Berdevka KÎD'ê Kaya: Pêşeng û mîmarê KÎD'ê Birêz Ocalan e

  • rojane
  • 10:56 24 Îlon 2018
  • |
img
ENQERE – Berdevka Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, diyar kir ku Kongreya Îslama Demokratîk, armanc dike ku hişmendî û paradîgmaya mêrê serdet a bi sedan salan e wekî nexweşiyekê civak dorpêç kiriye û mezhepperestiya ol dike, bi dawî bikin û dixwazin heqîqetê ronî bikin. Kaya, bal kişand ser proje û perskeftika KÎD'ê û wiha got: "Perspektifa KÎD'ê pêşdîtin û mîmariya Brêz Abdullah Ocalan e." 
 
Kongreya Îslama Demoratîk, bi ser navê "Îslamiyeta Îktidarê û Takva" li Enqereyê komxebat pêk anî. Di komxebatê de mijarên "Ji duh heta îro Kongreya Îslama Demok" û "Têkoşîna li dijî xerabiyê û Têkoşina Îslamê" "Feraseta Olê Hêza Navendî" hatin niqaş kirin. Komxebat, bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Ayhan Bilgen, Huda Kaya, Omer Faruk Gergerlioglu û Prof. Nurettin Turgay jî di navde gelek nivîskar û rewşenbir li Plaza Hotelê ya Enqereyê pêk hat. Ji beşdarên komxebatê Parlamentera HDP'ê Huda Kaya mijara “Ji duh heta îro Kongreya Îslama Demokratîk" pêşkêş kir.  Piştî komxebatê Kaya li ser fikrên Ocalan û armanca KÎD'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Berdevka Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, der barê xebatên Kongreya Îslama Demokratîk, armanca wê û nerînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê der barê KÎD'ê de nirxand. Kaya, anî ziman ku KÎD armanc dike hişmendî û paradîgmaya mêrê serdet a bi sedan salan e wekî nexweşiyekê civak dorpêç kiriye û mezhepperestiya ol dike, bi dawî bikin û dixwazin heqîqetê ronî bikin. Kaya, bal kişand ser proje û perskeftika KÎD'ê û wiha got: "Perspektifa KÎD'ê pêşdîtin û mîmariya Brêz Abdullah Ocalan e. DÎK dixwaze civaka îslamê ji nexweşiya ku wekî vîrûsê ew dorpêç kiriye xelas bike. Dixwaze îslama civakî ji feraseta ku mêr, sermaye, serdest û zordaran ew xistiye bin kontorla xwe û di xizmeta xwe de bikar tîne, rizgar bike. Mîmar û pêşengê ve perspektifa KÎD'ê birêz Abdullah Ocalan e. 
 
'OCALAN LI SER RASTIYEN DİROKÊ PÊŞNIYAR PÊŞ XIST'
 
Kaya, anî ziman ku hêzên serdest, bi sedan salan in ji bo hêza xwe winda nekin bi hukmê zorê olê dixin xizmeta xwe û li gorî berjewendiyên xwe pêş dixin û wiha got: "Di hemû baweriyan de qasidên baweriyan peyama ku cudakariya di navbera mirovan de, çîna di navbera mirovan de ji holê rakin, wekhevî, edalet û azadiyê têxin nava mirovan. Di peyama hemû qasidan de aştî heye. Her ku hevsengiya nava civakê xera bûye pêşengek hatiye. Pêşeng pêşengî ji gel re kiriye û gel li pey wî derketiye rê. Bi hezaran sal derbas bûne ev kevneşopî û peyam didome. Lê niha dema em lê dinerin ev peyam ji wate û tarîfeya wê dûr ketiye. Dixwazin têxin bin dagirkeriya xwe. Ev tenê nehatiye serê îslamê. Hatiye serê baweriyên din jî. Birêz Ocalan li ser vê rastiya dîrokê rawestiya ye. Li gorî vê rastiyê pêşniyar pêş xist. Ji bo her kes vê rastiyê bibîne ev pêşniyar rê li pêş me vedike."  
 
'TECRÎD DI CIVAKÊ DE BKI HEQÎQETÊ RADIBE'
 
Kaya, da zanîn ku ji ber civak ji daxwazên aştî, edalet, azadiyê vegeriya ye şer, nifrîn û tundî pêş dikeve û wiha got: "Îro Birêz Ocalan tecrîdkiriye. Ger ku ew îro ne tecrîdkirî bûya, dê gel li hemberî vî şerî, vê hovîtî û bê edaletiyê bêdeng nemaya. Dê bi awayekî teqez û teqez ev polîtikayên tundî, nifrîn, şer û înkarê îflas bikin. Ji bo ev polîtîkayên wan îflas nekin Birêz Ocalan tecrîd kirin û bi temamî têkilî qut kirin. Weki her demê niha jî yên xizmeta aştiyê dike dengê wan hat qutkirin û bend danîn pêşiya wan. Tenê rêyek çareseriyê heye. Ew jî em bêtir aştî, edalet, heqîqet û azadiyê bixwazin û li gorî vê armancê xwe zane û bi rêxistin bikin." 
 
