Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Apê Mûsa ya 26'emîn hatin dayîn

  • rojane
  • 20:48 22 Îlon 2018
  • |
img
STENBOL -  Xelata Pêşbirka 26’emîn a Şehîdên Çapemeniyê ya Mûsa Anter (Apê Mûsa) hatin dayîn. Dayikên Şemiyê jî di xelatê de cih girtin û Xelata Jûriya Taybet a Rûmetê diyarî dayikan hat kirin. 
 
Bi pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê Xelata Pêşbirkê ya 26’emîn a Şehîdên Çapemeniyê ya Mûsa Anter (Apê Mûsa) li Salona TMMOB’ê ya li Semta Karakoya girêdayî navçeya Beyogluya Stenbolê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ridvan Turan, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, kurê Apê Mûsa Dîcle Anter, Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş, rêveber û endamên HDP’ê, DBP’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, bi dehan rojnameger û nivîskar, malbatên rojnamegerên çapemeniya azad ên ji aliyê hêzên dewletê ve di salên 1990’an de hatin kuştin û gelek welatî beşdarî bernameya xelatdayînê bûn. Li eywana xelatdayînê posterên rojnamegerên hatine kuştin hatin daliqandin. 
 
Bernameyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên çapemeniya azad û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di bernameyê de ewil Parlamenterê HDP’ê û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ridvan Turan axivî. Turan bal kişand ser kevneşopiya xebatên rojnamegeriya Ozgur Gundemê û pêşbirka Apê Musa û hemû cangoriyên çapemeniyê û têkoşîna azadiyê bibîr anî.
 
AYKOL: EM AWÊNEYA GELÊ KURD Û GELÊN TIRKIYEYÊ NE 
 
Piştî Turan, nivîskar-rojnameger Huseyîn Aykol axivî û ev tişt gotin: “Min têkoşîna gelê kurd a 40 salî şopand û bûm şahidiya gelek serhildanên kurdan. Gelê kurd li cîhanê nav û deng veda. Ev rojnameya me ya 51’emîn e. Wan bombe kir me vekir û weşana xwe dewam kir. Ez çûm her deverê welêt. Min Ocalan û hemû pêşengên PKK’ê dîtin. Ev dîrokek e. Min wek rojnamegerekê şahidî kir. Min bêwestan vê weşanê domand. Apê Mûsa nivîskarê me bû. Dema me Yenî Ulke derxist, min jê re got Apê Musa rojnameya me dest bi weşanê kir. Ji salên 40’î vir ve heta roja şehadeta xwe xizmeta weşangerî û rewşenbîriya kurdan kir. Nivîskarê Qimilê ye. Apê Musa kesayetek bêhempa bû. Me li ber ronahiya wî weşana xwe kir û baş e em li ser şopa wî wenaşngeriya xwe didomînin. Her çiqas hevalê me şehîd xistin, me girtin û sirgûn kirin lê em li ser piya ne û weşanê dikin. Ev dewlet divê baş bizanibe nikare deriyê vê kevneşopiyê biqefilîne. Her wan girt me weşangeriya azad dewam kir. Me bombe kirin û li orta kolanan em înfaz kirin, lê baş bizanibin wê ev rojname bênavber dewam bike. 29 sal e em rojnamegeran diafirînin. Em li virê însanan diafirînin.”
 
Aykol di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku ew awêneya gele kurd û Tirkiyeyê ne û got: “Çi bê serê me jî em ê vê weşangeriyê berdewam bikin.” 
Piştî axaftina Turan û Aykol, sînevîzyona behsa kevneşopiya rojnamegeriya azad û çapaeminya azad dikir hat pêşandan. 
 
XELATA NÛÇEYÊN TIRKΠ
 
Piştî sînevîzyonê xelat hatin dayîn. Xelatdayîn bi beşa tirkî dest pê kir. Rojnameger Bekîr Avci yê di beşa nûçeya tirkî de bû yekemîn ji destê kurê Apê Mûsa Dîcle Anter wergirt. Dîcle Anter axivî û got: “Destûr nadin me ku em bîranîna bavê min pêk bînin û wêneyên rojnamegerên hatine qetilkirin hildin. Hêj ji me ditirsin. Her ku ew ji me bitirsin em ê bi ser wan ve biçin.”
 
