Yureklî: 2 salin malbat û 8 salin parêzeran bi kijan dîsîplînê nikarin biçin Îmraliyê?

  • rojane
  • 11:08 23 Îlon 2018
  • |
img

STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 2 salin nikare bi malbatê re û 8 salin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û wiha got: “Kesekî ku tecridkirina wî mutlaq e û bi temamî têkiliya wî û derve hatiye qutkirin, gelo rastî cezayê dîsîplînek çawa tê?" 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi destê hêzên navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiye. Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi parêzeran re, di 5'ê Nîsana 2015'an de bi heyeta Îmraliyê re û herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir. Ocalan 2 salin nikare bi malbatê re û 8 salin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Serdozgerî her tim bi hinceta "Keştî xerabe ye", "muxalefeta hewayê heye", "Personel li destûrê ne" û "OHAL"  heye, destûr nade parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Herî dawî bi hinceta "Ocalan rastî cezayê disîplînê hatiye destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê. 
 
6 MEH CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ DAN
 
Li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê, 1'emîn Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê di 6'ê Îlona 2018'an de li Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi sedema rastî cezayê dîsîplînê hatine heta 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina parêzeran li wan birîn. Herî dawî di 2'ê Adara 2018’an de jî dîsa Ocalan rastî ceza hatibû. hekîmtiyê di 2'ê Adara 2018'an de ziyaret li Ocalan qedexe kiribû. Dîsa ragihandina nivîskî û telfonê jî li Ocalan qedexe kiribû.  Lê di qedexeya 6'ê Îlonê 2018'an de cih nedan qedexeya telefon û ragihandina niviskî. 
 
NEXŞERÊ BÛ SEDEMA CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ku ji 1'emîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê xwest cezayê dîsîplînê bê dayîn, di salên 2005 û 2009'an de 11 cezayên cuda yên hucreyê birîbûn. Dîsa di sala 2009'an de ji ber nexşerêya Ocalan ku ji 156 rûpelan pêk dihat û ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa re şandibû, cezayê dîsîplînê birîbûn. 
 
 
MALBAT JÎ RASTÎ ASTENGIYA DÎSÎPLÎNÊ HATIN
 
Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Ocalan Fatma Ocalan vasisê wî Mazlum Dinç ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Di serlêdana 94’an de dîsa daxwaza malbatê hat redkirin. Heta niha li gorî xala 5275'an ya Tedbîrên Ewlehiyê û Qanûna Di Heqê Înfazê de serlêdanên malbatan red dikirin. Lê vê carê hinceta dîsîplînê ku ji bo parêzeran nîşan dan ji bo malbatê jî nîşan dan. Dozgeriê bi sedema ku Midûriyeta Dîsîplînê ya îmraliyê di 14'ê Îlona 2018'dan de cezayê dîsîplînê daye Ocalan destûr nedan ku malbat biçe hevdîtinê. 
 
'TECRÎD DI NAVA TECRÎDÊ DE PÊŞ DIKEVE'  
 
Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, diyar kir ku Ocalan tecrîdkirina mutlaq dijî û tecrîd di nava decrîdê de pêş dikeve. Yureklî, anî ziman ku li gel Ocalan nikarin bi 3 muvekkilên xwe yên din ku li Îmraliyê girtî ne re jî hevdîtin bikin û wiah got: "Ev rewş dibe sedem ku em ji tenduristî, ewlehî, jiyan û şertên wî têkevin fikr û gumanan. Yureklî wiha got: "Birêz Ocalan herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir. Piştre bi tu awayî bi Ocalan re hevdîtin nehat kirin û têkiliya wî û derve bi temamî qut bû. Tecrîda mutlaq derbas kiriye. Niha ev îşkence û muameleya xerab e. Em wekî parêzer ji bo vê rewşê ji holê rakin hewldanên me didomin. Berê her dem bi hinceta "Keştî xerabe ye", "muxalefeta hewayê heye" serlêdanên me dihatin red kirin. Bi taybeti piştî OHAL'ê ji 20'ê Tîrmeha 2016'an û şûnde bêyî hincetên hiqûqî nîşan bidin serlêdanên me hatin red kirin." 
 
