Parêzer Şeker: Girtiyên li Xarpêtê bi odeya singer tên tehdîtkirin

  • rojane
  • 09:08 1 Cotmeh 2018
  • |
img

AMED - Endamê Înîsiyatîya Piştevaniya Zindanan Parêzer Bunyemîn Şeker ê çû serdana girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê, diyar kir ku jin û zilamên girtî tên derpkirin û got: “Girtiyan gotin ku ew rastî îşkenceyê tên û bi odeyên sînger wan tehdît dikin.” 

Ligel ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte (OHAL) rabû jî, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dikin. Girtiyên li Xarpêt, Tarsûs û Wanê, pêkanînên îşkenceyê yên li ser wan tên meşandin, ji parêzeran re vegotin. 
 
Endamê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Parêzer Bunyemîn Şeker ê çû serdana girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê, derbarê rewşa girtiyan de axivî û wiha got: “Jin û zilamên girtî rastî îşkencê, lêdan û derban tên. Rayedarên girtîgehê girtiyan bi odeyên singerê tehdît dikin. Rojname û kovaran nadin girtiyan. Di dema lêgerînê de jinên girtî rastî heqaret û tacîzên devkî yên gardiyenên zilam tên.” 
 
‘LI XARPÊTÊ PÊKANÎNÊN FAŞÎZANE DI DEWRÊ DENE’
 
Prz. Şeker, diyar kir ku li Tirkiyeyê atmosfera siyasî tim bandorekê mezin li girtîgehan dike û wiha bilêv kir: “Piştî OHAL’ê tu tişt li girtîgehan ne guheriye. Derfetên jiyana girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê her roja derbas dibe xerabtir û zortir dibe. Normên hiqûqî ji holê hatine rakirin û pêkanîn keyfî pir zêde bûne. Dema dîsîplîna hiqûqî ji holê tê rakirin, wê demê wijda dikeve dewrê, lê ji ber ku wijdan tuneye, nêzîkatiyên faşîzane derketine holê. Niha li girtîgehê pêkanînên faşîzane di dewrê dene. Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî li 113 girtîgehan tên girtin. Di van hemû girtîgehan de binpêkirinên mafan hene. Binpêkirinên mafan ên herî xerab li girtîgehên Tarsûs, Xarpêt û Wanê tên jiyîn. Di kampusa Girtîgeha Xarpêtê de, Girtîgeha Jinan a Tîpa T, Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 û Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2’an hene. Li van girtîgehan dinavbera 300 û 350 girtî hene, lê ev hejmara dem bi dem tê guhertin. Girtiyên nû ji Sêrt û Tarsûsê anîne hene. Rayedarên her sê girtîgehan jî cudane. Her rayedarên girtîgehan pêkanînên cuda bi rêve dibin.” 
 
‘FERZKIRINA  HEJMARA LI SER PIYAN DIDOME’
 
Şeker, anî ziman ku 150 girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2’an ên piştî OHAL’ê ferzkirina hejmara li ser piyan qebûl nekiribûn, hatibûn derp kirin û wiha rêz kir: “Van hemû girtiyan bi rêya Baroya Amedê serlêdana sûc kiribûn, lê lêpirsîna dozger bi rêve bir bêencam ma. Ji ber vê ferzkirina hejmara li ser piyan didome. Gardiyan bi kamerayan dikevin qawişan û girtiyên hejmara li ser piyan qebûl nakin, tespît dikin û derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê vedikin. Tu mantiqê hiqûqî yê vê rewşê tuneye. Ji bo her hejmar nedayînê, girtek tên girtin û lêpirsînê vedikin. Di encama vê yekê de jî cezayê dîsîplînê didin girtiyan.” 
 
