ENQERE – Rêziknameya ku dê ruhsata çekan bide cerdevanan bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat qebûlkirin.
Guhertina rêziknameya der barê çek û kêran de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi guhertinê re dê ruhsata dikarin çekan bi xwe re bigerînin bidin cerdevan û teqewîtan. Rêzikname bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat qebûlkirin. Hikumeta AKP’ê teklîfa qanûna ji bo ku cerdevan di 44 salî de teqewît bibin du roj berê pêşkêşî Meclîsê kiribû.