Bekir Avci jî got: “Nûçeya min behsa çarenûsa kurdan dike. Ji Apê Musayan heta Denîz Firatan çîrokekê vedibêje. Pêvajoya weşangeriya televîzyonên kurdî vedibêje.” 
 
Huseyîn Aykol xelata rojnameger Rifat Dogan dayê û Dogan got, yê vê xelatê wergirtin Dayikên Şemiyê ne. 
 
Çagdaş Kaplan xelata Ugur Şahîn dayê û got: “Em bi van nûçeya Apê Mûsa û hevrêyên wî bibîr tînin. Em ê nivîsandina rastiyan dewam bikin.” 
Şahîn got, li Tirkiyeyê xweza tê tunekirin û ew vê xelatê li ser navê xwezayê digire.
 
XELATA NÛÇEYA KURDÎ
 
Xelata Jûriya Taybet a beşa nûçeya kurdî nûçegihanê e-rojnameyê Zeynel Bulut bidest xistibû. Bi boneya Bulut ne amade bû, li ser navê Bulut, rojnameger Bîlal Guldem xelatê ji destê Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan girt. 
 
Boltan axivî û anî ziman ku ew wek şagirtên Apê Mûsa dê her li ser şopa heqîqetê xebatên rojnamegeriyê berdewam bikin. 
 
Guldem jî da zanîn ku ew li ser navê hevalê xwe Zeynel Bulut dê li ser şopa Apê Mûsa û hemû hevrêyê wî bimeşin û xelata wergirt diyarî civaka Êzidî kir. 
 
XELATA ROJNAMEGERIYA JINÊ
 
Xelata di beşa Nûçeyên Jinan a Gurbetelî Ersoz de jî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Oncel bû yekemîn û xelata xwe ji Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney girt. Oncel jî xelata xwe diyarî Parlamenterê HDP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê li Hewlêrê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da kir. 
 
XELATA WÊNEYAN
 
Di beşa wêneyan de yê bû yekemîn rojnameger Hayri Tunç xelatê ji destê dayika Hasan Ocak, Emîne Ocak girt. 
 
Vedat Arik ê di beşa wêneyan de bû yekemîn ji destê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervûn Buldan girt. 
 
Pervîn Buldan piştî xelatdayînê axivî û got: “Ji bo ez li vê merasîma xelatdayînê me, bextewar û rûmetyar im. Hemû  jiyana Apê Mûsa di girtîgehan de derbas bû. Hêj kujerên Apê Mûsa nehatine darizandin. Hêj li bajarên te bombe dibarin û şagirtên te vê heqîqetê û rastiyê dinivîsinin.”
 
Di beşa wêneyan a Jûriya Taybet de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Nazim Daştan ê li Efrînê dixebitî bi dest xist. Ji ber ku Daştan ne amade bû, li ser navê wî rojnameger Sadik Topaloglu xelatê ji parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu girt. 
 
BEŞA KARÎKATÛRAN
 
Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş û hunermendê NÇM’ê Genim jî xelatên  beşa karîkatûran ên bûn yekemîn dan wan. 
 
XELATA JÛRIYA YA TAYBET DIYARÎ DAYIKÊN ŞEMIYÊ HAT KIRIN 
 
Herî dawî Xelata Jûriyê ya Taybet diyarî Dayikên Şemiyê hat kirin. Dayikên Şemiyê derketin ser dikê û xelat wergirtin. Li ser navê Dayikên Şemiyê Xanim Tosun axivî û diyar kir ku ew bejna xwe li ber Apê Mûsa û hemû şehîdên çapemeniyê ditewînin û got: “Apê Mûsa me agahdar dikir û me ronî dikir. Me bi nivîsên Apê Mûsa çavên xwe vedikir. Em ê şehîdên çapemeniyê ji bîr nekin û rêya wan rêya me ye. Em ê tû carî dev ji Qada Galatasarayê bernedin û em ê lêgerîna edaletê berdewam bikin. Çimkî em mafdar in û em ê bi ser bikevin.” 
 
