Rojnameger Evran: Tenê Yekîtiya neteweyî dikare kurdan biparêze

  • rojane
  • 10:02 13 Îlon 2018
  • |
img
ENQERE - Rojnameger Seyît Evren, têkildarî hevditinên Zîrveya Tahranê ya di navbera Îran, Tirkiye û Rûsya û bûyerên pîştî zîrveyê ku Îran li Koyê, Tirkiye li Qendîlê û Rûsiye jîli Qamişlo êrîş pêk anîn nirxand. Evran, anî ziman ku li dijî êrîşên neteweyî û navneteweyî tenê rêyek ji bo xelasiya kuran heye û wiha got: "Kurd li dijî hemû êrîşan tenê bi riya yekîtiya neteweyî dikarin xwe biparêzin. 
 
 
Tirkiye, Îran û Rûsya têkildarî operasyonên li Idlibê di 7'ê Îlonê de li Tahranê zîrve pêk anîn. Piştî zîrveyê 3 ciwanên kurd ji aliyê Rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Dîsa Îran, Tirkiye û Sûriye li dijî kurdan êrîş pêk anîn. Rejîma Îranê li Koyê li dijî navenda Partiya Kurdistana Demokrat a Îranê (KDP-İ) û Tevgera Demokrat a Kurdistanê (HDK) êrîş pêk anîn. Di êrîşa Îranê ya li dijî koyê de 16 kes mirin û 34 kes birîndar bûn. Di heman rojê de Tirkiye li diji Qandilê operasyona hewayî pêk anî. Dîsa heman rojê yekîneyên girêdayî Rejîma Sûriyeyê li Qamişlo li dijî Yekîneyên Hêzên Asayişê êrîş pêk anîn. Balkêşe piştî civîna ji bo Idlibê geşedanên cuda pêş ketin. Di hemû êrişan de kurd bûn hedef. Têkildarî Zîrveya Tahranê û geşedanên piştî wê li dijî kurdan pêş ketin Rojnameger Seyit Evran, nirxandinên girîng kirin. 
 
'GELO TIRKIYE Û ÎRANÊ LI HEV KIR? 
 
Rojnameger Seyit Evren, diyar kir civîna li Tahranê ji bo Idlibê pêk hat bi awayekî zindî hat weşandin û wiha got: "Di wê civînê de di navbera Erdogan û Putin de niqaş pêk hat. Di civînê de Erdogan  xwest agirbest bê îlankirin. Lê Putin got 'Dî dikare li ser navê terorîstan agirbestê bixwaze' û bertek nîşanî Erdogan da. Li wir Ruhanî ket navberê û herdu li hev anîn. Dîsa Ruhanî peyam da Tirkiye ku derbasî Rojhilatê Firatê bibin. Li vir xuya dibe ku Tirkiye û Îran di vê civînê de li hev kirine. Îranê ji Tirkiye xwestiye ku dest ji Idlibê berde û li dijî Tirkiye hûr bibe." 
 
Evran, destnîşan kir ku piştî zîrveyê 3 ciwanên kurd hatin darvekirin û wiha berdewam kir: "Rejima Îranê 3 ciwanên kurd darve kirin. Li dijî Koyê êrîş pêk anîn. Di heman rojê de Sûriye li dijî yekîneyên Asayişê yên Qamişlo êrîş pêk anîn. Dema mirov hemû geşedanan bîne cem hev pirsa "Gelo Tirkiye û Îranê li hev kir? Tê aqilan. Di demên dawî de DYA xwest di nava Îranê de hin tiştan pêk bine. Di demên dawî de DyA bi muxalifên Îranê re hin civîn pêk anîn. Ev bi vê meseleyê ve girêdayî ye. DYA dixwaze ji hundir ve mudaxaleyî Îranê bike. Êrîşa li dijî Koyê di heman demê de êrîşa li dijî DYA ye. Ji ber ku cihê rastî êrîşê hatiye navenda kesên KDP-İ û HDK'ê ku bi DYA re hevdîtinan dikin e. Bi vê êrîşê gelek peyam dan. Ger ku Îran bi lêdana kurdan dixwaze şer ji axa xwe dûr bixe, xwe dixapîne." 
 
'ÇIMA IRAQ BÊ DENG E'
 
Evran,  da zanîn ku Îranê yekem car êrîşî navçeya Koyê kir û wiha lê zêde kir: "Tirkiye berê di 25'ê Gulana 2017'an de êrîşî Şengalê kiribû. Herî dawî di 15'ê Tebaxê de Zeki Şengalî şehid kir. Bi vê yekê Tirkiye cara duyemîn êrîşî Şengalê kir. Dema mirov li van geşedanan dinere dipirse û dibêje çima Iraq bêdeng e? Gelo têkildarî hevditina Erdogan û Ebadî ye." 
 
