Temellî: 9'ê Cotmehê destpêka tabloya reş e
Temellî: Li vî welatê AKP bi rêve dibe her meh 150 karker dimirin

  • rojane
  • 15:41 9 Cotmeh 2018
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di civîna hefteyî ya partiya xwe de bal kişand ser 20'emîn salvegera 9'ê Cotmehê derxitina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê û wiha got: "20 sal berê di 9'ê Cotmehê de Birêz Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin. Komplo 20 sal berê dest pê kir. Bi derxistina Ocalan zext û zordariya ser civakê jî dest pê kir. Em dê her dem nirxen civakê biparêzin. Em dê qeyûmê ji ser vê axê paqij bikin." Temellî bal kişand ser çalakiyên karkeran û anî ziman ku li welatê ku AKP bi rêve dibe her meh herî kêm 150 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin.
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî di civîna hefteyî ya koma partiya xwe de axivî û geşedanên di nava hefteyê de nirxand. Temellî, bal kişand ser operasyonên rojên dawî yên li dijî HDP'ê û wiha got: "Îro jî navenda wê Amed li 9 bajaran operasyon pêk hat. Em dê hem li kolanan û hem jî li meclisê bi înat kom bibin û dengê xwe bilind bikin. Em dê têkoşîna aştî û demokrasiyê mezin bikin. Bi van operasyonan nikarin me têk bibin. Hevalên me ji ber ku aştî û demokrasî parastin hatin binçavkirin. Bi binçavkirinan dixwazin me paşve bixin. Ez slavên xwe ji hezaran hevalên me yen girtî re dişînim. Em dîro dîsa civîna koma partiya xwe bi wekîlek kêm pêk tînin. Wekîla me Leyla Guven hêj girtî ye. Em dê wê û hevalên wê yên girtî ji girtîgehê derxin. Sibê salvegera komkujiya GAR'a Enqereyê 10'ê Cotmehê ye. Sibê 3 sal derbas dibin. 103 kesan li dijî şer bi înat aştî xwestin û hatin kuştin. Bi gazê û ava şit êrîşî bedenê bê ruh kirin. Em tu carî êrîşên bi TOMA ji bîr nakin. Di hemû dozên li dijî me de heta niha yek bersûc û kujer nehat darizandin. Nehat ceza kirin. Heta niha gotinek der barê van bûyeran de ji devê siyasetmedarê AKP’ê derneket. Em hemû kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmetî bi bîr tînin." 
 
YÊN SERÊ XWE LE BER ZILMÊ NETEWANDIN NIHA GIRTÎ NE
 
Temellî, bal kişand ser pêşnûnemay Dewlet Bahçelî ya efûya ji bo girtiyên edlî û wiha got: "Îro yên serê xwe li ber zilmê û neheqiyan netewandin bi deh hezaran girtî ne. Dixwazin bi vê zagona efûyê hemû çeteyan serbesr berdin. Li Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê 7 hevalên me yên karker d3isa hatin girtin. Bi giştî 34 hevalên me yên karker hatin girtin. Ji ber ku mafê xwe yê mirovî xwestin hatin girtin.b Li diji şertên kar îtiraz kirin û dengê xwe bilind kirin hatin girtin. Li vî welatê ku AKP bi rêve dibe her mehê 150 karker dimirin. Çavê Qesrê li ked û canê mirovan e. Bi perdê ser bûyerên balafirgeha Stenbolê girtin. Zilma li ser karkeran didome. Holdinga Hattat a li Amasra karkeran ji kar davê û heqê wan nadin wan. Em dê parastin û lêgerîna mafê karkeran berdewam bikin."
 
Temellî, da zanîn ku kuştina Îsmail Devrim, Zubeyde û Oguz Arda û Kadir Oruç yê li balafirgeha Stenbolê jiyanaxwe ji dest dan ji neditinê tên û wiha lê zêde kir: "Em dê ji bo bîranîna wan vê têkoşînê bilind bikin. Ger ku hûn bixwazin welatekî nas bikin, li wî welatî binerin ku mirov çawa tên kuştin. Mirovên ku çawa întînar dikin bibînin. Divê em dawî li vî fîlmê îktîdarê bînin." 
 