‘NÊZÎ 300 HUCREYAN HENE’
 
Şeker, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li Girtîgehên Hejmarên 1 û 2 nêzî 300 hucreyan hene. Ev hucre cihên tecrîtkirinê ne. Di van hucreyan de niha nêzî 60 girtiyan hene. Ev girtî dem bi dem dirûşmeyan berz dikin û bi bihîstina dengên wan em bûn şahidê vê yekê. Girtiyên bi darê zorê dibin van hucreyan hene. Em dikarin bêjin girtiyên li Xarpêtê dibin tecrîdê ne. Me bi raydarên girtîgeh û dozgeran re hevdîtin kirin, lê rayedarên girtîgehê weke ku kenê xwe bi me bikin nêzî me dibin.”
 
'GIRTIYÊN NEXWEŞ BI KELEPEÇEYÊ DIBIN NEXWEŞXANÊ’
 
Şeker, dest nîşan kir ku yek ji pirsgirêkên girtiyan ên din pirsgirêka tenduristiyê ye û wiha domand: “Di warê tenduristî û birina revîrê de girtî pirsgirêkên cîdî dijîn. Nexweşiya girtiyan ne ew nexweşîne ku li revîrê bên dermankirin. Girtiyê nexweşîna dil Leşker Acer û girtiyê nexweşîna giran Yaşar Kirmiz di hucreyan de tên girtin. Dîsan Gurbuz Topçû aliyekê temam aliyekê wî felçe, çavekê xwe winda kir û pêdiviya wî bi dermankirinê heye. Lê di hucreyê de tê girtin. Girtî û hikûmxarên bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêşwazî bikin di hucreyan de tên girtin. Dermankirina girtiyan tên taloqkirin. Girtiyan pir dereng dibin nexweşxaneyê. Girtiyan bi kelepçeye dibin xweşxanê û di dema kontrolê de kelepçeyê ji destên wan venakin. 
 
‘KANTÎNÊN GIRTÎGEHÊ BÛNE CIHÊ RANTÊ’ 
 
Şeker, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kovar û rojnameyan nadin girtiyan. Di warê pirtûkên bi rêya kargoyan diçin girtîgehan de girtî pirsgirêkên pir cîdî dijîn. Li ser girtiyan ferz dikin ku pirtûkan ji kantîna girtîgehê bikirin. Ji xwe gelek malzemeyên mîna pûl, qert, name û zerfên ji derve de tên şandin qebûl nakin. Dinava girtîgehê de qada rantê hatiye avakirin. Amûrê li derve erzan tên kirîn, li kantina girtîgehê bi tu qatan tên firotin. Dîsan rojnameyan nadin girtiyan. Girtî herî zêde rojnameya Yanî Yaşam dixwazin. Lê bi tu awayî rayedarên girtîgehê destûr nadin ev rojname bikeve girtîgehê.”
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

