30 Temellî li Colemêrgê ye: Em ê bi hevre vê tabloyê biguherîn in
14:00 ÎHD: Bila KHK’ya jimara 695’an bê betalkirin
13:45 Buldan: Divê teqez em tecrîdê bişkînin
13:40 H.K. a polîsên sîvîl ew binçav kirin: Ewlekariya canê min tune ye
13:21 Bajarê ji tarîtiyê ber bi roniyê ve diçe: Reqa
13:01 Şandeya HDP’ê çû Taxa Çemê Elîka
12:48 Di 24 saetan de 4 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:17 Li Lîcê muxtarek hat girtin
11:55 Parêzerên Ocalan cara 755’an serî dozgeriya Bûrsayê dan
11:19 Cenazeyê Îbrahim Durgun 3 meh şûnde dan malbatê
11:07 Selçûk Kose li Meletiyê hat veşartin
10:44 Taşdemîr: Mexdûriyeta jinan bêqîmet dikin
10:24 Serokên 4 şaxên Halkevlerî hatin binçavkirin
10:05 Li traktora li pêş meclisê ranewestiya gule reşandin
10:02 Esnafên Tûzla: Bi zeman zilmê dikin
09:55 Guney: Divê têkoşînek bi giştî li dijî faşîzma civakî bê dayîn
09:09 Destana bi dehan sal berê, bi dengê wî dîsa zindî dibe
09:08 Kedkarên tenduristiyê: Bêyî şik û guman em dixwazin karê xwe bikin
09:07 Karkerên mexdurê qeyûmê: Paqijkirina qeyûm ji bo me rûmet e
09:06 Komir ji sedî 80 biha bû
09:05 Bav: Ji ber kurê min rastî îşkenceyê hat min kurê xwe nas nekir
09:05 Ji ber krîzê êdî kes nikara zebze û fêkiyan bikire
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2018'AN
15/10/2018
18:00 KESK: Bila berî butçeyê peymanek tomorî ya rast çêkin
17:19 DÎSK-AR: 6 milyon kes bêkar in
16:49 Nekarîbû deynê xwe bide întihar kir
16:39 HDP: Di salek dawî de çend kesan ji ber krîza aborî întîhar kir?
15:42 Di Doza Nisêbînê de Ocalan û rêveberiyên xweser hatin parastin
15:28 Temellî: Fikira Ocalan pêş xist tu car nayê tecrîdkirin
14:35 Li Kîlîsê eskerek bi guman hat kuştin
14:30 Kurtulan: Dawiya tirsê tuneye, dê HDP bi ser bikeve
13:35 Wekila HDP'ê Guzel xwest meclîs êrîşa li dijî Amedsporê lêkolîn bike
13:28 Ji bo Idlîbê ji Sûriyeyê hişyarî: Emê bêdeng nemîn in
13:01 Suleyman Soylu 259 keya ji peywirê girt
12:18 HDP dê 20'ê Cotmehê starta hilbijartina rêveberiyên herêmî bide
11:49 Kurkçu: Hilbijartina şaredariyan meseleya rûmetê ye
10:55 Serokê Baroya Amedê Aydin: Dem dema Baroya Amedê ye
10:54 Operatorê di bin forkliftê de ma jiyana xwe ji dest da
10:32 Beştaş: Her kêliya Guven a li girtîgehê li dijî hiqûqê ye
10:09 Alkoçlar ji bo otela 70 salan konkordato xwest
09:46 'Dijberiya Kurdan xelek e di stûyê wan de'
09:05 Pekoz: DYA nikare bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê bazarê bike
09:04 'Bila jin netirsin binivîsin'
09:04 Derhêner Ergul: Li dijî talankirina Heskifê bêdeng nemînin
09:04 ‘Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de destkeftiyên xwe paşve bistînin'
09:03 Akyol: Wezareta Xebatê divê ne li gel patronan li gel karkeran rûne
09:03 CÎSST: Li kawîşa 12 kesan 30 girtî dimînin
09:03 'Sedema cînayetên jinan bêceza hiştin e'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2018'AN
14/10/2018
20:44 SYKP'ê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
20:23 Karkerê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
19:58 Baroya Amedê ji bo serokatiyê Prz Cihan Aydin hilbijart
18:09 ‘Kurdî zimanê helbestan e, bi rakirina medreseyan helbestkariya kurd darbe xwar'
18:00 Rojnameger Bagdu li ser tirba xwe hat bibîranîn
17:39 Koçyîgît: Em îtîrazên xwe bikin yek
15:53 Aktîvîsta TJA Çerçel hat binçavkirin
14:13 Di qezaya li Colemêrgê de 2 zarok mirin
14:04 'Em dê li dijî girtiyan hêza xwe xurt bikin'
14:03 HDP’ê li Çukurova Konferansa Ciwanan pêk anî
12:43 Li Hîzanê qedexeya kolanan hat îlankirin
12:20 Karadag: Li Tirkiye duh cemaet bû îro hikûmet e
11:58 Parlamenterên jin ên HDP’î: Em ê bi vînek bihêztir beşdarî hilbijartinê bibin
11:35 Biryara binçavkirina Aydogdu yê krîza dil derbas kir rakirin
11:28 Ewil 'komîserê TEM'ê' geriya û piştre binçav kirin
10:50 ‘Me Mînbîc ji DAIŞ’ê rizgar kir, em ê nedin tu hêzên dagirker’
10:35 Kamyona penaberan qulipî: 22 penaber mirin
10:35 Hevseroka HDP’ê ya Amedê: Emê bi hêztir beşdarî hilbijartina herêmî bibin
10:32 'Qeyûm dê deynê xwe hilgirin û biçin'
09:11 Endamê Navendî ya FHKC'ê Abu Ali Hasan: Kurd dê taliyê mafê xwe bistînin
09:09 Kirkaya: Çapemeniya kurd di hedefa hemû îktîdaran de ye lê dîsa jî rêwîtiya heqîqetê nayê sekinandin
09:07 Mehmet Ocalan: Çi dikin bila bikin, lê dê tecrîd bê pûçkirin
09:06 Hewaya Êlihê tesîreke neyînî li tenduristiya mirovan dike
09:04 Derûniya zarokê ku kûçikê qeymeqam ew gez kir nebaş e
09:02 Gurkan: Binçavkirin û girtin nexşerêya hikûmetê ye
09:00 ‘Biryara DMME'yê ya der barê Ocalan de li hemberî aştiyê darbeyek e'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2018'AN
13/10/2018
20:24 Li girtiyê nexweşîna Wernicke-Korsakoff lê peyda bûye muayeneya bi kelemçekirî tê ferzkirin
17:34 Aydogdu yê dibin çavan de krîza dil derbas kir dibin çavdêriyê deye
16:03 Birûskê li herêma operasyonê xist: 4 leşker birîndar bûn
15:37 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Akbaş bê berdan
15:21 Temellî: Heta Ocalan azad bibe wê ev têkoşîn bidome
15:20 Ozturk: Çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be
Yuksekdag: Faşîzmê nekarîbû vîna me bişkîne
14:54 Li Amed û Êlihê aqûbeta windakiriyan hat pirsîn
14:53 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta 11 welatiyên Pasûrê pirsî
14:27 Rojnameger Bagdu hat bibîranîn