Parêzer Selçûk Kozagaçli hat girtin 2018-09-17 15:30:45 STENBOL - Parêzer Selçûk Kozagaçli yê derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, hat girtin.  Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat  girtin parêzer Selçuk Kozagaçli ku 2 roj berê serbest hat berdan û dûre der barê wî de biryara binçavkirinê hat dayîn, dîsan hat girtin.  Şandeya Dadgeha Cezayê Giran a 37’emîn a Stenbolê, biryara girtinê li rûyê Kozagaçli xwend. Parêzerên biryar îtîraz kirin, bi fermana dadger polîsan ew derp kirin û ji salona danişînê derxistin.    Gava gengeşiya dinavbera polîs û parêzeran de berdewam dikir, Selçûk Kozagaçli daxistin nezaretxaneya edliyê.