Kaya, bilêv kir ku AKP  16 salin ol xistiye xizmeta polîtîkayên xwe û kevneşopiyek sexte ya ol û baweriyê pêş dixe. Kaya, da zanîn ku divê bi milyonan kes vê feraseta olê Yezîdkar, serdest û mer baştir bibîne û êdî cihana îslamê vê rastiyê û heqîqetê bibîne. 
Kaya, herî dawî bal kişand ser komxebatê û wiha got: "Ev hewldana xebatên me sekna Hz. Huseyin e. Yên li Kerbelayê li tenişta saltanata Qesrê cih digiritn, li gel Yezid, Huseyin tî û birçî hiştin û qetil kirin. Li gel mirinê û li gel bi rojan tî û birçî hatin hiştin dest ji heqîqetê bernedan. Divê em têkoşîna Huseyîn a ji bo heqîqetê baş bibînin. Dibe ku îro em hindik bin. Dibe ku em rastî lîncê bên û bên qetilkirin. Lê em rêhevalê Kerbela nin. Em hewl didin li wî ruhî xwedî derkevin. KÎD hewl dide rastiyê ronî bike."
 
MA / Berivan Altan – Diren Yurtsever

Sernavên din

25/09/2018
09:05 Karkerên Flormarê: Berxwedanê em wêrek kirin
09:05 Dede: CPT berdewamiya komploya navnetewî dixebite
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2018'AN
08:59 Wekilê CHP'ê Bîrcan jiyana xwe ji dest da
24/09/2018
17:18 Ji bo karê xwe dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
16:34 5 kes bi îxbara salek berê hatin binçavkirin
16:11 Li Çoltara Hawêlê şer û operasyon
16:05 Rojnamegerê întihara bav kir nûçe hat binçavkirin
15:37 Îbrahîm Ayhan bi 'Şehît namirin' spartin axê
15:17 ÎHD’ê dest bi kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe dikin
14:40 Yuksekdag: Salonên van dadgehan têra darizandina KCD'ê nake
13:33 Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê mafê girtiyan binpê dikin
13:26 ‘Destê xwe nedin daristanan’
13:01 Îbrahim Ayhan oxir dikin: Tevahî siyaseta kurd li Sîweregê ye
12:41 Sakik: Em şahid in beriya Pasûrê li Vartinis û Zengokê jî komkujî kirin
12:08 Hekîman ji bo Kartal serî li dozgeriyê da
11:51 Makîneyên DSÎ’yê carek din ketin Baxçeyên Hevselê
10:56 Berdevka KÎD'ê Kaya: Pêşeng û mîmarê KÎD'ê Birêz Ocalan e
10:12 Girtiyê dermankirina bi kelepçe qebûl nekir nehat dermankirin
09:43 Tanrikulu: Erdogan ji niha de gel bi qeyûman tehdît dike
09:20 Sîxurî û cerdevaniyê dispêrin gundiyên Deywanê
09:19 Çanda hezar salan li ser pişta teşiyê dirêse
09:18 Jinên karker ên çandiniyê: Her tişt zem bû, tenê heqê keda me zêde nebû
09:16 Gola Koşkê ji gelek çûk û masiyan de malovaniye dike
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2018'AN
08:23 Cenazeyê Ayhan gihişt Sîweregê
23/09/2018
21:53 Doza danişîna Fîgen Yuksekdag sibê ye
20:45 Dag: Ciwan dê tecrîdê hilweşînin
19:59 Cenazeyê Îbrahîm Ayhan li Sîlopiyê bi 'Şehîd namirin' pêşwazî kirin
19:15 Li 8 wargehên Sêrtê qedexeya derketina devre îlan kirin
18:13 Zarokê ku nekaribû pereyê xwe bistîne îmalatxane da ber agir
17:33 Li Girê Spî û Girkê Legê ji bo Efrînê meşiyan
16:49 Cenazeyê Ayhan ji Hewlerê ber bi Sîlopî ve bi rê kirin
16:34 Ûmût ê polîsan bi maşînê lêxist defin kirin
16:27 3 karker bûn qurbana cînayeta kar
15:04 Koçyîgît: Heta tecrîda Îmralî bi dawî nebe azadiya gelan ne pêkan e
Hamzaoglu: Yên tirsê ava dikin zêdetir ditirsin
14:45 Berhemên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî derketin
14:00 Bûldan: Ocalan tecrîda di tecrîdê de dijî
13:31 Rojnameger Taşkin: Girtî nayên dermankirin ava paqij nadin
12:57 Zarokê 5 salî Ûmût ê polîsan bi maşinê lê xist jiyana xwe ji dest da
12:15 Dê ji bo Ayhan ê HDP'î li Kobanê konê sersaxiyê vekin
12:03 Mizrakli yê HDP'î: Em dê têkoşîna Ayhan bi serkeftinê tacîdar bikin
11:55 Cenazeyê Sedanûr bi hêsirên çavan defin kirin