Xelat bi kişandina wêneyê bîranînê bi dawî bû. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/09/2018
09:05 Karkerên Flormarê: Berxwedanê em wêrek kirin
09:05 Dede: CPT berdewamiya komploya navnetewî dixebite
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2018'AN
08:59 Wekilê CHP'ê Bîrcan jiyana xwe ji dest da
24/09/2018
17:18 Ji bo karê xwe dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
16:34 5 kes bi îxbara salek berê hatin binçavkirin
16:11 Li Çoltara Hawêlê şer û operasyon
16:05 Rojnamegerê întihara bav kir nûçe hat binçavkirin
15:37 Îbrahîm Ayhan bi 'Şehît namirin' spartin axê
15:17 ÎHD’ê dest bi kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe dikin
14:40 Yuksekdag: Salonên van dadgehan têra darizandina KCD'ê nake
13:33 Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê mafê girtiyan binpê dikin
13:26 ‘Destê xwe nedin daristanan’
13:01 Îbrahim Ayhan oxir dikin: Tevahî siyaseta kurd li Sîweregê ye
12:41 Sakik: Em şahid in beriya Pasûrê li Vartinis û Zengokê jî komkujî kirin
12:08 Hekîman ji bo Kartal serî li dozgeriyê da
11:51 Makîneyên DSÎ’yê carek din ketin Baxçeyên Hevselê
10:56 Berdevka KÎD'ê Kaya: Pêşeng û mîmarê KÎD'ê Birêz Ocalan e
10:12 Girtiyê dermankirina bi kelepçe qebûl nekir nehat dermankirin
09:43 Tanrikulu: Erdogan ji niha de gel bi qeyûman tehdît dike
09:20 Sîxurî û cerdevaniyê dispêrin gundiyên Deywanê
09:19 Çanda hezar salan li ser pişta teşiyê dirêse
09:18 Jinên karker ên çandiniyê: Her tişt zem bû, tenê heqê keda me zêde nebû
09:16 Gola Koşkê ji gelek çûk û masiyan de malovaniye dike
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2018'AN
08:23 Cenazeyê Ayhan gihişt Sîweregê
23/09/2018
21:53 Doza danişîna Fîgen Yuksekdag sibê ye
20:45 Dag: Ciwan dê tecrîdê hilweşînin
19:59 Cenazeyê Îbrahîm Ayhan li Sîlopiyê bi 'Şehîd namirin' pêşwazî kirin
19:15 Li 8 wargehên Sêrtê qedexeya derketina devre îlan kirin
18:13 Zarokê ku nekaribû pereyê xwe bistîne îmalatxane da ber agir
17:33 Li Girê Spî û Girkê Legê ji bo Efrînê meşiyan
16:49 Cenazeyê Ayhan ji Hewlerê ber bi Sîlopî ve bi rê kirin
16:34 Ûmût ê polîsan bi maşînê lêxist defin kirin
16:27 3 karker bûn qurbana cînayeta kar
15:04 Koçyîgît: Heta tecrîda Îmralî bi dawî nebe azadiya gelan ne pêkan e
Hamzaoglu: Yên tirsê ava dikin zêdetir ditirsin
14:45 Berhemên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî derketin
14:00 Bûldan: Ocalan tecrîda di tecrîdê de dijî
13:31 Rojnameger Taşkin: Girtî nayên dermankirin ava paqij nadin
12:57 Zarokê 5 salî Ûmût ê polîsan bi maşinê lê xist jiyana xwe ji dest da
12:15 Dê ji bo Ayhan ê HDP'î li Kobanê konê sersaxiyê vekin
12:03 Mizrakli yê HDP'î: Em dê têkoşîna Ayhan bi serkeftinê tacîdar bikin
11:55 Cenazeyê Sedanûr bi hêsirên çavan defin kirin
11:08 Yureklî: 2 salin malbat û 8 salin parêzeran bi kijan dîsîplînê nikarin biçin Îmraliyê?
09:56 Gelê Amedî: Çareserî azadiya Ocalan e
09:11 Gardiyanan jê re got: Nenivîsîne, di bîra xwe de bihêle
09:10 ‘Li hemberî Kerbelaya hîn jî didome, sekneke Husênî divê'
09:09 Ji bo Îdlîbê betanî û nivînan sîparîş dikin
09:06 Cengîz Ergulê ji Samsûnê û Merve Erciyasa ji Yozgatê Şaredariya Mezin a Mêrdînê bi rê ve dibin