8 SALIN PARÊZER NIKARIN HEVDÎTIN BIKIN
 
Yureklî, anî ziman ku Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê di 6'ê Îlonê de ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtinê danîn ser parêzeran û wiha berdewam kir: "Brêz Ocalan di salên 2005 û 2009'an de dîsa rastî cezayê dîsîplînê hatibû û qedexe danîbû ser ku parêzer nikaribin biçin hevditina wî. Berê jî qedexe derxistin. Tu aliyê van qedexeyan ên hiqûqî tune ye. Hem li gorî TCK hem li gorî zagona înfazê û Qanuna Bingehîn ger ku sûc kiribe înfaz dikin. Lê 8 salin parêzer bi tu awayî nikarin biçin Îmraliyê û nikarin hevditin bikin. Tu aliyê van astengi û qedexeyan ên zagonî û hiqûqî tuney e. Divê girtekên vê yekê bigirin û li gorî zagonê bin. Lê tu rewşek wisa tune ye. Di sala 2009'an de nexşerêya Birêz Ocalan a pêşkêşî DMME'ê kirin kirin sedema cezayê dîsîplînê. Birêz Ocalan piştî vê nexşerêyê parasnameya ku ji 5 cîldan pek tê pêşkêşî DMME'ê kir. Di sala 2011'an de piştî DMME got metnekî hiqûqî bidin parêzeran, nexşereya  Ocalan dan me. Niha têkiliya Ocalan bi tevahî bi cîhana derve re hatiye qutkirin. Bi hinceta vala têkiliya Ocalan a ji derve qu kirine û Birêz Ocalan nikare ji mafê xwe yê herî rewa yê ragihandinê sûdê bigire."  
 
HEM  LI SER OCALAN Û HEM JÎ LI SER 3 GIRTIYÊN DIN TECRÎD HEYE
 
Yureklî, anî ziman ku ev bê hiqûqî û tecrîd hem li ser Ocalan û hem jî li ser 3 girtiyên din ên li Îmraliyê pêk tê û wiha lê zêde kir: "Muvekkillên mey ên din ji Adara 2015'an heta niha nikarin bi parêzeran re hevdîtin bikin. Heta niha yek parêzer jî nekarîye biçe ziyareta wan. Qedexeya ji birêz Ocalan re aniye ji bo wan jî heman qedexe anîne. Tecrîda mutlaq heye. Me li dijî cezayê Dîsîplînê îtiraz kir. Lê cezayê dîsîplînê di cih de dît û îtîraza me red kirin. Ji bo Îmralî tu carî serlêdanek bi bandor çênebû. Tu carî li gorî hiqûq û zagonê bersîvek nehat dayîn. Li wir prosedurek taybet û cuda tê meşandin. 
Heta niha sedema biryarê ji mere neşandine. Di şertê tecrîda mutlaq de têkilî bi dunyaya derve re bi temamî hatiye qutkirin. Çawa çê dibe ku dîsa cezayê dîsîplînê bidin. Bi vê cezayê dîsîplînê dixwazin ku ji DMME û CPT re bêjin em li gorî hiqûqê tev digerin. Lê ger ku 8 salin bi parêzeran re û 2 salin bi malbatan re bi tevahî têkiliya wan qut bûye û têkiliya wan û derve ji hev qut bûbe çawa rastî cezayê dîsîplînê tên. " 
 
Yureklî, herî dawî anî ziman ku çavkaniya hemû pirsgirêkan tecrîdkirina Ocalan e û wiha bi dawî kir: "Pergala îmraliyê ji bo gelê Tirkiye bûye wekî hewq-çiravê. Gelek pirsgirêkên civakê hene. Lê divê çavkanî bê zuwa kirin û çareseriyek bi kok bê dîtin. Navenda çarseriya hemû pirsgirêkan Birêz Ocalan e. Îmralî pergala Îşkenceyê ye. Divê ev pergala îşkenceyê bi dawî bibe. Divê di asta herî jor de azadiya Ocalan bê xwestin." 
 
