25 sal borîn: Ma ji bîrkirina Vartînîsê pêkan e? 2018-10-03 12:44:48   MÛŞ - 25 sal berê esker û tîmên taybet bi ser gundê Vartinîsê de girtin û Nasir û Eşref Ogut û 7 zarokên wan di malê de şewitandin û qetil kirin. Di ser komkujiya Vartinisê re 25 sal derbas bûn. Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ku dadgeha herêmî der barê bersûcan de dabû xera ki. Şahidên bûyerê diyar kirin ku ne pêkan e ku bûyer bê ji bîr kirin û gotin: "Ma pêkan e ku ev komkujî bê jibîr kirin. Ne pêkan e.    Li çoltera bajaroka Vartînîsê ya Mûşê di 2-3’ê cotmeha 1993’yan de piştî di pevçûnê de binefserek û PKK’iyekî jiyana xwe ji dest da leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Haskoyî bi ser gund de girtin, gund şewitandin û gelek welatiyan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê komek leşker hatine bajarokê avahiya şaredariyê gulebaran kirine û gefa “em ê bi şev bên bajarokê bişewîtînin” kirine. Komek leşkerên ku çûne gundê Ardongê û gundî bi Alîkarî dayina PKK’ê sûcdar kirine û axûr, giha û malên kesên necerdevan in şewitandine. Leşkerên ku piştre derbasî gundê Vartînîsê bûne li vir jî gelek mal şewitandine. Di encama bûyerê de welatî Nasir Ogut, hevsera wî ya ducanî bi 7 zarokên temenê wan 3-12 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî çend salan ancax di 4’ê îlono 2013’an de têkîldarî bûyerê doz hate vekirin. Doza ku bi hin hincetan hate taloqkirin li Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê dihat ditin, piştre jî di 4’ê kanûne 2013’an de girtin Kirikkaleyê. 4’emîn rûniştina dozê li Dadgeha Cezaya Giran a Kirikkaleyê hate dîtin. Herî dawî doz di 1'ê Adara 2016'an de bi encam bû û kujer hatin beraatkirin. Piştî Teymenê Jor Hanifî Akyildiz, Serçawîş û Fermandarê qereqola Gokyazi Turhan Nûrdogan, Midurê Taxa Tevgera Taybet ê Midûriyeta Polisan a Mûşê Şerafettîn Us ku ji kujera welatiyan dihatin darizandin beraet kiribûn. Piştî biryara dadgeha herêmî parezeran serî li dadgeha bilind dan. Dozgerê Dadgeha Bilind Fehmi Tosun, serlêdana parêzeran nirxand û biryara dadgeha herêmî îtiraz kir û xwest ji nûve kujer bên darizandin.   BI ŞEV SAET DI 3.30'AN DE MIROV BI SAXÎ ŞEWITANDIN   Şahidê komkujiya Vartînîsê Casim Budak, diyar kir ku biryar erênî ye û wiha got: "Em dixwazin ev doza komkujiyê bi cezakirinê bi encam bibe. "Di sala 1993'an de li herêma Konutan şer pêş ket. Di şer de leşkerek mir. Piştî di şer de leşkerek mir, saet di 3.30'an de mala Ogut dan ber agir. Mirovên dixanî de bi saxî hatin şewitandin. Divê kesên berpirsiyar bi awayekî herî giran bên cezakirin. Ji ber ku wê rojî li gund çi hebû şewitandin. Piştî şewitandina malê li gund ku nifûsa wê 7 hezar û 500 mirov bûn, piranî koç kirin. Hêjmara gund daket 3 hezar û 500 kesan. Dema biryara beraetê dan em hêrs û qehr bûn. Niha jî em bi hêvîne ku berpirsiyar bên cezakirin. Em li bendê ne ku bersûcan ceza bikin."    'BAWERIYA ME BI HIQÛQÊ NAYÊ'   Şahidê bûyerê Hekîm Ogut jî anî ziman ku di ser bûyerê re 25 sal derbas bûn û wiha got: "Her çend 25 sal derbas bûn jî em bûyerê ji bîr nakin. Biryara ji nûve darizandinê em kêfxweş kirine. Em wekî gelê Vartînisê dixwazin ku bersûc bi awayekî herî giran bê cezakirin."    Şahid Saleyman Elçî jî anî ziman ku hest û fikrên wan ên 25 sal berê çibûn niha jî heman tişt e û wiha got: "Neheqiyek mezin li gundiyan hat kirin. Kesên ev komkujî pêk anîn cezayê herî mezin heq dikin. Ji nûve dîtina dozê û darizandin ji bo me girîng e. Ger ku ceza bidin berpirsiyaran em gelê Vartînisê dê gelek kêfxweş bibin. Em hêvî dikin ku piştî zilma ew qas mezin li gorî daxwazên gel encamek derkeve. Lê dîsa em zêde bawer nakin encamek ji vê hiquqê dekeve. Ji ber ku em êdî ji hiqûqê bawer nakin."    'DESTÛR NEDAN EM MUDAXALEYÎ ŞEWATÊ BIKNI'   Pismanê Nasir Ogutê ku xaniyê wî hat şewitandin Remzî Ogut jî anî ziman ku piştî pevçûnê esker hatin bajarokê û wiha got: "Eskeran ji mere gotin îşev gundê we dê bê şewitandin. Piştre esker bi şev hatin û gund dan ber agir. Xaniyê me û Nasır Ogut bi hevve bû. Piştî agir berdan xanî em derketin derve û me xwest mudaxaleyî agir bikin. Lê eskeran destûr nedan ku em mudaxaleleyî agir bikin û vemirînin.  Em dixwazin ku berpirsiyar bên darizandin û cezakirin. Em dixwazin cezayekî mezin li wan bê birîn. Ji bo berpirsiyar bên cezakirin em dê serî li hemû rêbazan bidin. Muzeya ku ji mo mamê min û zarokên wî hatiye avakirin her ku diçim wir bûyer tê bîra min. Her ku em li wê muzeyê dinerin em wê rojê ji bîr nakin. Em tu carî ji bîr nakin. Ji ber ku li wir 9 mirov li pêş çaê me bi saxî hatin şewitandin. Ma ev tu car tê ji bîr kirin? Ne pêkan e. Her ku em li vê muzeyê dinerin, ew roj û ew bûyer di hiş û mejiyê me de zindî dibe."    MA / Mujdat Can