* Parlementerê HDP'ê û parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mensûr Işik got: "Biryara DMME'yê ya der barê Ocalan de li hemberî aştiyê darbeyek e."
* Seroka Giştî ya EMEP'ê Selam Gurkan diyar kir ku beriya hilbijartinên herêmî dê hikûmet di çewisandinên siyasî de istar bike û got: "Operasyonên binçavkirinê û girtinên li tevahiya welat nexşerêya hikûmetê derxistiye holê."
* Li Cizîrê zarokê bi navê E.G. ku ji bo şekir top bike çû mala qeymeqam û kûçikê li baxçe ew gez kir, derûniya wî xirab bû. Malbatê xwe berpirsiyar bên darizandin.
* Li Êlihê ji ber petrolê û şewitandina firêzeyan hewaya bajêr pir qiêrjî bûye û ev yek tesîreke zêde li tenduristiya mirovan dike.
* Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, biryara dawî ya DMME'yê ya der barê Ocalan de û tecrîdkirina wî de axivî û got: "Çi dikin bila bikin, carekê gelên Rojhilata Navîn û rêberê xwe bûne yekpare. Çawa 9'ê Cotmehê û komployên navnetewî hatin pûçkirin, dê polîtîkayên tecrîdkirinê jî bên pûçkirin."
Endamê Navendî yê Eniya Rizgariya Gel a Filistinê Abu Ali Hasan, diyar kir ku dawiya dawî dê gelê kurd mafê xwe bi dest bixe. Hasan, da zanîn ku rizgariya gelên Rojhilat bi têkoşîna hevpar a gelan pêkan e.
* Rojnamevan Kenan Kirkaya, binçavkirina rojnamevanan û girtina hin rojnamevanan nirxand û got: "Li Tirkiyeyê çapemeniya kurd tim rûberûyê êrîşên îktîaran tê. Rojnamevan tên revandin, tên îşkencekirin lê dîsa jî rêwîtiya ji bo heqîqetê nehat sekinandin."
* Baroya Amedê dê di kongreya 46'an de hilbijartina rêveberiya xwe pêk bîne. (09.00)
* Parlamenterên herêmê yên HDP'ê dê operasyona li dijî siyasetmedar û rojnamegeran ku di 9'ê Cotmehê de pêk hat û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Şerif Çamci jî di navde 25 kes hatin girtin dê li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)
* Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bi hişyariya “Em xwe bi rêxistin bikin azad bibin", li herêma Konferansa Ciwanan a Herêma Çukurovayê li avahiya HDP'ê ya Seyhanê civînê pêk bîne. (12.00)
* Rojên Wêjeya Beravirdî ya Amedê dê bi panelan bidome. Piştî nîvro dê panelên bi navê "Anotomiya Wêjeya Kurd" û "Di navbera dîwanan de ji Wêjeya Rojhilat Melayê Cizîrî û Hafız Şîrazî" bên pêşkêşkirin. 13.00-16.00)
* Malbata Kadrî Bagdu ku 4 sal berê li Edeneyê hat kuştin, dê li ser gora Bagdu, wî bibîr bînin. (15.30)