25 sal borîn: Ma ji bîrkirina Vartînîsê pêkan e?

  • rojane
  • 12:44 3 Cotmeh 2018
  • |
img
MÛŞ - 25 sal berê esker û tîmên taybet bi ser gundê Vartinîsê de girtin û Nasir û Eşref Ogut û 7 zarokên wan di malê de şewitandin û qetil kirin. Di ser komkujiya Vartinisê re 25 sal derbas bûn. Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ku dadgeha herêmî der barê bersûcan de dabû xera ki. Şahidên bûyerê diyar kirin ku ne pêkan e ku bûyer bê ji bîr kirin û gotin: "Ma pêkan e ku ev komkujî bê jibîr kirin. Ne pêkan e. 
 
Li çoltera bajaroka Vartînîsê ya Mûşê di 2-3’ê cotmeha 1993’yan de piştî di pevçûnê de binefserek û PKK’iyekî jiyana xwe ji dest da leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Haskoyî bi ser gund de girtin, gund şewitandin û gelek welatiyan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê komek leşker hatine bajarokê avahiya şaredariyê gulebaran kirine û gefa “em ê bi şev bên bajarokê bişewîtînin” kirine. Komek leşkerên ku çûne gundê Ardongê û gundî bi Alîkarî dayina PKK’ê sûcdar kirine û axûr, giha û malên kesên necerdevan in şewitandine. Leşkerên ku piştre derbasî gundê Vartînîsê bûne li vir jî gelek mal şewitandine. Di encama bûyerê de welatî Nasir Ogut, hevsera wî ya ducanî bi 7 zarokên temenê wan 3-12 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî çend salan ancax di 4’ê îlono 2013’an de têkîldarî bûyerê doz hate vekirin. Doza ku bi hin hincetan hate taloqkirin li Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê dihat ditin, piştre jî di 4’ê kanûne 2013’an de girtin Kirikkaleyê. 4’emîn rûniştina dozê li Dadgeha Cezaya Giran a Kirikkaleyê hate dîtin. Herî dawî doz di 1'ê Adara 2016'an de bi encam bû û kujer hatin beraatkirin. Piştî Teymenê Jor Hanifî Akyildiz, Serçawîş û Fermandarê qereqola Gokyazi Turhan Nûrdogan, Midurê Taxa Tevgera Taybet ê Midûriyeta Polisan a Mûşê Şerafettîn Us ku ji kujera welatiyan dihatin darizandin beraet kiribûn. Piştî biryara dadgeha herêmî parezeran serî li dadgeha bilind dan. Dozgerê Dadgeha Bilind Fehmi Tosun, serlêdana parêzeran nirxand û biryara dadgeha herêmî îtiraz kir û xwest ji nûve kujer bên darizandin.
 
BI ŞEV SAET DI 3.30'AN DE MIROV BI SAXÎ ŞEWITANDIN
 
Şahidê komkujiya Vartînîsê Casim Budak, diyar kir ku biryar erênî ye û wiha got: "Em dixwazin ev doza komkujiyê bi cezakirinê bi encam bibe. "Di sala 1993'an de li herêma Konutan şer pêş ket. Di şer de leşkerek mir. Piştî di şer de leşkerek mir, saet di 3.30'an de mala Ogut dan ber agir. Mirovên dixanî de bi saxî hatin şewitandin. Divê kesên berpirsiyar bi awayekî herî giran bên cezakirin. Ji ber ku wê rojî li gund çi hebû şewitandin. Piştî şewitandina malê li gund ku nifûsa wê 7 hezar û 500 mirov bûn, piranî koç kirin. Hêjmara gund daket 3 hezar û 500 kesan. Dema biryara beraetê dan em hêrs û qehr bûn. Niha jî em bi hêvîne ku berpirsiyar bên cezakirin. Em li bendê ne ku bersûcan ceza bikin." 
 
'BAWERIYA ME BI HIQÛQÊ NAYÊ'
 
Şahidê bûyerê Hekîm Ogut jî anî ziman ku di ser bûyerê re 25 sal derbas bûn û wiha got: "Her çend 25 sal derbas bûn jî em bûyerê ji bîr nakin. Biryara ji nûve darizandinê em kêfxweş kirine. Em wekî gelê Vartînisê dixwazin ku bersûc bi awayekî herî giran bê cezakirin." 
 
Şahid Saleyman Elçî jî anî ziman ku hest û fikrên wan ên 25 sal berê çibûn niha jî heman tişt e û wiha got: "Neheqiyek mezin li gundiyan hat kirin. Kesên ev komkujî pêk anîn cezayê herî mezin heq dikin. Ji nûve dîtina dozê û darizandin ji bo me girîng e. Ger ku ceza bidin berpirsiyaran em gelê Vartînisê dê gelek kêfxweş bibin. Em hêvî dikin ku piştî zilma ew qas mezin li gorî daxwazên gel encamek derkeve. Lê dîsa em zêde bawer nakin encamek ji vê hiquqê dekeve. Ji ber ku em êdî ji hiqûqê bawer nakin." 
 