01/10/2018
15:00 Berdana bersûca DAIŞ’î di rojeva Meclîsê deye
14:58 Wekîla Serokên Koma HDP'ê Kurtulan: Guven berdin
14:36 Guhertina navê taxên kurdî ji Soylu hat pirsîn
13:47 Dozgerê dadgeha bilind biryara beraata kujerên Vartinisê îtîraz kir
13:10 Karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
12:41 3 xebatkarên Kovara Odak hatin binçavkirin
12:40 Meclîsa Karkerên jin hat avakirin: Em li dijî patronan bin
10:46 Girtî Ahmet Akbalik: Ev 3 rojin îşkencê li me dikin
10:45 Aborînas Durmuş: McKinsey wateya aboriya li dijî civakê ye
09:47 Ji bo yekîtiya Sûriyeyê li Helebê pilatforma danûstandinan pêk anîn
09:09 Meha Cotmehê bi zema Xaza Xwezayî dest pê kir
09:08 Parêzer Şeker: Girtiyên li Xarpêtê bi odeya singer tên tehdîtkirin
09:07 Başaran: Tecrît zirarê dide gelên Rojhilata Navîn
09:06 Sendîkayan piştgirî dan malbatên karkerên girtî
09:06 Bi hinceta lêpirsîna ewlekariyê 2 sal in nayê tayînkirin
09:01 Qeyûmê Şirnexê çavkaniyên şarederiyê ji bo polîs û qereqolên cendirmeyan xerc dike
09:00 ROJEVA 01'Ê COTMEHA 2018'AN
08:37 Di tusûnamî ya Endonezya de hêjmara miriyan gihişt 832 kesan
30/09/2018
20:59 Karkerên ber bi Enqerê ve meşiyan hatin binçavkirin
18:50 Dengdana Herêma Kurdistana Federe bi dawî bû: Tevlîbûn kêm bû
15:44 Li Bagokê şer derket
15:30 Li girtîgeha Kandira jin rastî gef û lêdanê hatin
15:17 Buldan: Sedema sereke ya kriza aborî tecrîdkirina Ocalan e
14:19 ÎHD ji Osman Kavala re azadî xwest
13:37 Konferansa ciwanên HDP'ê dest pê kir: Têkoşîna yekbûyî dê Dojhilata Navîn azad bike
Parlamen Dag: Em dê bi berxwedanê tecridê bişkînin
13:05 Li Nisêbînê ji bo operasyonên eskerî qolan qedexe kirin
12:15 Qeyûmê Qoserê navê 3 taxên kurdî kirin tirkî
10:11 Komekê êrîşî malbata Comert ê di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da kir
10:04 Hilbijêr li Herêma Federe a Kurdistanê çûn ser sindoqan
09:55 ÎYÎ-SEN: Dengê lingê karkeran tê
09:18 Psychology Kurdî bi hejmara 7’emîn bû 3 salî
09:16 'Dê sûcdarên edlî berdin, muxalifan bigirin'
09:14 Ji bo çêkirina Bîrhatina Demokrasiyê li benda 'dîtina' serokomar in
09:13 Tabloyên xwe nafiroşe, diyarî mirovan dike
09:10 Çîrokek mînîmal: Rû û Kûr
09:08 Kursên kurdî dest pê dikin
09:06 Zeraq: ‘Bêhna Dara Sincê’ jin e, dema tu bêhna wê hildidî tu dibî mirov
09:04 Meclîs bi tezkereya operasyona derveyî sînor vedibe
09:01 Tuwaleta li ser goristana ermeniyan çêkirin hêj xera nekirine
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2018'AN
29/09/2018
17:14 Hezaran Erdogan li Kolnê şermezar kir
16:41 Aqûbeta Tekdag ê 24 sal berê hat binçavkirin û windakirin pirsîn
16:34 Cenazeyê Bagriyanik sipartin axê
16:11 Malbatên girtiyan: Îşkenceya li Duzce bila bidawî bibe
15:37 Polîsan Alev Şanîn binçav kirin
15:28 Xizmên Windakiriyan aqûbeta 10 girtiyên hatin qetilkirin û Kaya yê winda pirsîn
15:15 Pirtûka Demîrtaş û Baluken yên ji Guven re şandin desteser kirin
14:57 Di bin dorpêça polîsan de azadiya Sunkur xwestin
14:51 Serokê Rîsale-î Nur: AKP’ê aliyek dîndariya zalim derxist holê
13:56 Dayikan astengî nas nekirin: Di hefteya 705'an de jî daketin kolanê
Dayikan ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
