Yureklî: 2 salin malbat û 8 salin parêzeran bi kijan dîsîplînê nikarin biçin Îmraliyê? 2018-09-23 11:08:36 STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 2 salin nikare bi malbatê re û 8 salin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û wiha got: “Kesekî ku tecridkirina wî mutlaq e û bi temamî têkiliya wî û derve hatiye qutkirin, gelo rastî cezayê dîsîplînek çawa tê?"  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi destê hêzên navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiye. Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi parêzeran re, di 5'ê Nîsana 2015'an de bi heyeta Îmraliyê re û herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir. Ocalan 2 salin nikare bi malbatê re û 8 salin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Serdozgerî her tim bi hinceta "Keştî xerabe ye", "muxalefeta hewayê heye", "Personel li destûrê ne" û "OHAL"  heye, destûr nade parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Herî dawî bi hinceta "Ocalan rastî cezayê disîplînê hatiye destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.    6 MEH CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ DAN   Li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê, 1'emîn Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê di 6'ê Îlona 2018'an de li Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi sedema rastî cezayê dîsîplînê hatine heta 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina parêzeran li wan birîn. Herî dawî di 2'ê Adara 2018’an de jî dîsa Ocalan rastî ceza hatibû. hekîmtiyê di 2'ê Adara 2018'an de ziyaret li Ocalan qedexe kiribû. Dîsa ragihandina nivîskî û telfonê jî li Ocalan qedexe kiribû.  Lê di qedexeya 6'ê Îlonê 2018'an de cih nedan qedexeya telefon û ragihandina niviskî.    NEXŞERÊ BÛ SEDEMA CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ku ji 1'emîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê xwest cezayê dîsîplînê bê dayîn, di salên 2005 û 2009'an de 11 cezayên cuda yên hucreyê birîbûn. Dîsa di sala 2009'an de ji ber nexşerêya Ocalan ku ji 156 rûpelan pêk dihat û ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa re şandibû, cezayê dîsîplînê birîbûn.      MALBAT JÎ RASTÎ ASTENGIYA DÎSÎPLÎNÊ HATIN   Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Ocalan Fatma Ocalan vasisê wî Mazlum Dinç ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Di serlêdana 94’an de dîsa daxwaza malbatê hat redkirin. Heta niha li gorî xala 5275'an ya Tedbîrên Ewlehiyê û Qanûna Di Heqê Înfazê de serlêdanên malbatan red dikirin. Lê vê carê hinceta dîsîplînê ku ji bo parêzeran nîşan dan ji bo malbatê jî nîşan dan. Dozgeriê bi sedema ku Midûriyeta Dîsîplînê ya îmraliyê di 14'ê Îlona 2018'dan de cezayê dîsîplînê daye Ocalan destûr nedan ku malbat biçe hevdîtinê.    'TECRÎD DI NAVA TECRÎDÊ DE PÊŞ DIKEVE'     Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, diyar kir ku Ocalan tecrîdkirina mutlaq dijî û tecrîd di nava decrîdê de pêş dikeve. Yureklî, anî ziman ku li gel Ocalan nikarin bi 3 muvekkilên xwe yên din ku li Îmraliyê girtî ne re jî hevdîtin bikin û wiah got: "Ev rewş dibe sedem ku em ji tenduristî, ewlehî, jiyan û şertên wî têkevin fikr û gumanan. Yureklî wiha got: "Birêz Ocalan herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir. Piştre bi tu awayî bi Ocalan re hevdîtin nehat kirin û têkiliya wî û derve bi temamî qut bû. Tecrîda mutlaq derbas kiriye. Niha ev îşkence û muameleya xerab e. Em wekî parêzer ji bo vê rewşê ji holê rakin hewldanên me didomin. Berê her dem bi hinceta "Keştî xerabe ye", "muxalefeta hewayê heye" serlêdanên me dihatin red kirin. Bi taybeti piştî OHAL'ê ji 20'ê Tîrmeha 2016'an û şûnde bêyî hincetên hiqûqî nîşan bidin serlêdanên me hatin red kirin."    