WAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, xebatkirina makîneyên kar ên li Sûlava Bêgirê ya weke Qada Sît Radeya 1’emîn tê zanîn, ji wezaretên Cotkarî û Daristanê, Derdor û Bajarvaniyê, Çand û Turîzmê pirsî.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, derbarê arizîkirina Sûlava Bêgirê de, ji bo wezaretên Cotkarî û Daristanê, Bajarvanî û Derdorê, Çandinî û Turîzmê bi bersivînin pêşniyar pirs da.
Ertan, diyar kir ku ne îdareya navendî û ne jî qeyûmê tayînê Şaredariya Bêgirê hat kirin derbarê mijarê de tu daxuyanî nedan. Ertan, derbarê xebatên makîneyên kar ên li Sûlava Bêgirê de ev pirs ji Wezaretan pirsîn:
“*Maliyeta Projeya Sererastkirina Derdor û Qada Rekreasyona Sûlava Bêgirê çiqase?
* Kê vê projeyê bi rêve dibe? Îhaleya projeyê çi demê hat derxistin û detayên wê çine?
*Komîsyona Herêmê ya Parastina Hebûnên Xwezayî yên Wanê gelo proje kontrol û qebûl kir? Mirov çawan dikare xwe bigihîne rapora komîsyonê?
* Îdîayên Qeyûmê Şeredariya Bêgirê ji bo 49 salan sûlav dewrê sektora teybet kiriye, gelo rastin?
* Lêçûnên projeyê ji aliyê kîjan qenalan ve tên dayîn?"