Erdogan destûr da ku cerdevan çekan bixwe re bigerînin 2018-10-12 10:47:10       ENQERE – Rêziknameya ku dê ruhsata çekan bide cerdevanan bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan  hat qebûlkirin.    Guhertina rêziknameya der barê çek û kêran de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi guhertinê re dê ruhsata dikarin çekan bi xwe re bigerînin bidin cerdevan û teqewîtan. Rêzikname bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp  Erdogan hat qebûlkirin.  Hikumeta AKP’ê teklîfa qanûna ji bo ku cerdevan di 44 salî de teqewît bibin du roj berê pêşkêşî Meclîsê kiribû.