HDP’ê makîneyên kar ên li Sûlava Bêgirê bir meclîsê 2018-09-16 14:47:00     WAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, xebatkirina makîneyên kar ên li Sûlava Bêgirê ya weke Qada Sît Radeya 1’emîn tê zanîn, ji wezaretên Cotkarî û Daristanê, Derdor û Bajarvaniyê, Çand û Turîzmê pirsî.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, derbarê arizîkirina Sûlava Bêgirê de, ji bo wezaretên Cotkarî û Daristanê, Bajarvanî û Derdorê, Çandinî û Turîzmê bi bersivînin pêşniyar pirs da.    Ertan, diyar kir ku ne îdareya navendî û ne jî qeyûmê tayînê Şaredariya Bêgirê hat kirin derbarê mijarê de tu daxuyanî nedan. Ertan, derbarê xebatên makîneyên kar ên li Sûlava  Bêgirê de ev pirs ji Wezaretan pirsîn:    “*Maliyeta Projeya Sererastkirina Derdor û Qada Rekreasyona Sûlava Bêgirê çiqase?    * Kê vê projeyê bi rêve dibe? Îhaleya projeyê çi demê hat derxistin û detayên wê çine?   *Komîsyona Herêmê ya Parastina Hebûnên Xwezayî yên Wanê gelo proje kontrol û qebûl kir? Mirov çawan dikare xwe bigihîne  rapora komîsyonê?   * Îdîayên Qeyûmê Şeredariya Bêgirê ji bo 49 salan sûlav dewrê sektora teybet kiriye, gelo rastin?   * Lêçûnên projeyê ji aliyê kîjan qenalan ve tên dayîn?"