STENBOL - Parêzer Selçûk Kozagaçli yê derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, hat girtin.
Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin parêzer Selçuk Kozagaçli ku 2 roj berê serbest hat berdan û dûre der barê wî de biryara binçavkirinê hat dayîn, dîsan hat girtin.
Şandeya Dadgeha Cezayê Giran a 37’emîn a Stenbolê, biryara girtinê li rûyê Kozagaçli xwend. Parêzerên biryar îtîraz kirin, bi fermana dadger polîsan ew derp kirin û ji salona danişînê derxistin.
Gava gengeşiya dinavbera polîs û parêzeran de berdewam dikir, Selçûk Kozagaçli daxistin nezaretxaneya edliyê.