8 SALIN PARÊZER NIKARIN HEVDÎTIN BIKIN   Yureklî, anî ziman ku Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê di 6'ê Îlonê de ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtinê danîn ser parêzeran û wiha berdewam kir: "Brêz Ocalan di salên 2005 û 2009'an de dîsa rastî cezayê dîsîplînê hatibû û qedexe danîbû ser ku parêzer nikaribin biçin hevditina wî. Berê jî qedexe derxistin. Tu aliyê van qedexeyan ên hiqûqî tune ye. Hem li gorî TCK hem li gorî zagona înfazê û Qanuna Bingehîn ger ku sûc kiribe înfaz dikin. Lê 8 salin parêzer bi tu awayî nikarin biçin Îmraliyê û nikarin hevditin bikin. Tu aliyê van astengi û qedexeyan ên zagonî û hiqûqî tuney e. Divê girtekên vê yekê bigirin û li gorî zagonê bin. Lê tu rewşek wisa tune ye. Di sala 2009'an de nexşerêya Birêz Ocalan a pêşkêşî DMME'ê kirin kirin sedema cezayê dîsîplînê. Birêz Ocalan piştî vê nexşerêyê parasnameya ku ji 5 cîldan pek tê pêşkêşî DMME'ê kir. Di sala 2011'an de piştî DMME got metnekî hiqûqî bidin parêzeran, nexşereya  Ocalan dan me. Niha têkiliya Ocalan bi tevahî bi cîhana derve re hatiye qutkirin. Bi hinceta vala têkiliya Ocalan a ji derve qu kirine û Birêz Ocalan nikare ji mafê xwe yê herî rewa yê ragihandinê sûdê bigire."     HEM  LI SER OCALAN Û HEM JÎ LI SER 3 GIRTIYÊN DIN TECRÎD HEYE   Yureklî, anî ziman ku ev bê hiqûqî û tecrîd hem li ser Ocalan û hem jî li ser 3 girtiyên din ên li Îmraliyê pêk tê û wiha lê zêde kir: "Muvekkillên mey ên din ji Adara 2015'an heta niha nikarin bi parêzeran re hevdîtin bikin. Heta niha yek parêzer jî nekarîye biçe ziyareta wan. Qedexeya ji birêz Ocalan re aniye ji bo wan jî heman qedexe anîne. Tecrîda mutlaq heye. Me li dijî cezayê Dîsîplînê îtiraz kir. Lê cezayê dîsîplînê di cih de dît û îtîraza me red kirin. Ji bo Îmralî tu carî serlêdanek bi bandor çênebû. Tu carî li gorî hiqûq û zagonê bersîvek nehat dayîn. Li wir prosedurek taybet û cuda tê meşandin.  Heta niha sedema biryarê ji mere neşandine. Di şertê tecrîda mutlaq de têkilî bi dunyaya derve re bi temamî hatiye qutkirin. Çawa çê dibe ku dîsa cezayê dîsîplînê bidin. Bi vê cezayê dîsîplînê dixwazin ku ji DMME û CPT re bêjin em li gorî hiqûqê tev digerin. Lê ger ku 8 salin bi parêzeran re û 2 salin bi malbatan re bi tevahî têkiliya wan qut bûye û têkiliya wan û derve ji hev qut bûbe çawa rastî cezayê dîsîplînê tên. "    Yureklî, herî dawî anî ziman ku çavkaniya hemû pirsgirêkan tecrîdkirina Ocalan e û wiha bi dawî kir: "Pergala îmraliyê ji bo gelê Tirkiye bûye wekî hewq-çiravê. Gelek pirsgirêkên civakê hene. Lê divê çavkanî bê zuwa kirin û çareseriyek bi kok bê dîtin. Navenda çarseriya hemû pirsgirêkan Birêz Ocalan e. Îmralî pergala Îşkenceyê ye. Divê ev pergala îşkenceyê bi dawî bibe. Divê di asta herî jor de azadiya Ocalan bê xwestin."    MA / Sadık Topaloglu - Bilal Seçkin