Temellî: 9'ê Cotmehê destpêka tabloya reş eTemellî: Li vî welatê AKP bi rêve dibe her meh 150 karker dimirin 2018-10-09 15:41:21   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di civîna hefteyî ya partiya xwe de bal kişand ser 20'emîn salvegera 9'ê Cotmehê derxitina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê û wiha got: "20 sal berê di 9'ê Cotmehê de Birêz Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin. Komplo 20 sal berê dest pê kir. Bi derxistina Ocalan zext û zordariya ser civakê jî dest pê kir. Em dê her dem nirxen civakê biparêzin. Em dê qeyûmê ji ser vê axê paqij bikin." Temellî bal kişand ser çalakiyên karkeran û anî ziman ku li welatê ku AKP bi rêve dibe her meh herî kêm 150 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin.   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî di civîna hefteyî ya koma partiya xwe de axivî û geşedanên di nava hefteyê de nirxand. Temellî, bal kişand ser operasyonên rojên dawî yên li dijî HDP'ê û wiha got: "Îro jî navenda wê Amed li 9 bajaran operasyon pêk hat. Em dê hem li kolanan û hem jî li meclisê bi înat kom bibin û dengê xwe bilind bikin. Em dê têkoşîna aştî û demokrasiyê mezin bikin. Bi van operasyonan nikarin me têk bibin. Hevalên me ji ber ku aştî û demokrasî parastin hatin binçavkirin. Bi binçavkirinan dixwazin me paşve bixin. Ez slavên xwe ji hezaran hevalên me yen girtî re dişînim. Em dîro dîsa civîna koma partiya xwe bi wekîlek kêm pêk tînin. Wekîla me Leyla Guven hêj girtî ye. Em dê wê û hevalên wê yên girtî ji girtîgehê derxin. Sibê salvegera komkujiya GAR'a Enqereyê 10'ê Cotmehê ye. Sibê 3 sal derbas dibin. 103 kesan li dijî şer bi înat aştî xwestin û hatin kuştin. Bi gazê û ava şit êrîşî bedenê bê ruh kirin. Em tu carî êrîşên bi TOMA ji bîr nakin. Di hemû dozên li dijî me de heta niha yek bersûc û kujer nehat darizandin. Nehat ceza kirin. Heta niha gotinek der barê van bûyeran de ji devê siyasetmedarê AKP’ê derneket. Em hemû kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmetî bi bîr tînin."    YÊN SERÊ XWE LE BER ZILMÊ NETEWANDIN NIHA GIRTÎ NE   Temellî, bal kişand ser pêşnûnemay Dewlet Bahçelî ya efûya ji bo girtiyên edlî û wiha got: "Îro yên serê xwe li ber zilmê û neheqiyan netewandin bi deh hezaran girtî ne. Dixwazin bi vê zagona efûyê hemû çeteyan serbesr berdin. Li Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê 7 hevalên me yên karker d3isa hatin girtin. Bi giştî 34 hevalên me yên karker hatin girtin. Ji ber ku mafê xwe yê mirovî xwestin hatin girtin.b Li diji şertên kar îtiraz kirin û dengê xwe bilind kirin hatin girtin. Li vî welatê ku AKP bi rêve dibe her mehê 150 karker dimirin. Çavê Qesrê li ked û canê mirovan e. Bi perdê ser bûyerên balafirgeha Stenbolê girtin. Zilma li ser karkeran didome. Holdinga Hattat a li Amasra karkeran ji kar davê û heqê wan nadin wan. Em dê parastin û lêgerîna mafê karkeran berdewam bikin."   Temellî, da zanîn ku kuştina Îsmail Devrim, Zubeyde û Oguz Arda û Kadir Oruç yê li balafirgeha Stenbolê jiyanaxwe ji dest dan ji neditinê tên û wiha lê zêde kir: "Em dê ji bo bîranîna wan vê têkoşînê bilind bikin. Ger ku hûn bixwazin welatekî nas bikin, li wî welatî binerin ku mirov çawa tên kuştin. Mirovên ku çawa întînar dikin bibînin. Divê em dawî li vî fîlmê îktîdarê bînin."    