MA / Sadık Topaloglu - Bilal Seçkin 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/09/2018
09:05 Karkerên Flormarê: Berxwedanê em wêrek kirin
09:05 Dede: CPT berdewamiya komploya navnetewî dixebite
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2018'AN
08:59 Wekilê CHP'ê Bîrcan jiyana xwe ji dest da
24/09/2018
17:18 Ji bo karê xwe dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
16:34 5 kes bi îxbara salek berê hatin binçavkirin
16:11 Li Çoltara Hawêlê şer û operasyon
16:05 Rojnamegerê întihara bav kir nûçe hat binçavkirin
15:37 Îbrahîm Ayhan bi 'Şehît namirin' spartin axê
15:17 ÎHD’ê dest bi kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe dikin
14:40 Yuksekdag: Salonên van dadgehan têra darizandina KCD'ê nake
13:33 Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê mafê girtiyan binpê dikin
13:26 ‘Destê xwe nedin daristanan’
13:01 Îbrahim Ayhan oxir dikin: Tevahî siyaseta kurd li Sîweregê ye
12:41 Sakik: Em şahid in beriya Pasûrê li Vartinis û Zengokê jî komkujî kirin
12:08 Hekîman ji bo Kartal serî li dozgeriyê da
11:51 Makîneyên DSÎ’yê carek din ketin Baxçeyên Hevselê
10:56 Berdevka KÎD'ê Kaya: Pêşeng û mîmarê KÎD'ê Birêz Ocalan e
10:12 Girtiyê dermankirina bi kelepçe qebûl nekir nehat dermankirin
09:43 Tanrikulu: Erdogan ji niha de gel bi qeyûman tehdît dike
09:20 Sîxurî û cerdevaniyê dispêrin gundiyên Deywanê
09:19 Çanda hezar salan li ser pişta teşiyê dirêse
09:18 Jinên karker ên çandiniyê: Her tişt zem bû, tenê heqê keda me zêde nebû
09:16 Gola Koşkê ji gelek çûk û masiyan de malovaniye dike
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2018'AN
08:23 Cenazeyê Ayhan gihişt Sîweregê
23/09/2018
21:53 Doza danişîna Fîgen Yuksekdag sibê ye
20:45 Dag: Ciwan dê tecrîdê hilweşînin
19:59 Cenazeyê Îbrahîm Ayhan li Sîlopiyê bi 'Şehîd namirin' pêşwazî kirin
19:15 Li 8 wargehên Sêrtê qedexeya derketina devre îlan kirin
18:13 Zarokê ku nekaribû pereyê xwe bistîne îmalatxane da ber agir
17:33 Li Girê Spî û Girkê Legê ji bo Efrînê meşiyan
16:49 Cenazeyê Ayhan ji Hewlerê ber bi Sîlopî ve bi rê kirin
16:34 Ûmût ê polîsan bi maşînê lêxist defin kirin
16:27 3 karker bûn qurbana cînayeta kar
15:04 Koçyîgît: Heta tecrîda Îmralî bi dawî nebe azadiya gelan ne pêkan e
Hamzaoglu: Yên tirsê ava dikin zêdetir ditirsin
14:45 Berhemên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî derketin
14:00 Bûldan: Ocalan tecrîda di tecrîdê de dijî
13:31 Rojnameger Taşkin: Girtî nayên dermankirin ava paqij nadin
12:57 Zarokê 5 salî Ûmût ê polîsan bi maşinê lê xist jiyana xwe ji dest da
12:15 Dê ji bo Ayhan ê HDP'î li Kobanê konê sersaxiyê vekin
12:03 Mizrakli yê HDP'î: Em dê têkoşîna Ayhan bi serkeftinê tacîdar bikin
11:55 Cenazeyê Sedanûr bi hêsirên çavan defin kirin
11:08 Yureklî: 2 salin malbat û 8 salin parêzeran bi kijan dîsîplînê nikarin biçin Îmraliyê?
09:56 Gelê Amedî: Çareserî azadiya Ocalan e
09:11 Gardiyanan jê re got: Nenivîsîne, di bîra xwe de bihêle
09:10 ‘Li hemberî Kerbelaya hîn jî didome, sekneke Husênî divê'
09:09 Ji bo Îdlîbê betanî û nivînan sîparîş dikin
09:06 Cengîz Ergulê ji Samsûnê û Merve Erciyasa ji Yozgatê Şaredariya Mezin a Mêrdînê bi rê ve dibin