'DESTÛR NEDAN EM MUDAXALEYÎ ŞEWATÊ BIKNI'
 
Pismanê Nasir Ogutê ku xaniyê wî hat şewitandin Remzî Ogut jî anî ziman ku piştî pevçûnê esker hatin bajarokê û wiha got: "Eskeran ji mere gotin îşev gundê we dê bê şewitandin. Piştre esker bi şev hatin û gund dan ber agir. Xaniyê me û Nasır Ogut bi hevve bû. Piştî agir berdan xanî em derketin derve û me xwest mudaxaleyî agir bikin. Lê eskeran destûr nedan ku em mudaxaleleyî agir bikin û vemirînin.  Em dixwazin ku berpirsiyar bên darizandin û cezakirin. Em dixwazin cezayekî mezin li wan bê birîn. Ji bo berpirsiyar bên cezakirin em dê serî li hemû rêbazan bidin. Muzeya ku ji mo mamê min û zarokên wî hatiye avakirin her ku diçim wir bûyer tê bîra min. Her ku em li wê muzeyê dinerin em wê rojê ji bîr nakin. Em tu carî ji bîr nakin. Ji ber ku li wir 9 mirov li pêş çaê me bi saxî hatin şewitandin. Ma ev tu car tê ji bîr kirin? Ne pêkan e. Her ku em li vê muzeyê dinerin, ew roj û ew bûyer di hiş û mejiyê me de zindî dibe." 
 
