Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Apê Mûsa ya 26'emîn hatin dayîn 2018-09-22 20:48:52   STENBOL -  Xelata Pêşbirka 26’emîn a Şehîdên Çapemeniyê ya Mûsa Anter (Apê Mûsa) hatin dayîn. Dayikên Şemiyê jî di xelatê de cih girtin û Xelata Jûriya Taybet a Rûmetê diyarî dayikan hat kirin.    Bi pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê Xelata Pêşbirkê ya 26’emîn a Şehîdên Çapemeniyê ya Mûsa Anter (Apê Mûsa) li Salona TMMOB’ê ya li Semta Karakoya girêdayî navçeya Beyogluya Stenbolê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ridvan Turan, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, kurê Apê Mûsa Dîcle Anter, Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş, rêveber û endamên HDP’ê, DBP’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, bi dehan rojnameger û nivîskar, malbatên rojnamegerên çapemeniya azad ên ji aliyê hêzên dewletê ve di salên 1990’an de hatin kuştin û gelek welatî beşdarî bernameya xelatdayînê bûn. Li eywana xelatdayînê posterên rojnamegerên hatine kuştin hatin daliqandin.    Bernameyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên çapemeniya azad û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di bernameyê de ewil Parlamenterê HDP’ê û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ridvan Turan axivî. Turan bal kişand ser kevneşopiya xebatên rojnamegeriya Ozgur Gundemê û pêşbirka Apê Musa û hemû cangoriyên çapemeniyê û têkoşîna azadiyê bibîr anî.   AYKOL: EM AWÊNEYA GELÊ KURD Û GELÊN TIRKIYEYÊ NE    Piştî Turan, nivîskar-rojnameger Huseyîn Aykol axivî û ev tişt gotin: “Min têkoşîna gelê kurd a 40 salî şopand û bûm şahidiya gelek serhildanên kurdan. Gelê kurd li cîhanê nav û deng veda. Ev rojnameya me ya 51’emîn e. Wan bombe kir me vekir û weşana xwe dewam kir. Ez çûm her deverê welêt. Min Ocalan û hemû pêşengên PKK’ê dîtin. Ev dîrokek e. Min wek rojnamegerekê şahidî kir. Min bêwestan vê weşanê domand. Apê Mûsa nivîskarê me bû. Dema me Yenî Ulke derxist, min jê re got Apê Musa rojnameya me dest bi weşanê kir. Ji salên 40’î vir ve heta roja şehadeta xwe xizmeta weşangerî û rewşenbîriya kurdan kir. Nivîskarê Qimilê ye. Apê Musa kesayetek bêhempa bû. Me li ber ronahiya wî weşana xwe kir û baş e em li ser şopa wî wenaşngeriya xwe didomînin. Her çiqas hevalê me şehîd xistin, me girtin û sirgûn kirin lê em li ser piya ne û weşanê dikin. Ev dewlet divê baş bizanibe nikare deriyê vê kevneşopiyê biqefilîne. Her wan girt me weşangeriya azad dewam kir. Me bombe kirin û li orta kolanan em înfaz kirin, lê baş bizanibin wê ev rojname bênavber dewam bike. 29 sal e em rojnamegeran diafirînin. Em li virê însanan diafirînin.”   Aykol di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku ew awêneya gele kurd û Tirkiyeyê ne û got: “Çi bê serê me jî em ê vê weşangeriyê berdewam bikin.”  Piştî axaftina Turan û Aykol, sînevîzyona behsa kevneşopiya rojnamegeriya azad û çapaeminya azad dikir hat pêşandan.    XELATA NÛÇEYÊN TIRKΠ   Piştî sînevîzyonê xelat hatin dayîn. Xelatdayîn bi beşa tirkî dest pê kir. Rojnameger Bekîr Avci yê di beşa nûçeya tirkî de bû yekemîn ji destê kurê Apê Mûsa Dîcle Anter wergirt. Dîcle Anter axivî û got: “Destûr nadin me ku em bîranîna bavê min pêk bînin û wêneyên rojnamegerên hatine qetilkirin hildin. Hêj ji me ditirsin. Her ku ew ji me bitirsin em ê bi ser wan ve biçin.”   