09:04 Dayika girtiyê nexweş Sûncak: Ger kurê min bimire dê kî hesab bide?
09:02 ‘Li Tirkiyeyê hiqûqê derbeyeke mezin xwariye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:19 Cenazeyê Ayhan dê îro li Sîlopî bi girseyî pêşwazî bikin
22/09/2018
20:48 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Apê Mûsa ya 26'emîn hatin dayîn
18:14 Walîtiya Bedlisê li 26 gundan derketina kolanan qedexe kir
17:38 Mezada pirtûkên kurdî tê lidarxistin
17:19 209 karkerên madenê ji kar avêtin
16:42 Ji wî re edet e, ji xelkê re qebhet e
16:02 ‘Girtiyê nexweşîna kolon Kizilkan bêyî ku agahî bidin malbatê emeliyat dikin’
15:56 ‘Girtiyên nexweş û DAIŞ'ê li heman blokê digirin'
15:26 ‘Cîhan li ser tifaqa dij Kurdîtiyê qenciyê dike’
15:20 Gundiyên ku ji Helikopterê gule li wan reşandin û hatin girtin, hatin berdan
14:40 Xizmên windayan: Qedexe nikarin me ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin
14:09 Di êrişa bombeyî de herî kêm 8 zarok hatin kuştin
14:01 Li Colemêrgê nan ji sedî 35 zem bû
13:22 Li Cizîrê polîsê gule bera hewa da xwe birîndar kir
12:43 Kaya: Pêşniyara Ocalan a Îslama Demokratîk xwedî wateya jiyanî ye
12:15 Polîsan mûdaxileyê Dayikên Şemiyê kirin
12:00 Bav ji ber krîza aborî întihar kir
11:03 Doz li kesên xizmetên tenduristiyê birin Cizîrê hat vekirin: Em li pişt kirînên xwe ne
10:45 Li Îranê êrîşî merasima eskerî kirin: Herî kêm 24 kes mirin
10:33 Cenazeyê Sedanur a 9 salî ku hat windakirin hat dîtin
10:30 Kujerê Pakize Hazar dê ji nûve bê darizandin
10:10 Rojnameger Aktaş: Bermahiyên şer ên li Idlibê li dijî kurdan diparêzin
09:58 Rayedarên wezarêtê xwestin ku pitika Arîn bidin saziya parastinê
09:29 Qeyûm malê şaredariyê derxist firotinê
09:15 Malbatên karkerên înşeata balafirgehê: Hikûmet notirvaniya patronan dike
09:14 Li Îmraliyê tişta nebûyî dikin: 6 meh cezayê hevdîtinê dan parêzerên Ocalan
09:13 Hevşaredarê Qubînê: Deynê heyî yê serdema AKP'ê nin
09:13 Kozanoglû: Bernameya Aboriyê ya Nû piyase qanih nekirin
09:12 Ekolojîst Borûcû: Şewitandina daristanan dewama polîtîkayên şer e
09:01 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:24 Vekirina Balafirgeha 3'emîn 2 meh taloq kirin
21/09/2018
20:37 Arslan: Daxuyaniyên min wekî sûc tên hesibandin
15:43 Baro ji bo ronîkirina kujerê Elçî bang li hikûmetê kir
15:20 Li Îmraliyê ‘hinceta redkirinê’ guherî
14:58 Rojnameger Yilmaz û Akbaş ên nelirêtî kir nûçe derketin dadgehê
14:44 Belgefilma Heskîfê di pêşbirkê de ma fînalê
14:16 Parêzeran ji bo Leyla Guven bê berdan serlêdan kirin
14:08 Kongreya Îslama Demokratîk komxebatê pêk tîne
14:01 Jinên Colemêrgê: Demildest Leyla Guven berdin
13:43 HDP’ê ji bo kesê hat gotin “Ji ber tiryakê hat girtin’ daxuyanî da
12:46 Bekîr Kaya: Dozger dê ji vî welatî bireve lê ez narevim
12:27 Ji bo tevlîbûna şahiya ciwanan bang hat kirin
12:11 Rojnamegerê Avusturyayî Zirngast bê delîl girtin
12:05 10 kes li Bûrsayê hatin girtin
11:58 Fatûreya ceyranê ya malekê ji sedî 17 TL ferq kir
11:48 Welatiyan destûra ÇED'ê dan betalkirin
11:06 Li Tanzanya keştî tevî 400 rêwiyan noqî avê bû
10:58 Li Ganayê Lehî rabû: 34 kes mirin