Berdevka KÎD'ê Kaya: Pêşeng û mîmarê KÎD'ê Birêz Ocalan e 2018-09-24 10:56:08   ENQERE – Berdevka Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, diyar kir ku Kongreya Îslama Demokratîk, armanc dike ku hişmendî û paradîgmaya mêrê serdet a bi sedan salan e wekî nexweşiyekê civak dorpêç kiriye û mezhepperestiya ol dike, bi dawî bikin û dixwazin heqîqetê ronî bikin. Kaya, bal kişand ser proje û perskeftika KÎD'ê û wiha got: "Perspektifa KÎD'ê pêşdîtin û mîmariya Brêz Abdullah Ocalan e."    Kongreya Îslama Demoratîk, bi ser navê "Îslamiyeta Îktidarê û Takva" li Enqereyê komxebat pêk anî. Di komxebatê de mijarên "Ji duh heta îro Kongreya Îslama Demok" û "Têkoşîna li dijî xerabiyê û Têkoşina Îslamê" "Feraseta Olê Hêza Navendî" hatin niqaş kirin. Komxebat, bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Ayhan Bilgen, Huda Kaya, Omer Faruk Gergerlioglu û Prof. Nurettin Turgay jî di navde gelek nivîskar û rewşenbir li Plaza Hotelê ya Enqereyê pêk hat. Ji beşdarên komxebatê Parlamentera HDP'ê Huda Kaya mijara “Ji duh heta îro Kongreya Îslama Demokratîk" pêşkêş kir.  Piştî komxebatê Kaya li ser fikrên Ocalan û armanca KÎD'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Berdevka Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, der barê xebatên Kongreya Îslama Demokratîk, armanca wê û nerînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê der barê KÎD'ê de nirxand. Kaya, anî ziman ku KÎD armanc dike hişmendî û paradîgmaya mêrê serdet a bi sedan salan e wekî nexweşiyekê civak dorpêç kiriye û mezhepperestiya ol dike, bi dawî bikin û dixwazin heqîqetê ronî bikin. Kaya, bal kişand ser proje û perskeftika KÎD'ê û wiha got: "Perspektifa KÎD'ê pêşdîtin û mîmariya Brêz Abdullah Ocalan e. DÎK dixwaze civaka îslamê ji nexweşiya ku wekî vîrûsê ew dorpêç kiriye xelas bike. Dixwaze îslama civakî ji feraseta ku mêr, sermaye, serdest û zordaran ew xistiye bin kontorla xwe û di xizmeta xwe de bikar tîne, rizgar bike. Mîmar û pêşengê ve perspektifa KÎD'ê birêz Abdullah Ocalan e.    'OCALAN LI SER RASTIYEN DİROKÊ PÊŞNIYAR PÊŞ XIST'   Kaya, anî ziman ku hêzên serdest, bi sedan salan in ji bo hêza xwe winda nekin bi hukmê zorê olê dixin xizmeta xwe û li gorî berjewendiyên xwe pêş dixin û wiha got: "Di hemû baweriyan de qasidên baweriyan peyama ku cudakariya di navbera mirovan de, çîna di navbera mirovan de ji holê rakin, wekhevî, edalet û azadiyê têxin nava mirovan. Di peyama hemû qasidan de aştî heye. Her ku hevsengiya nava civakê xera bûye pêşengek hatiye. Pêşeng pêşengî ji gel re kiriye û gel li pey wî derketiye rê. Bi hezaran sal derbas bûne ev kevneşopî û peyam didome. Lê niha dema em lê dinerin ev peyam ji wate û tarîfeya wê dûr ketiye. Dixwazin têxin bin dagirkeriya xwe. Ev tenê nehatiye serê îslamê. Hatiye serê baweriyên din jî. Birêz Ocalan li ser vê rastiya dîrokê rawestiya ye. Li gorî vê rastiyê pêşniyar pêş xist. Ji bo her kes vê rastiyê bibîne ev pêşniyar rê li pêş me vedike."     'TECRÎD DI CIVAKÊ DE BKI HEQÎQETÊ RADIBE'   Kaya, da zanîn ku ji ber civak ji daxwazên aştî, edalet, azadiyê vegeriya ye şer, nifrîn û tundî pêş dikeve û wiha got: "Îro Birêz Ocalan tecrîdkiriye. Ger ku ew îro ne tecrîdkirî bûya, dê gel li hemberî vî şerî, vê hovîtî û bê edaletiyê bêdeng nemaya. Dê bi awayekî teqez û teqez ev polîtikayên tundî, nifrîn, şer û înkarê îflas bikin. Ji bo ev polîtîkayên wan îflas nekin Birêz Ocalan tecrîd kirin û bi temamî têkilî qut kirin. Weki her demê niha jî yên xizmeta aştiyê dike dengê wan hat qutkirin û bend danîn pêşiya wan. Tenê rêyek çareseriyê heye. Ew jî em bêtir aştî, edalet, heqîqet û azadiyê bixwazin û li gorî vê armancê xwe zane û bi rêxistin bikin."    Kaya, bilêv kir ku AKP  16 salin ol xistiye xizmeta polîtîkayên xwe û kevneşopiyek sexte ya ol û baweriyê pêş dixe. Kaya, da zanîn ku divê bi milyonan kes vê feraseta olê Yezîdkar, serdest û mer baştir bibîne û êdî cihana îslamê vê rastiyê û heqîqetê bibîne.  Kaya, herî dawî bal kişand ser komxebatê û wiha got: "Ev hewldana xebatên me sekna Hz. Huseyin e. Yên li Kerbelayê li tenişta saltanata Qesrê cih digiritn, li gel Yezid, Huseyin tî û birçî hiştin û qetil kirin. Li gel mirinê û li gel bi rojan tî û birçî hatin hiştin dest ji heqîqetê bernedan. Divê em têkoşîna Huseyîn a ji bo heqîqetê baş bibînin. Dibe ku îro em hindik bin. Dibe ku em rastî lîncê bên û bên qetilkirin. Lê em rêhevalê Kerbela nin. Em hewl didin li wî ruhî xwedî derkevin. KÎD hewl dide rastiyê ronî bike."   MA / Berivan Altan – Diren Yurtsever