9'Ê COTMEHÊ DESTPÊKA TABLOYA REŞ E   Temellî, bal kişand ser 9'ê Cotmeha 1998'an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 20 sal berê ji bi destê navdewletî ji Sûriye hat derxistin û wiha axivî: “Ev hemû tabloya reş û zilm 20 sal berê di 9'ê Cotmehê de dest pê kir. Vê zalimtî û şerê dijwar tevî 20 sal berê di 9'ê Cotmehê de dest pê kir. Îro 9'ê Cotmehê salvegera komplo ye. Ji bo em geşedanên li welatê me û Rojhilata Navîn fêm bikin 9'ê Cotmehê pir girîng e. Îro sedema geşedanên heyî komplo ye.  Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevit got ‘Ez hêj nizanim çima DYA Ocalan teslîmî me kir' Niha ev rastî bi zelalî xuya dibe. 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê ji aliyê serwîsê nepenî ve hat meşandin û îro nû derdikeve holê. Ocalan xwest têkiliyên tirk û kurd xurt bibe. Îro berdewama tecrîdê dîsa bi destê hêzên navdewletî pêş dikeve. Hêzên navdewletî dixwazin tecrîdê kurtir bikin. Brêz Ocalan diyar kir ku bi vê komployê xwestin gelê kurd û tirk bînin hemberi hev. Ji ber ev talûke dît parastina xwe ya li Îmraliyê li ser têkileyên kurd û tirkan pêş xist. Ji bo polîtîka û lîstikên hêzên navneteweyî yên li ser tirkiye pûç bike got "Welatê hevpar û Komara Demokratîk" Birêz Ocalan her dem yekîtiya gelan û komara demokratîk parast. Birêz Ocalan her dem xwest modela nedeweya demokratîk ku hemû ziman, çand, nasname û bawerî bi hevre bişin ava bike. Lê ji ber ku banga birêz Ocalan bê bersîv ma, pirsgirêka kurd bê çareserî hat hiştin. Di bingeha demokrasiyê de çareseriya pirsgirêka kurd heye. Birêz Ocalan 3 salan ji bo aştiyê ket nava hewldanên muzakereyan. Lê AKP’ê muzakere nexwest. Hewldan û keda Ocalan li ber çavan negirtin. Piştî wê darbeya 15'ê Tîrmeha 2016’an pêk hat."    BI TECRÎDÊ SER MUTABAXATÊ GIRTIN   Temellî, tecrîda li ser Ocalan jî şermezar kir û wiha lê zêde kir: "Bi tecrîdê ser mutabaxatê qirtin. Di hevditinan de metnê mutabaqatê derket holê. Ev metnê çareseriyê bû. li Dolmabahçe îmze kirin. Lê li ser vê yekê tecrîd pêş xistin û dawî li vê mutabakattê anîn. Di vê mutabaqate de welatîbûna azad û zayendiya demokratîk hebû. Bi vê mutabaqatê pirsgirêika Tirkiye çareser dibû. Çareseriya pirgsireka kurd bû. Ji ber dawî li hevdîtinan anin komkujiya 10'ê Cotmehê pêk hat. Sibê 10'ê Cotmehê ye. Em piştî 9'ê Cotmehê bi hişmendiya ku aqil winda kiriye re rû bi rû man. Ji bo tecrîd baş bê famkirin divê polîtîkaya AKP’ê ya li dijî gelê kurd baş bê famkirin. Em ji AKP'ê dipirsin 'Bi tecrîdê dixwazin çi bikin? Dixwazin çi çareser bikin? Birêz Ocalan li ser masa Îmraliyê ji heyetê re got 'Ger ku em vê meseleyê li ser vê maseyê çareser bikin em dê bikin. Na ger ku me li ser vê maseyê çareser nekir li serdve çareser nabe. Di rastiya xwe de jî wisa bû. Niha birêz Ocalan di bin tecrîda mutlaq de ye. Dixwaze bi temanî çareseiyê ji holê rake û civakê bê nefes bihêle. Dixwazin civakê bê parastin bihêlin. Lê em dê her dem nirxên civakê biparêzin û pêş bixin. Îro sedema krîza aborî tecrîd û şerê heyî ye. Pirsgerêka Tirkiye ya herî mezin kriza aborî ye. Şer û tecrîd bêtir kriza aborî kûr dike.      ‘AKP WEKE SELEFXURÊ TAXAN E’    Temellî, da zanîn ku pergalekê zamê heye û wiha bilêv kir: “AKP weke selefxurekê taxane. Ji gel kom dike û van çavkaniyan davêje çalekê û berhewa dike. Gelo çawan kom dike? Ka ji kerema xwe re li fatûreyên Ceyranê, gaza xwezayî û hemû fatûreyan mêze bikin. Di her fatûreyekê de herî kêm 4-5 bace hene. Bi awayekê neraste rast hemû yan ji gel digire. Ev bêedaletî dê vî welatî ber bi bêedaletiyek mezin a topyekûn de bibe. Vê bêedaletiyê ferzî gel dike û gel xizan dike. Hemû pereyên ji gelek digire ji bo sermayeyên betonê, çekan û alîgirin xwe.”    ‘JI BERPIRSIYARTIYÊ DIREVE’   Temellî, dest nîşan kir ku ev dahiyên aboriyêne û  wiha rêz kir: “Modayekê konkordato heye. Ji 300 fîrmayan zêdetir konkordato îlan kirin. Gelek ji van fîrmayên dewlemend ê îhaleyên AKP’ê ne. Konkordatoyên nû îlan dikin û bi vî awayî ji berpirsiyartiyê direvin. Niha yek derdê wan heye, hewl didin vê krîza aborî bixin malên fîrmayên karker û kedkaran. Di 20 salên dawî de nifûs ji sedî 26 zêde bû û asta sûc jî ji sedî 400 zêdetir bûn. Bi taybetêı sûcên tiryakêşiyê û diziye ji sedî 600 zêdetir bûn. Hejmara girtiyên di girtîgehan de, ji sedî 40 jê ciwan û zarokin. Ji ber ku dinava 20 slan de ev welat pir xizanbû. Dinava 20 salan de dijminantî pir zêde kirin û bi vê yekê re jî tevgeriyan.”    ‘MA TU MEŞRÛ YÎ?’   Temellî di dewama axatina xwe de wiha pê de çû: “Niha dest bi xebatên hilbijartina herêmî kirine. Bêguman, Erdogan ji bo HDP’ê sûdar bike, hemû gotinên xwe yên dijminantî yên li dijî HDP’ê bi kar tîne. HDP’ê weke partiyek meşrû nabîne. Qet nebîne, gelo tu meşrûyî? Ger dê nîqaş meşrûbûnê bê kirin, ev yek ne bi HDP’ê re dibê bi tere bê kirin. Te hemû fitne û fesadî kirin nava sindoqan û xwe wisan ji sindoqan derxist. Tu kesek wihayî. Ji ber vê divê berî her tiştî meşrûbûna te bê nîqaşkirin. Hemû kes jî baş dizanin HDP partiyek meşrû ye. Gel HDP’ê şand vê derê. HDP meşrûbûna xwe ji vî gelî digire. Weke te ne diziye sindoq û hilbijartinane. Ji ber vê divê gotina meşrûbûnê ji devê te dernekeve.”   EM PIR XEMGÎN BÛN KU TU ME MÛXATAP NAGIRÎ!’   Temellî, balkişand ser gotina Erdogan a got “Ez we mûxatap nagirim” û wiha domand: “Em pir xemgîn bûn. Bi vî derdî êdî emê neyên ser xwe. Jixwe ma kî te mûxatap digire. Mûxatabê me gel, jin û kedkarên me ne. 6 mîlyonan kes dengên xwe dan me. Em ne tenê wan mûxatap dikirin, em hemû civakê mûxatap digirin. Ji ber vê yekê mûxatapê me gelê me ye, ma tu kiyî. Ji xwe em te mûxatap nagirin. Niha radibin dibêjin ‘emê qeyûm tayîn bikin.’ Hemû awayên şantaj, gef û diziya serkeftinê bi van re heye. Emê em li gorî encamên hilbijartinê tevbigerin. Rêya me rêya têkolîna li dijî faşîzmê ye. Emê ne li gorî te, li gorî gelê xwe tevbigerin. Emê tu carî li hemberî gefên te serî netewînin û tu carî cih ji tere nehêlin.”    ‘VÎNA ME YA 40 SALAN HEYE’   Temellî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Guman dike ku gel ji ber van gefan dê neçin ser sindoqan û xwedî dengê xwe dernekevin. Ma tu vê vînê, weke dengan guman dikî? Ev vîn vînek siyasiye. Vîneke 40 saliye. Vî gelî kî dît û kî nedît. Hemû kes dîtin. Gelo te, dinava 40 salan de gelekê ku teslîm bûyî qet dîtiye. Vî gelî tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û dê tu carî jî dest jê berne de.”