MA / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

04/10/2018
13:37 KCD’ê Berhem Salih pîroz kir
13:25 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:24 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî polîtîkayên şer em ê têkoşînek hevpar birêve bibin
13:23 Polîsan li 2 kesan da û ew binçav kirin
12:43 Dozger: Ez dewama girtinê dixwazim
Demîrtaş: Ez berdana xwe daxwaz nakim
12:31 Karkerek li Edeneyê jiyana xwe ji dest da
12:19 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa ‘sirgûna êzidiyan’ qebûl nekir
12:00 Bi ser kaşkirina mirovahiyê re 3 sal derbas bû
11:02 ‘Îdrîs neyê berdan em ê dozê bibin DMME'yê’
10:50 Gelê Yedîkule: Gelo ev dewlet dixwaze çi bêje?
10:33 MSD: Bidawîkirina muzakereya bi Şamê re di rojeva me de nîne
10:01 AYM’ê bersiva 'nayê qebûlkirin' da serlêdana Aysel Tugluk
09:55 12 kes li Hatayê hatin girtin
09:54 Eren Keskîn bû namzeta Serokatiya Baroya Stenbolê
09:42 Li 65 gundên Licê û Hênê hatin qedexekirin
09:41 Li Edeneyê welatiyek ji Kobanê hat binçavkirin
09:32 Wezareta Karê Hundir doza li malbatên PKK’yan vekir hat redkirin
09:22 Li Kercewsê teqîn: Hejmara leşkerên mirin derket 7'an
09:22 Bi ereboka destan kolan bi kolan digere û amûrên kevnar difiroşe
09:21 Ji 2005'an heta niha 250 roj cezayê hucreyê li Ocalan hatiye birîn
09:20 Li Baybûrtê kêzikan dixin nav xwarina girtiyan!
09:20 ÎŞKÛR’ê bi awayekî neheq 4 milyon TL belav kir
09:19 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayin derman kirin
09:18 Li Wanê sextekariya muteahît: 307 daîreyên welatiyan derxist ber firotinê
09:17 Petêxên Melava li ser dezgehan e
09:16 Li Îzmîrê polîsan sîxurtî li ser kesekê din jî ferz kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2018'AN
08:43 Li Sêrtê qedexeya derketina derve
03/10/2018
18:11 Tezkere bi dengên AKP, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ salek hat dirêjkirin
17:20 Hevserokên HDP’ê Berhem Salih pîroz kirin
16:45 Walîtiya Êlihê ji ber cenazeyê Acar 8 roj Hezoyê qedexe kir
16:25 Operasyona eskerî ya li Licê di roja 3’yemîn de didome
15:31 Qedexeya derketina derveyî welat a xwendekaran hat rakirin
15:08 Kedkarên tenduristiyê: Hêj li benda çend kesane ji me bimirin?
14:33 Doza 8 rojnamegerên nûçeya Çîtîl parve kirin taloq bû
14:02 Parêzer ji bo Brunson serî li AYM'ê da
13:39 Demîrtaş: Erdogan bi dewama girtina min kampanya hilbijartinê dest pê kir
12:44 25 sal borîn: Ma ji bîrkirina Vartînîsê pêkan e?
12:02 Modela çareseriya krîza Sûriyeyê: Girê Spî
11:54 Ceferî: Em destûr nadin artêşa tirk di axa Iraqê de bimîne
11:18 Enflasyon derket ji sedî 25'an
10:55 Rojnameger Adil Yigît: Ez difikirim ku dê Erdogan bi xerabiyê biçe
09:32 AYM'ê cezayê hucreyê îhlal hesiband
09:08 Lêçûna salekê ya Qesrê 362 milyon tl
09:08 Prz. Kanar: DMME ji rêgezên xwe dûr dikeve
09:07 Sektora înşaetê ji ber aboriyê têk diçe
09:06 Ozugurlu: Komên çekdarên li Idlibê li Tirkiyeyê guhdar nakin
09:05 Tanrikulu: Em ê êdî çîroka windayan li Meclîsê bixwînin
09:05 Muftuoglu: Li welatê mafê mirovan tune be, pirsgirêkê karkeran dê bidome
09:04 Hevberdevka KÎD'ê Kaya: Emê niqaş bikin ku dîrok dubare nebe
09:00 ROJEVA 03'Ê COTMEHA 2018'AN
02/10/2018
22:39 Bi hezaran karkerên camê ji mafê xwe ji Lûleburgazê meşiyan Stenbolê
22:18 Dadgehê 20 meh ceza li nivîskar Ozturk birî
22:09 Xebatkarê Rojnameyê Tosun hat berdan
21:43 Dr. Berhem Salih bû Serokkomarê Iraqê
21:39 PE'yê 70 milyon eûro alîkariya ji bo Tirkiyeyê betal kir
21:25 Dadgeha bilind cezayê Ilıcak û bira Altanan erê kir
17:20 Temellî û Aydogan li ser meseleya perwerdê hevdîtin kirin
16:59 2 girtiyên li Tarsûsê sewqî Kayseriyê kirin
16:38 Di doza JÎTEM'ê ya Enqerê de şahidê veşartî hat guhdarkirin
16:21 Danişîna Tugluk û Tuncel hat taloqkirin
16:04 Parêzeran îtîrazî berdana bersûca DAIŞ’ê kir
15:48 Parêzer çûn Girtîgeha Duzceyê: Ji mîza girtiyan xwîn diherike
15:21 Zeynep Sekaanvand hat darvekirin
15:18 Buldan: Sedema krîzê rêveberiya yek zilamî û tecrîdkirina Ocalan e
14:54 OHP: Em ji rewşa Îmrali û girtiyan bi fikar in
13:45 Parêzer xwest danişîna doza Beştaş a HDP'î bê rawestandin
13:40 Pêşniyaznameya lêkolîna der barê Ocalan de hat redkirin
13:11 Operasyona li Lîcê di roja duyemîn de berdewam dike
13:02 Polîsan beşdariya merasîma cenaze asteng kir û HDP'yan tehdît kir
12:29 Rojnameger Bariş Polat hat berdan
12:27 ‘Konferansa Amadekariya Hilbijartinên Herêmî' ya HDP'ê dest pê kir
11:44 Pekozê HDP'î: Nav û cihên nexweşxaneyan guhertin, lê pirsgirêk neguherîn
11:20 Danişîna doza Demirtaş sibê ye
11:10 7 sal cezayê girtîgehê ji bo Serokwekîla Şaredariya Pirsûsê hat dayîn
10:58 Cilên girtiyê nexweşê giran nadinê
10:33 DMME ji bo îfadeya ‘gerîla’ Tirkiye mehkûm kir!
10:26 AI îdîa kir ku Îran dê îro Zeynep Sekaanvand darve bikin
10:17 Li Stenbolê operasyona ‘aboriyê’: Der barê 417 kesan de biryara binçavkirinê
10:01 Parêzerê Ocalan Şakar: DMME mîsyona mafê mirovan winda kir
09:53 ‘Guhertina navên kurdî bêtehamuliya li dijî zimanê me ye’
09:46 Li Endonezyayê du erdhejên din rû dan
09:38 Danişîna 7 rojnamegeran dê sibê bê dîtin
09:09 Di dozên komkujiyan de, tevî delîlan jî kiryar beraet dikin
09:08 Dayika ku kurê wê ji ber betaliyê xwe şewitand: Rêveberên vî welatî ma çi dikin?
09:07 ‘Zenda destê rastê yê cenazeyên li Meletiyê hemû hatine şikandin'
09:06 Hevşaredarê Tozanê: Tayînkirina qeyûman perçeyeke Plana Rûxandinê ye
09:06 Ji ber masîpankên tev li golê hatin kirin masiyên deqsor neman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2018'AN
01/10/2018
21:18 Qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû
17:27 Vefa Kartal 87 rojin di grevê de ye
16:59 Polîsên li Amedê bi ser du taxan de girtin, di jêrzemînên malan de lêgerîn kirin
16:58 Pekoz ê HDP'î: Çima Febrîqeya Şekir li gorî şertnameya îhaleyê nefirotin?
16:40 Bertekên li dijî zema ceyranê: Li şûna bi destên me bigirin, pehîna xwe li me didin
16:33 HDP’yî li ber Zîndana Amedê malbatan ziyaret kirin
15:57 Cenazeyê Çaglar piştî 2 mehan hat definkirin
15:49 Gel bi neçûyîna ser sindoqan bersiv da polîtîkayên heyî
15:34 Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dikin
15:17 Li Enqere di 5 salan de 300 karker di cînayetên kar de mirin
15:09 Karkerên gihîştin Enqereyê: Em ê berxwedana karkeran bigîhin hev