Bekir Avci jî got: “Nûçeya min behsa çarenûsa kurdan dike. Ji Apê Musayan heta Denîz Firatan çîrokekê vedibêje. Pêvajoya weşangeriya televîzyonên kurdî vedibêje.”    Huseyîn Aykol xelata rojnameger Rifat Dogan dayê û Dogan got, yê vê xelatê wergirtin Dayikên Şemiyê ne.    Çagdaş Kaplan xelata Ugur Şahîn dayê û got: “Em bi van nûçeya Apê Mûsa û hevrêyên wî bibîr tînin. Em ê nivîsandina rastiyan dewam bikin.”  Şahîn got, li Tirkiyeyê xweza tê tunekirin û ew vê xelatê li ser navê xwezayê digire.   XELATA NÛÇEYA KURDÎ   Xelata Jûriya Taybet a beşa nûçeya kurdî nûçegihanê e-rojnameyê Zeynel Bulut bidest xistibû. Bi boneya Bulut ne amade bû, li ser navê Bulut, rojnameger Bîlal Guldem xelatê ji destê Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan girt.    Boltan axivî û anî ziman ku ew wek şagirtên Apê Mûsa dê her li ser şopa heqîqetê xebatên rojnamegeriyê berdewam bikin.    Guldem jî da zanîn ku ew li ser navê hevalê xwe Zeynel Bulut dê li ser şopa Apê Mûsa û hemû hevrêyê wî bimeşin û xelata wergirt diyarî civaka Êzidî kir.    XELATA ROJNAMEGERIYA JINÊ   Xelata di beşa Nûçeyên Jinan a Gurbetelî Ersoz de jî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Oncel bû yekemîn û xelata xwe ji Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney girt. Oncel jî xelata xwe diyarî Parlamenterê HDP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê li Hewlêrê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da kir.    XELATA WÊNEYAN   Di beşa wêneyan de yê bû yekemîn rojnameger Hayri Tunç xelatê ji destê dayika Hasan Ocak, Emîne Ocak girt.    Vedat Arik ê di beşa wêneyan de bû yekemîn ji destê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervûn Buldan girt.    Pervîn Buldan piştî xelatdayînê axivî û got: “Ji bo ez li vê merasîma xelatdayînê me, bextewar û rûmetyar im. Hemû  jiyana Apê Mûsa di girtîgehan de derbas bû. Hêj kujerên Apê Mûsa nehatine darizandin. Hêj li bajarên te bombe dibarin û şagirtên te vê heqîqetê û rastiyê dinivîsinin.”   Di beşa wêneyan a Jûriya Taybet de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Nazim Daştan ê li Efrînê dixebitî bi dest xist. Ji ber ku Daştan ne amade bû, li ser navê wî rojnameger Sadik Topaloglu xelatê ji parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu girt.    BEŞA KARÎKATÛRAN   Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş û hunermendê NÇM’ê Genim jî xelatên  beşa karîkatûran ên bûn yekemîn dan wan.    XELATA JÛRIYA YA TAYBET DIYARÎ DAYIKÊN ŞEMIYÊ HAT KIRIN    Herî dawî Xelata Jûriyê ya Taybet diyarî Dayikên Şemiyê hat kirin. Dayikên Şemiyê derketin ser dikê û xelat wergirtin. Li ser navê Dayikên Şemiyê Xanim Tosun axivî û diyar kir ku ew bejna xwe li ber Apê Mûsa û hemû şehîdên çapemeniyê ditewînin û got: “Apê Mûsa me agahdar dikir û me ronî dikir. Me bi nivîsên Apê Mûsa çavên xwe vedikir. Em ê şehîdên çapemeniyê ji bîr nekin û rêya wan rêya me ye. Em ê tû carî dev ji Qada Galatasarayê bernedin û em ê lêgerîna edaletê berdewam bikin. Çimkî em mafdar in û em ê bi ser bikevin.”    Xelat bi kişandina wêneyê bîranînê bi dawî bû.