'YEKÎTIYA LI DIJÎ KURDAN TÊK ÇÛ'
 
Evran, da zanîn ku tevî hemû hevditinên di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye de, hemû polîtîkayên li dijî kurdan tên çûne û wiha bi dawî kir: "Di navbera hêzên li diji kurdan de bê baweriyek pêk ket. Erdogan  hêj dixwaze Esad biçe. Dîsa Îran baweriya xwe bi Tirkiye nîne ." 
 
'ÇARE YEKÎTIYA NETEWEYA KURD E' 
 
Evren, herî dawî bal kişand ser êrîşên li dijî Şengal, Koyê û êrîşên din ên li dijî kurdan  û wiha got: “Êrîşên li dijî gelê kurd, ne tenê li dijî perçeyekî Kurdistanê ye. Êrîş, li dijî kurdên çar perçeyên Kurdistanê pêk tê. Ger ku êrîş gerdûnî be, divê gelê kurd jî bibin yek û çareseriya li dijî êrîşan yekîtiya neteweya kurd e. Ji ber vê yekê teqez pêdivî bi avakirina yekîtiya neteweya kurd heye." 
 
MA / Selman Guzelyuz
 
 
 

Sernavên din

15/09/2018
10:05 Parêzerên hatin berdan serê sibê ji girtîgehê derxistin
09:51 Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Sagdiç: Perwerdehiyê dikin amûra bazirganiyê
09:48 Aydin Budak: Li dijî tecrîtê divê Kurd bibin yek
09:45 Warên dîrokî yên Semsurê wêran dibin
09:27 400 karkerên balafirgeha 3'emîn binçav kirin
09:06 Li Stenbolê şevbihêrka dengbêjan
09:05 Meclisa Jinan a HDP'ê dest bi hamleya rêxistinê dikin
09:05 Midûrê Perwerdehiya yê Lîcê: An ji Egîtîm Sen'ê îstîfa bikin an jî...
09:04 Zema rêya nava bajar rastî bertekan hat
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2018'AN
14/09/2018
22:44 Hemû parêzerên HHB û ÇHD'ê hatin berdan
21:44 Karkerên Balafirgeha 3'emîn dê sibê çalakiyên xwe bidomînin
20:56 Dîcle EPSAŞ dê duşemê ceyrana Sanayiya Organize ya Rihaye qut bike
18:01 Nexweşek bi şarbonê mir
16:49 Ewil qebûl kirin û piştre red kirin
15:39 'Ji bo zelalkirina cinayeta Tahîr Elçî wêrek bin'
15:07 KESK: Em ê tim li kêleka Dayikên Şemiyê bin
14:34 Li Edeneyê ji 2 penaberên hatin binçavkirin yek jê hat girtin
13:55 Hejmara nû ya Kovara Dilopê derket
13:09 Cendirmeyan mudaxileyî çalakiya karkerên balafirgeha 3'yan kir
13:02 Biryara Bankeya Navendî jî tesîr li Dolar nekir
12:03 Çavûşoğlû: Li Îdlîbê em ji bo tevkariyê amade ne
11:46 Qeyûmê Qubînê û DEDAŞ ji ber deynê ceryanê pev ketin
11:16 Karkerên balafirgeha 3'yemîn dest bi çalakiyê kirin
11:12 Kêmasiya cariyî bû 55 milyar dolar
10:36 Li Girtîgeha Baybûrtê cezayê hucreyê li girtiyan tê birîn
10:12 Qedexeya li 116 gundên Amedê bi dawî bû
09:30 Aborînas Şahînoz: Bi zêdebûna faîzê aborî rast nabe
09:29 Ji ber nebûna ceryanê berê xwe dan rojavayê Tirkiyeyê
09:29 Îstimlakkirina lezgin a Sûrê birin DMME'ê
09:28 Berê qeyûm tayîn kirin pişt re Hevşaredar binçav kirin
09:27 Li Heskîfa Nû dîrok li ser betonê hat bicihkirin
09:26 HES'a tê çêkirin Çemê Kolikê ziwa dike
09:26 Mizrakli: Di şexsê Ocalan de projeya aştiyê ya Rojhilata Navîn tecrîd dikin
09:25 'Barekî giran dikeve ser milê parlementerên jin'
09:24 Esnafên Wanê: Hemû pereyên welat li tanq û topan xerc kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2018'AN
13/09/2018
17:45 Doza Bloka Aştiyê ya Îzmîrê hat taloqkirin
17:11 Qeyûmê Hênê hat guhertin
16:49 Qemyona karkerên çandiniyê lê siwar bûyîn qelibî
15:42 Ciwan li dijî serdegirtina polîsan a turnûvayê bi bertekin: Dê nekarin me bitirsîn in
15:03 Endamên rêxistina sûc ên li Amedê hatin berdan
14:42 Kesek di sergirtina polîsan de hat kuştin
14:22 Wezareta Tenduristiyê têkildarî Şarbonê agahî neda TTB’ê