11:08 Yureklî: 2 salin malbat û 8 salin parêzeran bi kijan dîsîplînê nikarin biçin Îmraliyê?
09:56 Gelê Amedî: Çareserî azadiya Ocalan e
09:11 Gardiyanan jê re got: Nenivîsîne, di bîra xwe de bihêle
09:10 ‘Li hemberî Kerbelaya hîn jî didome, sekneke Husênî divê'
09:09 Ji bo Îdlîbê betanî û nivînan sîparîş dikin
09:06 Cengîz Ergulê ji Samsûnê û Merve Erciyasa ji Yozgatê Şaredariya Mezin a Mêrdînê bi rê ve dibin
09:04 Dayika girtiyê nexweş Sûncak: Ger kurê min bimire dê kî hesab bide?
09:02 ‘Li Tirkiyeyê hiqûqê derbeyeke mezin xwariye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:19 Cenazeyê Ayhan dê îro li Sîlopî bi girseyî pêşwazî bikin
22/09/2018
20:48 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Apê Mûsa ya 26'emîn hatin dayîn
18:14 Walîtiya Bedlisê li 26 gundan derketina kolanan qedexe kir
17:38 Mezada pirtûkên kurdî tê lidarxistin
17:19 209 karkerên madenê ji kar avêtin
16:42 Ji wî re edet e, ji xelkê re qebhet e
16:02 ‘Girtiyê nexweşîna kolon Kizilkan bêyî ku agahî bidin malbatê emeliyat dikin’
15:56 ‘Girtiyên nexweş û DAIŞ'ê li heman blokê digirin'
15:26 ‘Cîhan li ser tifaqa dij Kurdîtiyê qenciyê dike’
15:20 Gundiyên ku ji Helikopterê gule li wan reşandin û hatin girtin, hatin berdan
14:40 Xizmên windayan: Qedexe nikarin me ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin
14:09 Di êrişa bombeyî de herî kêm 8 zarok hatin kuştin
14:01 Li Colemêrgê nan ji sedî 35 zem bû
13:22 Li Cizîrê polîsê gule bera hewa da xwe birîndar kir
12:43 Kaya: Pêşniyara Ocalan a Îslama Demokratîk xwedî wateya jiyanî ye
12:15 Polîsan mûdaxileyê Dayikên Şemiyê kirin
12:00 Bav ji ber krîza aborî întihar kir
11:03 Doz li kesên xizmetên tenduristiyê birin Cizîrê hat vekirin: Em li pişt kirînên xwe ne
10:45 Li Îranê êrîşî merasima eskerî kirin: Herî kêm 24 kes mirin
10:33 Cenazeyê Sedanur a 9 salî ku hat windakirin hat dîtin
10:30 Kujerê Pakize Hazar dê ji nûve bê darizandin
10:10 Rojnameger Aktaş: Bermahiyên şer ên li Idlibê li dijî kurdan diparêzin
09:58 Rayedarên wezarêtê xwestin ku pitika Arîn bidin saziya parastinê
09:29 Qeyûm malê şaredariyê derxist firotinê
09:15 Malbatên karkerên înşeata balafirgehê: Hikûmet notirvaniya patronan dike
09:14 Li Îmraliyê tişta nebûyî dikin: 6 meh cezayê hevdîtinê dan parêzerên Ocalan
09:13 Hevşaredarê Qubînê: Deynê heyî yê serdema AKP'ê nin
09:13 Kozanoglû: Bernameya Aboriyê ya Nû piyase qanih nekirin
09:12 Ekolojîst Borûcû: Şewitandina daristanan dewama polîtîkayên şer e
09:01 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:24 Vekirina Balafirgeha 3'emîn 2 meh taloq kirin
21/09/2018
20:37 Arslan: Daxuyaniyên min wekî sûc tên hesibandin
15:43 Baro ji bo ronîkirina kujerê Elçî bang li hikûmetê kir
15:20 Li Îmraliyê ‘hinceta redkirinê’ guherî
14:58 Rojnameger Yilmaz û Akbaş ên nelirêtî kir nûçe derketin dadgehê
14:44 Belgefilma Heskîfê di pêşbirkê de ma fînalê
14:16 Parêzeran ji bo Leyla Guven bê berdan serlêdan kirin
14:08 Kongreya Îslama Demokratîk komxebatê pêk tîne
14:01 Jinên Colemêrgê: Demildest Leyla Guven berdin
13:43 HDP’ê ji bo kesê hat gotin “Ji ber tiryakê hat girtin’ daxuyanî da
12:46 Bekîr Kaya: Dozger dê ji vî welatî bireve lê ez narevim
12:27 Ji bo tevlîbûna şahiya ciwanan bang hat kirin
12:11 Rojnamegerê Avusturyayî Zirngast bê delîl girtin
12:05 10 kes li Bûrsayê hatin girtin
11:58 Fatûreya ceyranê ya malekê ji sedî 17 TL ferq kir
11:48 Welatiyan destûra ÇED'ê dan betalkirin
11:06 Li Tanzanya keştî tevî 400 rêwiyan noqî avê bû
10:58 Li Ganayê Lehî rabû: 34 kes mirin