Kirkaya: Çapemeniya kurd di hedefa hemû îktîdaran de ye lê dîsa jî rêwîtiya heqîqetê nayê sekinandin 2018-10-14 09:09:19   ENQERE – Rojnamevan Kenan Kirkaya, binçavkirina rojnamevanan û girtina hin rojnamevanan nirxand û got: "Li Tirkiyeyê çapemeniya kurd tim rûberûyê êrîşên îktîaran tê. Rojnamevan tên revandin, tên îşkencekirin lê dîsa jî rêwîtiya ji bo heqîqetê nehat sekinandin."    Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di 9'ê Cotmehê de polîsan avêt ser nêzîkî 200 malên rojnmavena û siyasetmedaran û di avêtina ser malan de 141 kes hatin binçavkirin û ji kesên hatin binçavkirin 25 jê hatin girtin. Ji kesên hatin girtin yek jê rojnamevan Kîbriye Evren bû û rojnamevanên din jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.    Rojnamevan Kenan Kirkaya ku di çarçoveya "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" de hat girtin û demekê di girtîgehê de ma û niha jî ji ber vê dozê bi awayekî engirtî tê darizandin, operasyonên hatin kirin nirxandin.    ‘LÊGERÎNA JI BO HEQÎQETÊ YA ÇAPEMENIYA KURD NEHAT SEKINANDIN'    Kirkaya, bilêv kir ku di dîroka Tirkiyeyê de nêzî 70 rojnamevanên kurd hatine kuştin, avahiyên rojnameyan hatine bombekirin û herî dawî di 20'ê Kanûna 2011'an de ew jî di nav de di bin navê "Çapemeniya KCK'ê de" li hemberî gelek rojnamevanan operasyonek hat lidarxistin û got: "Rojnamevan hatin revandin, hatin îşkencekirin lê dîsa jî rêwîtiya ji bo heqîqetê nehat sekinandin. Çapemeniya kurd di hemû şert û şirûtên zehmet de li heqîqetê geriyaye û lêgerîna wê ji bo rastiyê ragihîne civakê. Ji ber ku ev hemû ne li gor heqîqetê ne, êrîş pêk tên. Di sala 2011'an de li hemberî çapemeniya kurd konsepteke berfireh pêk hat û di şevekê de 44 rojnamevan hatin binçavkirin û ji vana 36 jê hatin girtin. Di dîroka cîhanê û Tirkiyeyê de li hemberî rojnamevanan di şevekê de operasyoneke wisa hat kirin û ez mexdûrê wê serdemê me û em baş dizanin îdianame çawa hatine amadekirin."    ‘GER DUH LI HEMBER BIHATANA DERKETIN DÊ ÎRO ÇAPEMENÎ NE DI VÎ HALÎ DE BÛNA'    Kirkaya, destnîşan kir ku hewldanên bêdengkirina çapemeniya kurd, di heman demê de ji bo çavtirsandina çapemeniya Tirkiyeyê ye jî û got: "Ji bo çi ev yek di ser me re pêk tê? Ji ber ku bi rihetî dikarin terorîze bikin û şidetê bi çapemeniya kurd ve bikin. Çimkî pirsgirêka kurd tê bilêvkirin. Îro halê çapemeniyê halekî perîşan e. A rast ev bi 'operasyonên KCK'ê' li hemberî çapemeniyê kurd hat destpêkirin. Îro ne mimkun e ku mirov dengekî muxalif bibihîse. Gelek rojnamevan betal in, gelek rojnamevanên muxalif ji kar hatin avêtin. Ger wê demê civaka muxalif li hemberî operasyona çapemeniyê ya KCK'ê dengê xwe bilind bikirana, dê îro ev tişt pêk nehatan û dê çapemenî neketana vî halî."    ‘KIRYAR HEMAN KES IN, LÊ TENÊ DÎMEN DIGUHERE'    Kirkaya, destnîşan kir ku êrîşên ji salên 1990'î ve li hemberî siyasetda kurd û çapemeniya kurd pêk tên kiryarên wan heman kes in, lê belê tenê dîmen diguhere. Kirkaya, diyar kir ku di salên 90'Î de Çîller, di salên 2009-2011'an de AKP-Cemaet û niha jî AK-MHP van operasyonan dikin û got: "Çimkî feraset û nêzîkatî heman tişt e. Ger nêzîkatiya ji bo pirsgirêka kurd neguhere û Tirkiye wekî dewlet kodên xwe neguherîne, sibê dusibe ger CHP jî bibe îktîdar dê heman tişt pêk bên."    ‘POLÎTÎKAYÊN LI KURDAN TÊN FERZKIRIN LI TIRKIYEYÊ BERBELAV DIBIN'    Kirkaya, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê îktîdar hemû li ser dijbertiya krudan pêk tên û got: "Bingeha îtifaqa ku Çîllerê bi gladyorê re kir, îtifaqa ku cemaet û AKP'ê û îtifaqa ku îro AKP û MHP dikin ev e. Ev siyaseta neçareserkirinê ye. Neçareseriya li siyaseta kurd û li kurdan tê ferzkirin di asasê xwe xirabiyê tenê bi kurdan nake. Xirabiyê li tevahiya Tirkiyeyê dike. Ev polîtîka, polîtîkaya dîlgirtina Tirkiyeyê ye. Îtifaqa ku AKP'ê di sala 2009-2012'an de bi cemaetê re li ser dijbertiya bi kurdan re çêkir, rê li ber darbeyê û Rewşa Awarte vekir. Ev yek tenê tesîr li kuran nekir, tesîr li herkesî kir. Niha 130 hezar kes bi KHK'yan hatine îexrackirin. Ma qey ev hemû kurd in, na. Di nav evana de kesên çepik ji bo îtifaqa dijberî kurdan lê dixistin jî hene, lê niha ew bi xwe jî mexdûr in. Yanî heta ev yek ji binî ve neguhere û heta ji pêkanînên li hemberî kurdan re nebêjin êdî bes e, dê ev polîtîka berfirehtir bibin û li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bibin."    Kirkaya, ji bo operasyona ku herî dawî li Amedê û bajarên din hat kirin û gelek rojnamevan û siyasetmedar hatin binçavkirin jî nirxand û got, ev yek amadekariyên AKP'ê yên ji bo hilbijartinên herêmî ne. Kirkaya, destnîşan kir ku çend salên dawî AKP xwe tenê ji bo serketina di hilbijartinan de amade kirie û vê yekê jî bi polîtîkayên şidetê dike. Kirkaya, bilêv kir ku hilbijartina 2019'an a herêmî ji bo îktîdara AKP'ê hilbijartineke girîng e û got: "Çimkî dixwazin rejîma serokoamrtiyê ya di hilbijartina 24'ê Hezîranê de anîn, bi vê hilbijartinê mayînde bikin. Muxalefet jî ji bo li herêmê demokrasiyê bilind bike, vê hilbijartinê girîng dibîne. AKP, naxwaze karê xwe ber bi siûdê ev berde. Beriya wê tevdîran digire û loma hemû kesên dê di hilbijartinan de bixebitin hedef digire."    ‘QEYÛM TAYÎNÎ DARAZÊ HATIYE KIRIN'    Kirkaya ji bo berdana keşeyê Amerîkî Brunson jî got: "Li Tirkiyeyê pergala darazê bi awayekî cidî tê berhêlîkirin. Daraz bi polîtîkaya dîlgirtinê ya AKP'ê polîtîkaya xwe ji zûvde diyar kiriye. Digotin 'mudaxileyî aboriya me tê kirin. Daraza me serbixwe ye. Kes nikare Brunson ji me bistîne.' Lê çi bû? Erdogan, bi Desteya Giştî ya NY'yê hin hevdîtin çêkirin û got 'tu eleqeya aboriya me bi Brunson re tune ye' û wî berdan. Çima we îro ew berda, ka daraza we serbixwe bû? Ji bo Brunson gelek maşneşt dihatin nivîsandin. Îktîdara ku Brunson berda di heman demê de li hemberî siyastemedarên kurd, rojnamevan û parêzeran operasyonan dike. Dema mirov li van tiştan hemûyan dinere, tê dîtin ku em bi îktidareke nehevgirtî, sosret û xwe ber bi krîzê ve dibe re rûberû ne. Wekî kuq eyûm tayînî darazê hatibe kirin."    MA / Berivan Altan