14:20 Dibin siya dîroka hilweşandî de lîstikek dawî!
13:58 Qirix Miheme mirî hat dîtin
13:58 Çelîk: Sînorkirina îxraca arvan rakin
13:43 Bi şertê kontrola edlî hatin berdan
12:57 Biryar dan ku Rojnameger Çelîk û Yoksu bi zorê bînin danişînê
12:57 Kişanak pirtûka ‘Kurd Siyasetînin Mor Rengî’ nivîsand
12:45 Cara 15'emîn doza JÎTEM'ê ya Qoserê taloq kirin
12:27 Tanrikulu: rapora Binpêkirinên Mafan ên Meha Tatebaxê parve kir
11:58 'Dibistana Ferzad wekî kulîlka li axa zuha geş bû, lê tehamul nekirin'
11:53 Mexdûrên 12’ê Îlonê: Desthilatdariyê darbe nû kir û li gorî xwe pêk anî
11:13 Pêşengê baweriyê: Êrişa li dijî cenazeyan Şerma mirovahiyê ye
11:06 Malbatê cenazeyê kurê xwe Ozbahçe girt
10:56 Prz. Yalçindag: Bi zorê anîna SEGBÎS’ê li dijî pîvanên ‘sedsaliyet’
10:38 ‘Em di sînorê krîza rêveberiya krîzê dene'
10:08 Operasyona li Hezo 14 rojin berdewam dike
10:02 Rojnameger Evran: Tenê Yekîtiya neteweyî dikare kurdan biparêze
09:11 Keyayê taxa hat hilweşandin: Kes naxwazin ji Sûrê derkevin
09:11 'Ji bo hekîm karê kes ne girîng e, mafê tenduristiyê girîng e'
09:10 Acarer: Tirkiye piştevaniya çeteyên Idlibê kir
09:08 Ne bi pereyan, bi pirtûkan portreyan xêz dike
09:06 Elmîhalê sûriyeyî: Em mirovên wî welatî ne
09:02 Ajovanên TIR'an ên Sîlopî: Wê heta kengî bidome?
09:01 Bektaşa 80 salî 47 roj in di çalakiya rûniştinê de ye
09:00 Rojnamegerê çalakî şopand bi 'endamtiya rêxistinê' tawanbar bû
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2018'AN
08:23 Dî roja ewil a kar de bû qurbanê kar
12/09/2018
20:18 Polîsan avêt ser maça futbolê ya ciwanên HDP'î
18:00 ‘Rejîma Erdogan senteza hemû darbeyan e'
17:45 Walî li 116 şûnwarên Amedê derketina derve li welatiyan qedexe kir
17:30 Ji bo 12 rêveberên HDP'ê 270 sal ceza dixwazin
16:50 Kesek li Şirnexê hat girtin
16:47 Esnafan êrîşa rejîma Îranê şermezar kir
16:41 Danişîna doza gundê Êzidiyan hat taloqkirin
16:30 Rojanamegerê avusturyayî li Enqereyê hat binçavkirin
16:16 Di êrîşa xwekujiyê de 6 kes hatin kuştin 42 kes birindar bûn
15:55 Rojnameger Taşkin nehat berdan
15:37 HDP: 12'ê Îlonê navê rêveberiya otorîter ya îro ye
14:45 ÎHD, dê rapora girtiyên nexweş ji wezîran re bişîne
14:43 Li gelek qadan 12’ê Îlonê hat şermezarkirin: Bi destê AKP’ê darbe didome
13:35 Li Peyasê li ser erd şer derket: 4 kes birîndar bûn
13:26 5 edîtoren Ozgurlukçu Demokrasî nehatin berdan
13:20 Di operasyona MÎT'ê ya 'niştecîhî û neteweyî' de xebatkarê MÎT'ê qaçaxçî derket
13:09 Du karker bûn qurbana kar
12:59 Parêzerê girtiya nexweş Oguz gilî kir
12:59 Ji bo girtiyên rojnameger piştgirî: Dê tu carî rastî di tarîtiyê de nemîn e
12:54 KCD: AKP û MHP dixwazin darbeyê berdewam bikin
12:43 Otobusa karkerên çandiniyê qelibî: 31 karker birîndar bûn
12:25 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî destpêkir
12:02 Kampa penaberan a Midyad bi giştî hat valekirin
11:47 Minareya Mele Abdullah Zaviyesî jî ji cihê wê rakirin: Ev zilme
11:07 Komîtiya çareseriyê yên hevdîtinên MSD û Şamê teşe digire
10:03 Qeymeqamên 39 navçeyan ‘çalakiyên şermezarkirina texmînî’ yên HDP û DBP’ê qedexe kirin
09:37 Ozûgûrlû: Dê şert û mercên li qadê, Şam û Kurdan li dor maseyekê bîne cem hevdu
09:36 Jinên girtî: Hema bêje her hefte ceza li me dibirin
09:21 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Tartuffe' dest bi serdema nû dike
09:20 Dê bi projeya Helbestên Azad, helbestên girtiyan bibin pirtûk