13:40 Beşek şewata daristanên Dersimê hat vemirandin
13:38 Li Kolnê bi deh hezaran dibêjin 'Tu bi xêr nehat Erdogan'
13:08 Hevberdevkê DÎK’ê Bedîrhanoglu: Îslamperest tenê hewl didin xwe bi hêz bikin
12:32 Derhênerê xelat girtî ji ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin
12:31 Berhem Salih Barzanî ziyaret kir
12:19 Temellî: Îtîfaq li taxan bi wate dibin
11:41 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Tartuffe perdeya sezonê vekir
11:08 Bi hezaran girtî dest bi çalakiyên protestokirina tecrîdê dikin
10:50 Parêzera Ocalan Gunay: DMME'yê tecrîd parast
10:25 3 kes têkildarî mirina Sedanûr hatin girtin
09:46 Xelatên mihrîcana fîlmên Edeneyê hatin dayîn
09:40 Li Rihayê şevek bi rageşî
09:09 Ji bo Doza Pasûrê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da
09:08 Li Girtîgeha Duzceyê 32 girtî hatin îşkencekirin: Dê ecdadê we jî hesab bide
09:07 Destûra îmarê nadin welatiyan, dixwazin wan mehkûmî TOKÎ'yan bikin
09:06 Koçyîgît: DMME'yê pişta xwe da kurdan
09:05 Ozdemîr: Qey DMME hatiye desteserkirin?
09:04 'Îbrahîm Ayhan ji nirxên xwe tawîz nedida'
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2018'AN
28/09/2018
16:50 Temellî: Meclîsa ku wekîla wê girtî be dê çawa pêşnûmeyê biaxive?
15:49 KCD: Biryara DMME’yê dewama komploya navdewletî ye
15:36 ‘Ji bo faîlên Elçî bên dîtin, divê zext li desthilatdariyê bê kirin’
15:25 Nivîskaran rêxistinbûyîna wêjeya kurdî gengeşe kirin
15:05 Mûdaxilekirina şewata Dersimê asteng dikin
14:45 Dayikên Şemiyê: Li aliyekî derb kirin û li aliyekî ziyareta qurbaniyan dike
14:44 Ji sendîkayên karkerên înşaetê daxuyaniya hevpar: Hevalên me serbest berdin
14:37 Tunç: Em ji bo xwezaya Dersimê bibin dilopek av
14:29 Turan: Girtîgeh veguherîne kampên Nazî
13:48 Doza Ambulansê ya Cizîrê: Ji bo em vî ‘sûcî’ bikin me sond xwariye
13:39 17 meh şûnde dê cenazeyê Yuksel li welatê wê defin bikin
13:26 Ocalanê HDP’î pirsa tenduristiya Abdullah Ocalan kir
13:07 Di doza KCK’a Stenbolê der barê 18 kesan de biryara girtinê
12:47 TJA: Biryara Ocalan a DMME’yê êrîşa li ser vîna Kurdane
12:40 Buldan: Em dê Qeyûman bişînin Qiraatxaneya Erdogan
12:28 Li Herêma Kurdistana Federe hêzên ewlekariyê çûn ser sindoqan
11:54 Li Çewlikê qedexeya 26 herêman hat dirêjkirin
11:51 Kesekî din li Rihayê xwest ji ber krîza aborî xwe bişewitîne
11:40 Kesê Zana kuştina Turan ê 16 salî rewa dît
11:36 Ocalan ê HDP’î: DMME ne li gorî armanca avakirina xwe tevgeriya
11:09 Parlamenterên HDP'ê: Biryara DMME'yê biryara hişmendiya serdest e
11:05 Şêxo bersiv da Erdogan: Dixwazin Idlibê ji rojevê derbixin
10:48 Ciwanekî kurd li dijî tecrîdkirina Ocalan xwe şewitand
10:16 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê rastî lêdanê hatin: Difina girtiyekî şikest
10:15 Nivîskar Dînç: Ger jin binivîsin, dê dîrokekê jinê ava bikin
10:03 Gera Recep Erdogan a Almanyayê
09:49 Prof.Dr. Nesrin Nas: Polîtîkaşên zextan dê zêde bibin
09:42 Parêzerê Ocalan Dînç: Biryara DMME’yê encama bazarên siyasî ye
09:24 Esnafên Amedê: Fiyet du qat zêde bûn
09:23 'Li Girtîgeha Sîncanê xwarinê di mazgalê de ji girtiyan re davêjin'
09:22 Rojê 6 saetan ceryana wan tê qutkirin, ceryana wan ji sedî sed hat zemkirin