09:04 Dayika girtiyê nexweş Sûncak: Ger kurê min bimire dê kî hesab bide?
09:02 ‘Li Tirkiyeyê hiqûqê derbeyeke mezin xwariye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:19 Cenazeyê Ayhan dê îro li Sîlopî bi girseyî pêşwazî bikin
22/09/2018
20:48 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Apê Mûsa ya 26'emîn hatin dayîn
18:14 Walîtiya Bedlisê li 26 gundan derketina kolanan qedexe kir
17:38 Mezada pirtûkên kurdî tê lidarxistin
17:19 209 karkerên madenê ji kar avêtin
16:42 Ji wî re edet e, ji xelkê re qebhet e
16:02 ‘Girtiyê nexweşîna kolon Kizilkan bêyî ku agahî bidin malbatê emeliyat dikin’
15:56 ‘Girtiyên nexweş û DAIŞ'ê li heman blokê digirin'
15:26 ‘Cîhan li ser tifaqa dij Kurdîtiyê qenciyê dike’
15:20 Gundiyên ku ji Helikopterê gule li wan reşandin û hatin girtin, hatin berdan
14:40 Xizmên windayan: Qedexe nikarin me ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin
14:09 Di êrişa bombeyî de herî kêm 8 zarok hatin kuştin
14:01 Li Colemêrgê nan ji sedî 35 zem bû
13:22 Li Cizîrê polîsê gule bera hewa da xwe birîndar kir
12:43 Kaya: Pêşniyara Ocalan a Îslama Demokratîk xwedî wateya jiyanî ye
12:15 Polîsan mûdaxileyê Dayikên Şemiyê kirin
12:00 Bav ji ber krîza aborî întihar kir
11:03 Doz li kesên xizmetên tenduristiyê birin Cizîrê hat vekirin: Em li pişt kirînên xwe ne
10:45 Li Îranê êrîşî merasima eskerî kirin: Herî kêm 24 kes mirin
10:33 Cenazeyê Sedanur a 9 salî ku hat windakirin hat dîtin
10:30 Kujerê Pakize Hazar dê ji nûve bê darizandin
10:10 Rojnameger Aktaş: Bermahiyên şer ên li Idlibê li dijî kurdan diparêzin
09:58 Rayedarên wezarêtê xwestin ku pitika Arîn bidin saziya parastinê
09:29 Qeyûm malê şaredariyê derxist firotinê
09:15 Malbatên karkerên înşeata balafirgehê: Hikûmet notirvaniya patronan dike
09:14 Li Îmraliyê tişta nebûyî dikin: 6 meh cezayê hevdîtinê dan parêzerên Ocalan
09:13 Hevşaredarê Qubînê: Deynê heyî yê serdema AKP'ê nin
09:13 Kozanoglû: Bernameya Aboriyê ya Nû piyase qanih nekirin
09:12 Ekolojîst Borûcû: Şewitandina daristanan dewama polîtîkayên şer e
09:01 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2018'AN
08:24 Vekirina Balafirgeha 3'emîn 2 meh taloq kirin
21/09/2018
20:37 Arslan: Daxuyaniyên min wekî sûc tên hesibandin
15:43 Baro ji bo ronîkirina kujerê Elçî bang li hikûmetê kir
15:20 Li Îmraliyê ‘hinceta redkirinê’ guherî
14:58 Rojnameger Yilmaz û Akbaş ên nelirêtî kir nûçe derketin dadgehê
14:44 Belgefilma Heskîfê di pêşbirkê de ma fînalê
14:16 Parêzeran ji bo Leyla Guven bê berdan serlêdan kirin
14:08 Kongreya Îslama Demokratîk komxebatê pêk tîne
14:01 Jinên Colemêrgê: Demildest Leyla Guven berdin
13:43 HDP’ê ji bo kesê hat gotin “Ji ber tiryakê hat girtin’ daxuyanî da
12:46 Bekîr Kaya: Dozger dê ji vî welatî bireve lê ez narevim
12:27 Ji bo tevlîbûna şahiya ciwanan bang hat kirin
12:11 Rojnamegerê Avusturyayî Zirngast bê delîl girtin
12:05 10 kes li Bûrsayê hatin girtin
11:58 Fatûreya ceyranê ya malekê ji sedî 17 TL ferq kir
11:48 Welatiyan destûra ÇED'ê dan betalkirin
11:06 Li Tanzanya keştî tevî 400 rêwiyan noqî avê bû
10:58 Li Ganayê Lehî rabû: 34 kes mirin