9'Ê COTMEHÊ DESTPÊKA TABLOYA REŞ E
 
Temellî, bal kişand ser 9'ê Cotmeha 1998'an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 20 sal berê ji bi destê navdewletî ji Sûriye hat derxistin û wiha axivî: “Ev hemû tabloya reş û zilm 20 sal berê di 9'ê Cotmehê de dest pê kir. Vê zalimtî û şerê dijwar tevî 20 sal berê di 9'ê Cotmehê de dest pê kir. Îro 9'ê Cotmehê salvegera komplo ye. Ji bo em geşedanên li welatê me û Rojhilata Navîn fêm bikin 9'ê Cotmehê pir girîng e. Îro sedema geşedanên heyî komplo ye. 
Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevit got ‘Ez hêj nizanim çima DYA Ocalan teslîmî me kir' Niha ev rastî bi zelalî xuya dibe. 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê ji aliyê serwîsê nepenî ve hat meşandin û îro nû derdikeve holê. Ocalan xwest têkiliyên tirk û kurd xurt bibe. Îro berdewama tecrîdê dîsa bi destê hêzên navdewletî pêş dikeve. Hêzên navdewletî dixwazin tecrîdê kurtir bikin. Brêz Ocalan diyar kir ku bi vê komployê xwestin gelê kurd û tirk bînin hemberi hev. Ji ber ev talûke dît parastina xwe ya li Îmraliyê li ser têkileyên kurd û tirkan pêş xist. Ji bo polîtîka û lîstikên hêzên navneteweyî yên li ser tirkiye pûç bike got "Welatê hevpar û Komara Demokratîk" Birêz Ocalan her dem yekîtiya gelan û komara demokratîk parast. Birêz Ocalan her dem xwest modela nedeweya demokratîk ku hemû ziman, çand, nasname û bawerî bi hevre bişin ava bike. Lê ji ber ku banga birêz Ocalan bê bersîv ma, pirsgirêka kurd bê çareserî hat hiştin. Di bingeha demokrasiyê de çareseriya pirsgirêka kurd heye. Birêz Ocalan 3 salan ji bo aştiyê ket nava hewldanên muzakereyan. Lê AKP’ê muzakere nexwest. Hewldan û keda Ocalan li ber çavan negirtin. Piştî wê darbeya 15'ê Tîrmeha 2016’an pêk hat." 
 
BI TECRÎDÊ SER MUTABAXATÊ GIRTIN
 
Temellî, tecrîda li ser Ocalan jî şermezar kir û wiha lê zêde kir: "Bi tecrîdê ser mutabaxatê qirtin. Di hevditinan de metnê mutabaqatê derket holê. Ev metnê çareseriyê bû. li Dolmabahçe îmze kirin. Lê li ser vê yekê tecrîd pêş xistin û dawî li vê mutabakattê anîn. Di vê mutabaqate de welatîbûna azad û zayendiya demokratîk hebû. Bi vê mutabaqatê pirsgirêika Tirkiye çareser dibû. Çareseriya pirgsireka kurd bû. Ji ber dawî li hevdîtinan anin komkujiya 10'ê Cotmehê pêk hat. Sibê 10'ê Cotmehê ye. Em piştî 9'ê Cotmehê bi hişmendiya ku aqil winda kiriye re rû bi rû man. Ji bo tecrîd baş bê famkirin divê polîtîkaya AKP’ê ya li dijî gelê kurd baş bê famkirin. Em ji AKP'ê dipirsin 'Bi tecrîdê dixwazin çi bikin? Dixwazin çi çareser bikin? Birêz Ocalan li ser masa Îmraliyê ji heyetê re got 'Ger ku em vê meseleyê li ser vê maseyê çareser bikin em dê bikin. Na ger ku me li ser vê maseyê çareser nekir li serdve çareser nabe. Di rastiya xwe de jî wisa bû. Niha birêz Ocalan di bin tecrîda mutlaq de ye. Dixwaze bi temanî çareseiyê ji holê rake û civakê bê nefes bihêle. Dixwazin civakê bê parastin bihêlin. Lê em dê her dem nirxên civakê biparêzin û pêş bixin. Îro sedema krîza aborî tecrîd û şerê heyî ye. Pirsgerêka Tirkiye ya herî mezin kriza aborî ye. Şer û tecrîd bêtir kriza aborî kûr dike. 
 
