Parêzer Şeker: Girtiyên li Xarpêtê bi odeya singer tên tehdîtkirin 2018-10-01 09:08:15 AMED - Endamê Înîsiyatîya Piştevaniya Zindanan Parêzer Bunyemîn Şeker ê çû serdana girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê, diyar kir ku jin û zilamên girtî tên derpkirin û got: “Girtiyan gotin ku ew rastî îşkenceyê tên û bi odeyên sînger wan tehdît dikin.”  Ligel ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte (OHAL) rabû jî, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dikin. Girtiyên li Xarpêt, Tarsûs û Wanê, pêkanînên îşkenceyê yên li ser wan tên meşandin, ji parêzeran re vegotin.    Endamê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Parêzer Bunyemîn Şeker ê çû serdana girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê, derbarê rewşa girtiyan de axivî û wiha got: “Jin û zilamên girtî rastî îşkencê, lêdan û derban tên. Rayedarên girtîgehê girtiyan bi odeyên singerê tehdît dikin. Rojname û kovaran nadin girtiyan. Di dema lêgerînê de jinên girtî rastî heqaret û tacîzên devkî yên gardiyenên zilam tên.”    ‘LI XARPÊTÊ PÊKANÎNÊN FAŞÎZANE DI DEWRÊ DENE’   Prz. Şeker, diyar kir ku li Tirkiyeyê atmosfera siyasî tim bandorekê mezin li girtîgehan dike û wiha bilêv kir: “Piştî OHAL’ê tu tişt li girtîgehan ne guheriye. Derfetên jiyana girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê her roja derbas dibe xerabtir û zortir dibe. Normên hiqûqî ji holê hatine rakirin û pêkanîn keyfî pir zêde bûne. Dema dîsîplîna hiqûqî ji holê tê rakirin, wê demê wijda dikeve dewrê, lê ji ber ku wijdan tuneye, nêzîkatiyên faşîzane derketine holê. Niha li girtîgehê pêkanînên faşîzane di dewrê dene. Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî li 113 girtîgehan tên girtin. Di van hemû girtîgehan de binpêkirinên mafan hene. Binpêkirinên mafan ên herî xerab li girtîgehên Tarsûs, Xarpêt û Wanê tên jiyîn. Di kampusa Girtîgeha Xarpêtê de, Girtîgeha Jinan a Tîpa T, Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 û Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2’an hene. Li van girtîgehan dinavbera 300 û 350 girtî hene, lê ev hejmara dem bi dem tê guhertin. Girtiyên nû ji Sêrt û Tarsûsê anîne hene. Rayedarên her sê girtîgehan jî cudane. Her rayedarên girtîgehan pêkanînên cuda bi rêve dibin.”    ‘FERZKIRINA  HEJMARA LI SER PIYAN DIDOME’   Şeker, anî ziman ku 150 girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2’an ên piştî OHAL’ê ferzkirina hejmara li ser piyan qebûl nekiribûn, hatibûn derp kirin û wiha rêz kir: “Van hemû girtiyan bi rêya Baroya Amedê serlêdana sûc kiribûn, lê lêpirsîna dozger bi rêve bir bêencam ma. Ji ber vê ferzkirina hejmara li ser piyan didome. Gardiyan bi kamerayan dikevin qawişan û girtiyên hejmara li ser piyan qebûl nakin, tespît dikin û derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê vedikin. Tu mantiqê hiqûqî yê vê rewşê tuneye. Ji bo her hejmar nedayînê, girtek tên girtin û lêpirsînê vedikin. Di encama vê yekê de jî cezayê dîsîplînê didin girtiyan.”    ‘NÊZÎ 300 HUCREYAN HENE’   Şeker, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li Girtîgehên Hejmarên 1 û 2 nêzî 300 hucreyan hene. Ev hucre cihên tecrîtkirinê ne. Di van hucreyan de niha nêzî 60 girtiyan hene. Ev girtî dem bi dem dirûşmeyan berz dikin û bi bihîstina dengên wan em bûn şahidê vê yekê. Girtiyên bi darê zorê dibin van hucreyan hene. Em dikarin bêjin girtiyên li Xarpêtê dibin tecrîdê ne. Me bi raydarên girtîgeh û dozgeran re hevdîtin kirin, lê rayedarên girtîgehê weke ku kenê xwe bi me bikin nêzî me dibin.”   'GIRTIYÊN NEXWEŞ BI KELEPEÇEYÊ DIBIN NEXWEŞXANÊ’   Şeker, dest nîşan kir ku yek ji pirsgirêkên girtiyan ên din pirsgirêka tenduristiyê ye û wiha domand: “Di warê tenduristî û birina revîrê de girtî pirsgirêkên cîdî dijîn. Nexweşiya girtiyan ne ew nexweşîne ku li revîrê bên dermankirin. Girtiyê nexweşîna dil Leşker Acer û girtiyê nexweşîna giran Yaşar Kirmiz di hucreyan de tên girtin. Dîsan Gurbuz Topçû aliyekê temam aliyekê wî felçe, çavekê xwe winda kir û pêdiviya wî bi dermankirinê heye. Lê di hucreyê de tê girtin. Girtî û hikûmxarên bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêşwazî bikin di hucreyan de tên girtin. Dermankirina girtiyan tên taloqkirin. Girtiyan pir dereng dibin nexweşxaneyê. Girtiyan bi kelepçeye dibin xweşxanê û di dema kontrolê de kelepçeyê ji destên wan venakin.    ‘KANTÎNÊN GIRTÎGEHÊ BÛNE CIHÊ RANTÊ’    Şeker, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kovar û rojnameyan nadin girtiyan. Di warê pirtûkên bi rêya kargoyan diçin girtîgehan de girtî pirsgirêkên pir cîdî dijîn. Li ser girtiyan ferz dikin ku pirtûkan ji kantîna girtîgehê bikirin. Ji xwe gelek malzemeyên mîna pûl, qert, name û zerfên ji derve de tên şandin qebûl nakin. Dinava girtîgehê de qada rantê hatiye avakirin. Amûrê li derve erzan tên kirîn, li kantina girtîgehê bi tu qatan tên firotin. Dîsan rojnameyan nadin girtiyan. Girtî herî zêde rojnameya Yanî Yaşam dixwazin. Lê bi tu awayî rayedarên girtîgehê destûr nadin ev rojname bikeve girtîgehê.”   MA / Esra Solîn Dal