 
‘AKP WEKE SELEFXURÊ TAXAN E’ 
 
Temellî, da zanîn ku pergalekê zamê heye û wiha bilêv kir: “AKP weke selefxurekê taxane. Ji gel kom dike û van çavkaniyan davêje çalekê û berhewa dike. Gelo çawan kom dike? Ka ji kerema xwe re li fatûreyên Ceyranê, gaza xwezayî û hemû fatûreyan mêze bikin. Di her fatûreyekê de herî kêm 4-5 bace hene. Bi awayekê neraste rast hemû yan ji gel digire. Ev bêedaletî dê vî welatî ber bi bêedaletiyek mezin a topyekûn de bibe. Vê bêedaletiyê ferzî gel dike û gel xizan dike. Hemû pereyên ji gelek digire ji bo sermayeyên betonê, çekan û alîgirin xwe.” 
 
‘JI BERPIRSIYARTIYÊ DIREVE’
 
Temellî, dest nîşan kir ku ev dahiyên aboriyêne û  wiha rêz kir: “Modayekê konkordato heye. Ji 300 fîrmayan zêdetir konkordato îlan kirin. Gelek ji van fîrmayên dewlemend ê îhaleyên AKP’ê ne. Konkordatoyên nû îlan dikin û bi vî awayî ji berpirsiyartiyê direvin. Niha yek derdê wan heye, hewl didin vê krîza aborî bixin malên fîrmayên karker û kedkaran. Di 20 salên dawî de nifûs ji sedî 26 zêde bû û asta sûc jî ji sedî 400 zêdetir bûn. Bi taybetêı sûcên tiryakêşiyê û diziye ji sedî 600 zêdetir bûn. Hejmara girtiyên di girtîgehan de, ji sedî 40 jê ciwan û zarokin. Ji ber ku dinava 20 slan de ev welat pir xizanbû. Dinava 20 salan de dijminantî pir zêde kirin û bi vê yekê re jî tevgeriyan.” 
 
‘MA TU MEŞRÛ YÎ?’
 
Temellî di dewama axatina xwe de wiha pê de çû: “Niha dest bi xebatên hilbijartina herêmî kirine. Bêguman, Erdogan ji bo HDP’ê sûdar bike, hemû gotinên xwe yên dijminantî yên li dijî HDP’ê bi kar tîne. HDP’ê weke partiyek meşrû nabîne. Qet nebîne, gelo tu meşrûyî? Ger dê nîqaş meşrûbûnê bê kirin, ev yek ne bi HDP’ê re dibê bi tere bê kirin. Te hemû fitne û fesadî kirin nava sindoqan û xwe wisan ji sindoqan derxist. Tu kesek wihayî. Ji ber vê divê berî her tiştî meşrûbûna te bê nîqaşkirin. Hemû kes jî baş dizanin HDP partiyek meşrû ye. Gel HDP’ê şand vê derê. HDP meşrûbûna xwe ji vî gelî digire. Weke te ne diziye sindoq û hilbijartinane. Ji ber vê divê gotina meşrûbûnê ji devê te dernekeve.”
 
EM PIR XEMGÎN BÛN KU TU ME MÛXATAP NAGIRÎ!’
 
Temellî, balkişand ser gotina Erdogan a got “Ez we mûxatap nagirim” û wiha domand: “Em pir xemgîn bûn. Bi vî derdî êdî emê neyên ser xwe. Jixwe ma kî te mûxatap digire. Mûxatabê me gel, jin û kedkarên me ne. 6 mîlyonan kes dengên xwe dan me. Em ne tenê wan mûxatap dikirin, em hemû civakê mûxatap digirin. Ji ber vê yekê mûxatapê me gelê me ye, ma tu kiyî. Ji xwe em te mûxatap nagirin. Niha radibin dibêjin ‘emê qeyûm tayîn bikin.’ Hemû awayên şantaj, gef û diziya serkeftinê bi van re heye. Emê em li gorî encamên hilbijartinê tevbigerin. Rêya me rêya têkolîna li dijî faşîzmê ye. Emê ne li gorî te, li gorî gelê xwe tevbigerin. Emê tu carî li hemberî gefên te serî netewînin û tu carî cih ji tere nehêlin.” 
 
‘VÎNA ME YA 40 SALAN HEYE’
 
Temellî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Guman dike ku gel ji ber van gefan dê neçin ser sindoqan û xwedî dengê xwe dernekevin. Ma tu vê vînê, weke dengan guman dikî? Ev vîn vînek siyasiye. Vîneke 40 saliye. Vî gelî kî dît û kî nedît. Hemû kes dîtin. Gelo te, dinava 40 salan de gelekê ku teslîm bûyî qet dîtiye. Vî gelî tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û dê tu carî jî dest jê berne de.” 
 
 
 
 

Sernavên din

10/10/2018
15:17 Polîsan mudaxaleyî bernameya bîranînê kir: 11 kes binçav kirin
15:10 Şêniyên Çemê Elîka: Wê esker me bişewitînin
15:08 Kêştiya koçberan noqî avê bû: 9 kes mirin û 25 kes jî winda bûn
14:52 Dadger li Nûçegîhana me Taşkin 7 sal û 6 meh ceza birî
14:42 Doza Lijneya Weşana Giştî ya Nobedar taloq kirin
14:33 Di serdegirtina malê de Hevşaredara Hezro derp kirin
14:10 Soz dan qurbaniyên Komkujiya Enqereyê: Em paş ve nekişin
13:52 Li Amedê şermezarkirina operasyonê: Em çong natewînin
13:38 Çekîl ê HDP’î yê rastî êrîşê hat: Ev encama polîtîkayên cudakar ên hikûmetê ye
13:35 Ji doza Ozgur Gundemê kes nehat berdan
13:03 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê bibîr anîn: Em li cihê qurbaniyan e
12:38 Ji kesên li Amedê hatin binçavkirin 20 jê hatin berdan
12:37 Parêzera doza 10'ê Cotmehê: Heta rayedarên dewletê bên darizandin emê têbikoşin
12:10 'Divê Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê bê avakirin'
11:52 TJA : Jin dê bi binçavkirinan paşve gav neavêjin
11:06 ‘Hezar carî jî qeyûman tayîn bikin, em ê dîsa namzetê xwe bijêrin’
11:00 ‘Hewl didin bi ser doza Aladagê bigirin’
11:00 Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê diyar bû
10:59 Dozger Del Ponte: Me komkujiya êzidîyan belge kir, lê ji NY'ê encam derneket
10:22 ‘Gel dê polîtîkayên qeyûman vale derbixe’
10:19 'Kekê Mehmed dengên di tarîtiyê de ji nû ve zindî kir’
09:55 Mizrakli: Kesên nikarin Sûran derbas bikin har dibin
09:16 Rojnamevan Tahîncîoglû: Divê daraz 10'ê Cotmehê ronî bike
09:15 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tirkiye bi rêbazên 'çetewarî' tê birêvebirin
09:14 Serokê Giştî yê TGS'ê Dûrmûş: Divê rojnamevanan berdin
09:14 Texrîbata li heskîfê her diçe zêdetir dibe
09:13 Qeyûm propagandaya 'pergala' nehatiye erêkirin dike
09:13 82 sal ceza li zilamê ku zarok îstsimarkirin hat birîn
09:12 Masîvan ji ber buhabûna mazotê qeyîkên xwe difiroşin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2018'AN
09/10/2018
21:32 Rojnamevanan xwest hevpîşeyên wan bên berdan
21:07 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aydin li Emniyeta Amedê ye
19:29 Hevserokê HDP'a Êlihê Togûç hat girtin
19:19 Polîsan avêt ser mala Leyla Guvenê
18:13 Di operasyonê de ‘kiras' nedîtin
17:53 Ji bo rojnamegerên binçavkirî êvarê kampanya tê destpêkirin
17:51 Endamê DÎK’ê Prof. Dr. Turgay hat binçavkirin
17:41 Başaran a HDP’î: Diz û heydût deriyan dişkîn in
17:22 Karkerên Balafirgeha 3'emîn hatin binçavkirin
16:59 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 753’yemîn hat redkirin
16:27 Hamzaoglu: Ji bo saetekê bi tenê be jî divê em şaredariyan qezenc bikin
15:41 Temellî: 9'ê Cotmehê destpêka tabloya reş e
Temellî: Li vî welatê AKP bi rêve dibe her meh 150 karker dimirin
15:26 Li Wanê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 14'an
15:16 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin: Em tecrîdê bi hev re bişkênin
14:48 Rojnameger Lezgîn Akdenîz ê nûçe dişopand hat binçavkirin
14:48 Siyasetmedar: Operasyona beriya hilbijartinê ye
Rojnameger: Dixwazin peyama 'Em li ser pişta we ne'
14:29 Li Wanê operasyon û komploya li dijî Ocalan hat şermezarkirin
14:20 Bi îxbarek bênav derbarê 151 kesan de biryara binçavkirinê dan
14:01 Danişîna doza Nobeta Gerînendeya Weşanê dîsa taloq kirin
13:36 ‘Ev operasyona astengkirina rojnamegeriyê ye’
13:33 ÇGD’ê binçavkirinên rojnamegeran şermezar kir
13:23 Dosyayên doza Ozgur Gundemê kirin yek
13:23 Omer Siner ê polîsan xwest bibe sîxur serî li ÎHD'ê da
12:53 Dozger xwest 4 akademîsyen bên cezakirin
12:49 Polîsan deriyê buroya Rojnameya Yenî Yaşamê ya Amedê şikandin
12:35 Cerdevanan çav berdan rûnê nivîşkê û toraqa gundiyan
12:27 Rojnameger Gok hefteyek berê li TEM’ê îfade dabû
11:48 Navê 63 kesên li Amedê hatin binçavkirin diyar bûn
11:47 Li dijî barageha eskerî êrîş: Eskerek mir û 3 esker jî birindar bûn
11:47 Parêzerên Ocalan cara 753'yemîn serlêdana hevdîtinê kirin
11:42 Xwîneran bêriya ‘rojnamegerê duçerxa hêşîn’ kiriye
11:32 326 şivanên TÎGEM'ê 15 rojin li benda çareseriyê ye
11:24 Danişîna biryarê ya rojnameger Taşkin dê sibê bê dîtin
10:21 Oztuzun: Dixwazin bi tecrîtê Projeya Neteweya Demokratîk asteng bikin
09:48 Li Êlihê 5 kes hatin girtin
09:14 Doza Mazlûm Kaynak: Ji mesafeyeke nêz ve çek berdaye
09:13 Îpekyuz: Tiştên tên kirin gel natepisîne, bereksê wê gel hêrstir dike
09:13 Wênekêşê ku ji bo tedawiya xwe ekîpmana xwe firot li benda piştevaniyê ye
09:12 Serlêdana ji bo berdana Leyla Guvenê hîn jî nehatiye bersivandin
09:11 Birayê Dîlek Dayarê: Em ê şopdar vê dozê bin
09:10 'Hîn jî li ser mêrdewanan dengê wî dibihîsim...'
09:09 Piştî nan buha bû, dest bi nanê tendûrê kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2018'AN
08:15 Rojnameger û siyasetmedar jî di navde zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin
08/10/2018
21:27 Kesên li Qoserê hatin binçavkirin hatin berdan
19:39 Li Licê operasyona leşkerî didome: 2 kes hatin binçavkirin
18:26 Hevseroka HDP'ê ya Êlihê hat berdan
17:20 Kişanak û Tuncel dîsa nehatin berdan
16:23 Platforma Piştevaniya bi Karkerên Balafirgeha 3’yemîn re hat avakirin
16:12 Welatiyên Çemê Elîka: Leşker destûr nadin em derkevin derve
15:28 Di meha Îlonê de 231 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
15:14 Li Rûsyayê jina rojnameger kuştin
15:05 Baroyên Mêrsîn û Edene: Parastin nayê bêdengkirin
14:29 Başkaya: Ev rejîm kesên cuda difikirin xayîn nîşan dide
14:16 ‘Bila karkerên Balafirgeha 3’yemîn bên bardan’
14:04 'Li dijî Komployê ji bo têkoşîna demokratîk em bang li her kesî dikin'
13:15 TJA’yê banga têkoşîna li dijî ‘siyaseta komploger’ kir
13:01 Bîlgen: Erdogan îlan kir ku AYM û YSK bê wate ye
12:48 Li herêma hat qedexekirin gelek sewal mirar bûn
12:02 HDP'ê fona betaliyê anî rojeva meclîsê
11:32 Toguç ê di binçavan de: Operasyon dewama komploya 9’ê Cotmehê ye
11:21 Nameya rojnamegerê girtî Sayilgan “bi fikar” hat dîtin û dest danîn ser
11:05 'Sedema buhabûna firengan, neorganîzekirina hikûmetê ya hilberînê ye
10:56 Heyeta Swîsreyî li pirsgirêka kurd guhdar kir
10:23 Psîkolog Guldîken: Civak serdema şoka krîza aborî dijî
09:11 Prof. Dr. Goregenlî: Li Sûrê binpêkirina mafan dewam dike
09:10 Ev dara çinarê hezar û 200 salî ye
09:07 Şêwekara îranî pêşengeha ‘Rûyê honandî’ vekir
09:05 Balafirgeha Şerafettîn Elçî veguherandin baregeha eskerî
09:03 ‘Li girtîgehên Tarsûs û Kurkçulerê zextên giran hene’